Yekemîn danişîna Musa Sevîm ê Meryem qetil kir di 25'ê Cotmehê de ye
Biryara nepenîtiyê ya di dosyaya Musa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kir, piştî 8 mehan hat rakirin. Hat daxwazkirin ku kiryar bi sûcê “kuştina bi qestî” were cezakirin, ji parêzerên dozê Esmer Ozer da zanîn ku îdianame kêm e.
Amed- Meryem Sevîm di 13’ê Mijdara 2022’an de li navçeya Merkez Kayapinar a Amedê ji aliyê hevalê xwe yê mêr ê berê Mûsa Sevîm ê ku di navbera wan de tu girêdanbûnek xizmî nîne ve bi çekê hat qetilkirin. Meryem Sevîm a ku 6 gule li bedena wê ket li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, kiryarê bûyerê Mûsa Sevîm jî piştî mehek û nîvê firarî ma, hat girtin û şandin girtîgehê. Piştî bûyerê der barê lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de îdianame hat amadekirin. Di îdianameya ku hat amedekirin de kiryar parastina tehrikê kir, malbata Meryem Sevîm jî banga edaletê kir.
Bersûc piştî meh û nîvek hat girtin!
Meryem Sevîm beriya bûyer bi qewîm e, gelek caran ji aliyê kiryar Mûsa Sevîm ve bi gotinên wekî “An tu ya min bi an jî ya axê” rastî gefan hat. 8 meh piştî qetilkirina Meryem Sevîm, îdianame hat amadekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû amadekirin ji aliyê 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de îfadeyên bersûc, muştekî û şahidan cih girt. Di îdianameyê de ku raporên otopsiyê jî cih girtin de, hat xwestin ku kiyar ji sûcên "Kirin, hilgirtin an jî girtina çek û fişekên bê destûr” û “Heqaret û qetilkirina bi qestî ya li dijî jinê” bê cezakirin. Di îdianameyê de 4 kesên ku di meha Mijdarê de hat girtin û hat hînbûn hevalên Musa Sevîmê jî hatin berdan û hate hinbûn ku dosyayên wan ji hev hat cudakirin.
Rapora otopsiyê îfadeya kiryar derevand!
Mûsa Sevîm ê ku di îfadeya xwe de mafê xwe yê bêdeng mayîne bi kar anî, parastina tehrik a tê zanîn kir, diyar kir êvara bûyerê Meryem Sevîm jî ‘di bin bandora madeya hişbir de’ bûye’. Îfadeya bersûc ji aliyê rapora otopsiyê ve hat derevandin û di rapora ewil hat girtin de hate zanîn ku di laşê Meryem Sevîm de tu madeya hişbir nehatiye dîtin. Di beşa encama îdianameyê de jî ev tişt cih girtin: “Ji ber ku Mûsa Sevîm çalakiya xwe li dijî hevala xwe ya keç a berê Meryem Sevîm pêk anî, hate fêmkirin ku sûcê kuştina bi qestî ya li dijî jinê ku rewşa biwesfa kuştina bi qestiyê pêkanî. Her çiqas çeka ku gumanbar Mûsa di dema bûyerê de bikar anî hêj nehatibe dest xistin jî, dema tê balkişandin ku kovanên fîşekên ji cihê sûcê hatine berhevkirin di qanûna jimare 6136 de tê girtin û çek di kesê de bûye sedema birîndarbûnê û mirinê jî û teredût nebûye ku çek ji bo agir guncav e, lewma hat fêmkirin ku bersûc Mûsa jî sûcê binpêkirina yasaya 6136’an jî pêkanî ye.”
'Em dixwazin cezayê pêwist bigre’
Xwişka Meryem Sevîm Rozerîn Sevîm a ku em der barê mijarê de hevpeyvîn pêkanî, diyar kir ku bersûc bi parastina tehrîkê armanc kiriye cezayê bê dayîn kêm bike. Rozerîn Sevîm diyar kir bi mehan e ji bo xwîşka xwe têkoşîna edaletê didin û wiha got: “Xwişka min bi awayekî hovane hat qetilkirin. Xwişka min ji ber ku ji teklîfa zewacê û têkiliyê ya kiryar qebûl nekir, hat qetilkirin. Yekane daxwaza me edalet e, em dixwazin ew mêr cezayê pêwist bigre. Divê ne daxistina neheq û ne daxistina rewşa baş negre. Em ê ji bo kesê ku di saetên şev de jinek qetil kir cezayê herî giran bigre, çi ji destê me tê bikin. Ev têkoşîna me ya edaletê de heta dawiyê bidome û yekane tiştê me ji jinan dixwazin hevgirtin e. Em bibin dengê xwişka min û hemû jinên hatine qetilkirin.”
'Îdianame kêm hatiye amedekirin’
Ji parêzerên dosyayê Esmer Ozer jî diyar kir ku bi qebûlkirina îdianameyê ji ber biryara nepenîtiyê ya di pêvajoya lêpirsînê de hatiye dayîn, da zanîn ku bi qebûlkirina îdinameyê re bigihijîn ji hûrgiliyên bûyerê re û wiha got: “Ji ber di pêvajoya lêpirsînê de di dosyayê de biryara nepenîtiyê heye, bi qebûlkirina îdinameyê re em ê bigihîjin ji hirgûliyên dosyayê re. Rewşa delîlên heyî, îfadeyên şahidan ya di dosyayê de nîşanî me dide ku rewşên kujer ên bi hest û dîzayneke cinawirî ya di bûyerê jî bên nirxandin. Lê belê di îdianameyê de di vî warî de madeyek sewqê nehatiye dayîn û bûyer di vê warê de nehatiye nîqaşkirin. Ji ber vê yekê îdianame kêm hatiye amedekirin. Ji ber ku di dosyayê de der barê alîkaran de biryara tefrîk hat dayîn jî, dibe sedema zehmetkirina eşkerekirina rastiya madî û li hemberî kesên ku alîkariya bersûc kirine pêvajoya darizandina bi bandor nehat meşandin.”
Yekemîn danişîna dozê dê di 25'ê Cotmehê de li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.