Yenar Mihemed: Divê qanûnên ku destûrê didin qetilkirina jinan bên guhertin
Seroka Rêxistina Azadiya Jinan Yenar Mihemed, bi vekirina dozeke li Dadgeha Federal ji bo guhertina zagonên ku destûrê didin qetilikirina jinan bi hinceta namûsê, gihîşt qonaxeke girîng a têkoşîna femînîst li Iraqê.
XUFRAN EL-RADÎ
Bexda - Seroka Rêxistina Azadiya Jinan Yenar Mihemed a 62 salî, mîmarî xwendiye û li zanîngeha Bexdayê master kiriye. Ji salên 90'î ve dest bi têkoşîna femînîst kir û Rêxistina Azadiya Jinan damezrand. Yenar Mihemed, bi vekirina dozeke li Dadgeha Federal ji bo guhertina hejmarek zagonên ku destûrê didin qetilikirina jinan bi hinceta namûsê, qonaxeke girîng a têkoşîna femînîst li Îraqê ava kir û bi rê ve dibe.
"Herî zêde jinên kedkar ên ji çînên navîn û xizan rastî tundî û zordariyê tên"
Yenar Mihemed diyar kir ku destpêka pêwendiya wan bi jinan re bi bangên perwerdeyê bûye da ku jin rastî zext û zordariya mêr neyên û wiha lê zêde kir: "Em dibînin ku herî zêde jinên kedkar ên ji çînên navîn û xizan rastî tundî û zordariyê tên. Rêxistina Azadiya Jinan li qadan dirûşman vediguherîne çalakiyan, rêxistinên ku xwe dispêrin burjuwaziyê jî trajediya jinan vediguherînin şahiyan. Ji bo rizgarkirina jinan ji zagonên ku jiyana wan dixin bin metirsiyê, pêwîstiya me bi hewldanên rast heye. Xebatên me ji bo jinên ku di bin şert û mercên zordestî yên ku jiyana wan dixin bin metirsiyê de ne. Em hewl didin şert û mercên jiyanê yên dijwar, an jî pirsgirêkên qanûnî yên ku hewcedariya wan bi piştgiriyek taybet heye, çareser bikin."
"Rêxistinê 1500 jin rizgar kirin û alîkariya wan kir ku dest bi jiyana nû bikin"
Yenar da zanîn ku Rêxistinê bêtirî 1500 jinên ku di rewşên cuda de derbas bûne, pirsgirêkên malbatî, gefên qetilkirinê û îftirayê li wan hatiye xwarin, rizgar kirine û alîkariya wan kirine da ku dest bi jiyana nû, ewletir û aram bikin û wiha domand: "Ji aliyekî din ve jî rêxistin bi çareserkirina pirsgirêkên qanûnî re eleqedar bû, ji bo parastina mafên jin û zarokan nasnameya kesane hêsan kir. Medyaya femînîst parçeyeke bingehîn e ji bo piştgiriya jinan û eşkerekirina mafên wan û kevirê bingehîn e ji bo guherînê."
"Dem hatiye ku em rê nedin kujer bê ceza bimînin"
Yenar anî ziman ku ew herî zêde balê dikşînin ser guhertina zagonên ku destûrê didin qetilkirina jinan bi hinceta namûsê û got: “Daxwaza guhertina qanûna xala 409 a ku destûrê dide qetilkirina ji bo namûsê ji aliyê hevjîn, bav, bira an yek ji xizmên wê û guhertina xala 128 a ku bi sivikbûna cezayê kujer re têkildar e. Li Iraqê yekem car e ku rêxistineke femînîst ji bo guhertina bendên zagonî yên ku destûrê dide qetilkirina jinan û kêmkirina cezayê kujer, doz li serokê parlamentoyê vekir. Dem hatiye ku em rê nedin kujer bê ceza bimînin."