Zanist di bin sînorên ‘Plana Destwerdanê’ de ye

Li Îranê bi pejirandina benda 2’yem a "Plana Pêşîlêgirtina Destwerdanê" qada ragihandina zanistî û akademîk tê tengkirin. Ev tenê pêşeroja zanîngehan naxe xeterê, ji bo jinên ku jixwe bi cudakariyê re têdikoşin, astengiyên nû derdixe holê.

JIWAN ŞERÎFZADA

Bokan – Li gel nûçeyên betalkirin û rawestandina hinek ezmûnên jêhatîbûna zimanî yên navneteweyî li Îranê, di destpêka Îlonê de li parlamentoya Îranê planeke nû derket holê ku fikarên cidî li ser pêşeroja dîmenê akademîk ê welat derxist holê. Di demeke ku zanîngehên Îranê bi dijwariyên nedîtî, bi reva kesên xwedî jêhatî, kêmbûna çavkaniyan û girêdana bi navendên zanistî yên cîhanî re rûbirû ne de; parlamentoyê ji 12 bendan a 2’yemîn a "Plana Pêşîlêgirtina Destwerdanê" pejirand. Bi vê yekê sînordarkirinên nû li ser hinek çalakî û ragihandinê ferz dike.

Ev rapor hinek hûrguliyên vê planê û astengiyên li pêşiya xwendin û perwerdeya akademîk a li derveyî Îranê vedikole û bersiva pirsa jêrîn dide: Ev sînordarkirin dê çawa bandorê li pêşketina akademîk û pîşeyî ya jinan bikin? Nemaze ji ber astengiyên zêde yên ku ew jixwe di gihîştina pozîsyonên zanistî û akademîk de di nava saziyên newekhev ên heyî de bi wan re rûbirû dimînin?

Krîmînalîzekirina ragihandina zanistî: Nezelalî û zehmetiyên pêşerojê

Li gorî vê planê, hinek çalakî û peymanên aborî, yasayî, perwerdeyî, civakî, lêkolînî, zanistî û çandî, di nav de amadekirin û weşandina pirtûk, kovar, gotar, rapor û îstatîstîkan, dikevin bin pêdiviya lîsansa fermî. Her wiha ji kesan tê xwestin ku beriya organîzekirin, şandin an beşdarbûna bursan, derfetên lêkolînê, hevkariyên zanistî û akademîk, atolyeyan, qursên perwerdeyê û bi stajên teknîkî, destûrên pêwîst bistînin.

Plan her wiha ferz dike ku Wezareta Îstîxbaratê navnîşaneke salane ya saziyên lîsanskirî amade bike û danûstandinên akademîsyenan bi kesên ku di vê navnîşanê de nîn in re sînordar bike.

Plan ji bo kesên ku van sînorkirinan binpê dikin cezayê girtîgehê û cezayên pereyan destnîşan dike. Lê belê mamosteya zanîngehê û parêzer Meryem Vahîdî (navê ku hatiye guhertin) destnîşan dike ku nezelaliya di pênasekirina têgeha "infiltration" (guhdarîkirina sîxurî/destwerdanê) de û çarçoveya berfireh a sînorkirinan, di nava pirsgirêkên yasayî yên herî girîng ên vê planê de ne.

‘Ev pêşnûme dibe ku mafên bingehîn sînordar bike’

Wê her wiha da xuyakirin ku ev pêşnûme dikare mafên welatiyan ên bingehîn û ragihandina zanistî sînordar bike. Li aliyekî din tekez dike ku qanûn divê zelal, pêşbînîkirî û bi sûc re hevaheng be her wiha mekanîzmayên zelal ji bo îtîrazkirina biryarên îdarî ji perspektîfeke qanûna giştî hewce dike.

Ji aliyekî din ve, nezelaliya yasayî û sepandina potansiyel a van sînordarkirinan di nava derdorên akademîk de bûye sedema fikarên cidî. Mediya M. xwendekareke doktorayê ye li Urmiyeyê dijî, diyar dike ku ev yek nîşan dide qada bidestxistina zanîn û pisporiyê tengtir dibe. Her wiha destnîşan dike ku rewşa xwendina bilind a li Îranê ku jixwe hesas e, ji ber nebûna derfetên nûvekirina zanînê, danûstandina akademîk û sînorkirinên li ser bûrs û koçberiya xwendekaran, ger planeke wisa were bicihanîn dê bi tevahî serûbin bibe.

Ji ezmûnên betalkirî ber bi sînorkirinên akademik ve

Di heman demê de bi tundkirina hinek dorpêçên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yên li dijî Îranê re, astengiyên nû ji bo hinek danûstandin û çalakiyên perwerdehî û akademîk derketin holê. Di 24’ê Tebaxa 2026’an de, hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê çend lîsansên giştî yên têkildarî Îranê, tevî Lîsansa Giştî (G), bêdawî rawestand. Van lîsansan berê danûstandin û karûbarên akademîk û perwerdehî yên taybetî dihewandin.

Ev guhertin di demeke ku gelek namzedên dixwestin li derveyî welat bixwînin û li Îranê li xwendina bilind digeriyan, xwe ji bo ezmûnên jêhatîbûna zimanî yên navneteweyî û şertên din ên pejirandinê amade dikirin çêbû. Wekî din, ji bo gelek lêkolîneran, bi taybetî jinan, qursên serhêl, hevkariyên akademîk û konferansên navneteweyî rêbazên girîng bûn ku di bin sînorkirinên heyî de bi civaka zanistî ya cîhanî re têkiliyê deynin.

Jin û destpêkek newekhev

Her çendî jin beşeke girîng ji xwendekarên lîsansê yên li Îranê pêk tînin jî temsîla wan di hinek pozîsyonên bilind ên zanistî û akademîk de, wekî mamostehiya fakulte û zanîngehê, newekhev e bi ya mêran re.

Tevî astengiyên civakî û qanûnî, jinên ku perwerdehî û xebatên xwe yên pîşeyî berdewam dikin, dibe ku di kar û lêkolînên xwe de bi gelek sînorên nû re rûbirû bimîin.

Çalakvana sivîl û mamosteya zanîngehê Şadiya P. vê yekê wekî faktoreke din dibîne û diyar dike ku dê zextê li ser jinan zêde bike. Her wiha tekez dike ku zanîngeh yek ji riyên herî girîng e ji bo tevgera civakî ya jinan li Îranê.

‘Jinên Îranê bi gelek pirsgirêkên pergalî re mijûl dibin’

Şadiya wiha tîne ziman: “Zêdebûna asta perwerdeyê di deh salên dawî de bûye sedem ku bi hezaran jin bikevin warên pisporî û pîşeyî. Tevî vê pêşketinê, valahiya di navbera perwerdeya bilind û gihîştina pozîsyonên pîşeyî û akademîk de mijara nîqaşên berdewam e. Jinên Îranî divê di heman demê de bi gelek pirsgirêkên pergalî re mijûl bibin da ku bigihîjin serkeftinê.”

Mesrefa bilind a beşdarbûna konferansan, zehmetiya girtina vîzeyan, qutbûnên înternetê yên dubare û gihîştina sînorkirî ya çavkaniyên zanistî di nava pirsgirêkên herî girîng ên ku lêkolînerên Îranî bi wan re rûbirû man de ne. Di bin van şert û mercan de, sînorkirinên nû dikarin derfetên pêşketina pîşeyî ya jinan, hebûna wan a di torên lêkolînê de û beşdariya wan a demdirêj di derfetên zanistî yên herêmî û navneteweyî de qelstir bikin.