Zewaca di temenê biçûk de çavkaniya aloziyên civakî ye

Zewaca di temenê biçûk de ku li gelek welatan pirsgirêkeke civakî ye; tevî qanûnan jî hebûna xwe didomîne. Mexrib yek ji wan welatan e ku ji ber nebûn û aktîfnekirina qanûnan her dem ev alozî lê didome. Ên ku ji zewaca bi vî rengî bi neyînî bi bandor dibin beguman jin in.

HENAN HARIT
Mexrib - Diyardeya zewaca di temenê biçûk de diyardeyeke civakî ye ku li gelek civakên Ereb û heta welatên Ewropayê belav dibe, gelek bandorên neyînî li ser malbatê û civakê bi tevahî dike. Ji ber ku zarokên keçik di wî temenî de ji hêla psîkolojîk, çandî, derûnî û bedenî ve baş ne serwext in nikarin berpirsyariya mal, mêr û mezinkirina zarokan bigrin ser xwe loma zewaca bi vî rengî dibe destavêtina zarokan.
Li Mexribê zewaca di temenê biçûk de pirsgirêkeke civakî ye. Ji ber ku piştî derbasbûna 17 salan di ser çalakirina qanûna malbatê (Rewşa kesane), çalakvanên mafên mirovan û dengên siyasî hîn jî banga lêvegerê dikin ku wek valahiyên qanûnî bihesibînin. Çend jinên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin ji ajansa me re axivîn.
Ez di 16 saliya xwe de hatim zewicandin
Kerîma ya 24 salî ku nexwest paşnavê xwe bide, ji me re çîroka zewaca xwe ya beriya neh salan dema ku temenê wê 16 sal bû vegot: "Ez neçar bûm bizewicim, ji ber ku malbata min pir kêfxweş dibûn, bav û dayika min bi her awayî hewl didan ku min îqna bikin da ku ez li pêş dadger nerazîbûna xwe nîşan nedim. Bi vî rengî min dest bi berhevkirina belgeyên zewacê kir û min daxwaznameyek nivîskî pêşkêşî dadê kir ku tê de îmzeya min û bavê min jî hebû. Piştî ku wî li me guhdarî kir, destûra zewaca qanûnî da min. 
Kerîma ku niha dayika du cêwiyên temenê wan heft salî ye û di heman demê de ducanî ye, dibêje ku wê hevjînê xwe beriya zewacê nas nedikir lê baş wateya zewac û berpirsyariyê dizanibû lê dîsa ji ber israra dayik û bavê xwe wê ev zewac qebûl kiriye. Der barê pirsa me ya; gelo ew ji zewaca xwe razî ye de, wiha bersiv dide; "Ger ku di hilbijartina hevjînê xwe de ez azad bûma, ger ez bi cesaret bûma û bigota ez naxwazim vê zewacê berdewam bikim dê niha ez bê rûmet nejiyama. Hevjînê min her dem îşkenceyê li min dike û ez neçar im pê re bijîm. Ji ber ku ji ber zewacê min dest ji xwendina xwe berda ez bûm dayika Henan û Cenat û li benda zarokekî me. Ez hîs dikim ku tiştek ji min kêm e belkî ji ber ez pir ne girêdayî hevjînê xwe me loma. Sedema ku ez bi zewaca xwe ne razî me û dixwazim xwendina xwe berdewam bikim lê hevserê min timî bi min re dibêje tu êdî ne zarokek î û bûye dayik divê tenê li zarokan miqate bî û xwendinê ji bîr bikî.  
Kerîma wiha axaftina xwe berdewam dike ger dem paşve vegere, min qet guh nedida dayik û bavê xwe û di wî temenê biçûk de nedizewicîm, diviyabû ku ez li ser xwendina xwe bi israr bûma, min ê xwendina xwe berdewam bikira û dema ku bigihîştima temenê zewacê ez ê hezar car bifikrîma piştre min ê gav pêş ve bavêta.
Pêşniyara qanûnê
Berê, Koma Parlamentoyê ya Pêşketin û Sosyalîzmê ku ew yek ji partiyên dijber e, qanûnek pêşniyaz pêşkêşî Civata Nûneran li Mexribê kir, a ku têkildarî pêşîgirtina li zewaca biçûkan e, nivîsa pêşkêşkirina pêşniyara qanûnê diyar dike ku diyardeya zewaca zarokan yek ji fikarên mafên mirovan li welat e û zewaca zû zarokan ji gelek tiştan wekî xwendin û pêkanîna pêşerojeke baş mehrûm dike.
Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Pêşketin û Sosyalîzmê Majdolîn El-IlMî jî got ku partiya wê di pêşinyarkirina dozên wekhevî û parastina mafên jinan de wek cinsê herî lawaz di çend waran de pêşeng bû û parastina mafên jinan di baweriyên partiyê de nû ye û wiha domand: "Rêgeza di temenê zewacê de li gorî Xala 19’an a Zagona Malbatê 18 sal e, ji ber vê yekê, mafê zewacê ji bo her du zayendan jî ne temam e heya ku temenê qanûnî yê hujdeh sal temam dibe. Em tu carî xeyal nakin ku zarokek di bin 18 saliyê de bibe dayik û berpirsyariya malbatê rake.”
Majdolîn El-IlMî teqez kir ku pirsgirêka partiya wê hewl dide li gorî pêşnûmeqanûnê bi tevahî çareser bike ew e ku di bendên 20, 21 û 22’yan ên zagona malbatê de hatine destnîşankirin ku bi awayekî awarte dihêle (îstîsna ji rêgezê), ji bo dadrêsê malbatê ye ku di ber zewacê de berpirs e, destûr bide zewaca ku di bin temenê 18 salî de ye.
Majdolîn El-Ilmî diyar kir ku destûrdayîna zewacê ya keçên temenê wan biçûk karesatek e û binpêkirina mafên zarokan e, bi taybetî ya zarokên keç û wiha got: “Bes em zanibin ku nêzîkê ji sedî 90 daxwazên destûra zewaca temen biçûk tên pejirandin, wate yanî ew rewşa awerte veguherî rêgezekê û êdî maneya diyarkirina temenê bijartina zewacê di 18 saliyê de nemaye. Em neçar bûn ku tevbigerin û  banga rakirina bendên 20, 21 û 22, bikin. Ev riya tekane ye ye ku pêşî li zewaca temenê biçûk li Mexribê were girtin û pêdivî pê heye ku ji nû ve benda 16 ji qanûna malbatê li ber çavan were girtin.
Nêrîna zagonê
Tê zanîn ku zewaca di temenê biçûk de li Mexribê ji ber hebûna malbatên xizan ku dixwazin keçên xwe yên piçûk bizewicînin, li gundan belav dibe, da ku barê berpirsyariyên darayî li ser wan kêm bibe, û digel ku daxwaza hin malbatan jî heye rêjeya zewaca di temenê biçûk de di navbera 2014 û 2020’an de gelekî kêm bûye ku di sala 2014’an de ji 33, 489 dozan pirtir bû lê ev hejmar paşve vegeriya 12,600 dozan.
Parêzer Fatima Zehra El-Îbrahîmî ya di Komîsyona Dar EL-Beydaa de, dibîne ku qanûna Mexribê hin pîvan danîne ku em dikarin bêjin hişk in da ku ew karibe destûrê bide zewicandina zarokek piçûk…
Fatima El-Îbrahîmî hin nimûneyên zewaca di temenê biçûk de li gelek welatan pêşkêş kir, wek Cezayîr ku di Zagona Malbatê de destnîşan kir ku mafê zewacê ji temenê 19 salî ve temam dibe, çi ji bo mêr çi jî jin.
Li aliyê din qanûna Misirê temenê zewacê diyar nekiriye lê ew zewaca di bin temenê 16 salî de red dike.