Xewla Şabeh: Paşketina azadiya çapemeniyê paşketina riya demokrasiyê ye

Koordînatora Sendîkaya Rojnamegerên Tûnisê Xewla Şabeh teqez kir ku tevî hemû binpêkirin û êrîşên li ser rojnamegeran di çarçoveya xebatên wan de ji bo tirsandinê tên kirin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Tevî sînordarkirina azadiya çapemeniyê ji sala 2011'an ve ku Tûnisî weke destkeftiya herî girîng a şoreşê dihesibînin jî gelê Hêza Çarem ji tirsa xwe ya ji vegerandina vê desthilatdariyê ya li ser çokan û bindestiya xwe dudilî nabin û destnîşan dikin ku ji bo parastina vê destkeftiya ku jiyana bi dehan kes ji dest çûye têkoşîn hê jî didome.

Ji bo zanîna sedemên paşketina azadiya çapemeniyê li Tûnisê û êrîşên dubare yên li ser rojnamevanên jin li welat, ajansa me bi koordînatora yekîneya çavdêriyê li Navenda Ewlehiya Pîşeyî ya Sendîkaya Rojnamegerên Tûnisê Xewla Şabeh a ku di wê baweriyê de ye ku desthilatdariya heyî hewl dide cerdevaniyê li ser medyayê ferz bike, hevdîtin pêk anî.

Herî dawî we raporek weşand û tê de behsa fikarên cidî yên ku azadiya çapemeniyê tehdîd dikin kir. Hûn dikarin ji me re behsa vê raporê bikin?

Azadiya çapemeniyê, li Tûnisê di demeke kurt de bi paş ket ku em vê yekê ji bo demokrasiyê paşveçûn dibînin. Ew nîşaneyek xeternak e ku bandorê li azadiya gihandina zanyariyan dike. Em di azadiya medyayê de di rastiyeke tal de dijîn, ji ber ku rewş ber bi xirabiyê ve çûye û ne pêkan e li hemberî êrîşên dubare yên ku karê rojnamegerên jin asteng kirine bêdeng bimînin.

Rojnamegeran saleke dijwar ji ber êrîşên tund derbas kirin. Bi taybetî di Çileya borî de. Kêşeya rastî di negihîştina zanyariyan de ye, rêjeya êrîşan ji ber dijwariya gihandina zanyariyan ji rojnamevanan re ji aliyê desthilatdariya nerazî ve gihîştiye ji sedî 49 û rêjeya êrîşên li ser rojnamevanên jin û mêr di navbera 1’ê Gulana 2021’ê û 30’yê Nîsana 2022’an de gihîştiye 214 êrîşan û ev dibe heyama herî giran di pênc salên dawî de.

Em her kes bandora heyama awarte dizanin a ku Tûnis ji 25 Tîrmeha borî ve dijî. Li ser rastiya azadiya çapemeniyê li Tûnisê, nemaze dadgehkirina rojnamevanan di dozên ewlekariya dewletê û dozên terorîstî de li hemberî naveroka medyayê her wiha krîza bidestxistina agahiyan û danîna gelek astengiyên ne zagonî di karê rojnamevanan de û hewldanên wan ji bo eşkerekirina rastiyan û veguhestina nêrînên cuda berdewam bûn. Ev hemû çewisandin di encama gelek tedbîrên ku ji aliyê desthilatdariyê ve di çarçoveya sînordarkirina mafên girtin û bidestxistina agahiyan de hatine girtin, dikevin nava pêkanînan û ew ya herî metirsîdar û giran bû li ser rojnamevanan. Ev yek bû sedema tomarkirina operasyonên astengkirinê bo cara yekê. Ji bo hin dezgehên ragihandinê li Tûnisê di van pênc salên dawî de. Ev jî tişta ku serokê hikûmetê bi weşandina weşanên 19 û 20 pêk anî, bi vê yekê jî hikûmetê astengî li pêşiya gihandina rojnamegeran ji agahiyên rêveberiya Tûnisê re çêkir û nehişt ku karmend û wezîr daxuyaniyan bidin.

Amarên êrîşên li ser rojnamegerên jin di Mijdara borî de çi ne?

Rapora ku di meha Mijdarê de hat weşandin, balê dikşîne ser zêdebûna êrîşên li dijî rojnamegerên jin, bi taybetî li ser bingeha sedemên zayendî. Ji ber ku me di navbera 1’ê Mijdara 2020'an û Cotmeha 2021'ê de ji 124 êrîşên li dijî rojnamegeran 104 êrîşên li dijî rojnamegerên jin tomar kirin, ev yek jî tê wateya ku di 8 nûçeyên çapemeniyê de tundiya fizîkî ya li hemberî rojnamegerên jin zêde bûye.

Her wiha çewisandin jî bi awayekî berfireh belav bûye, ji ber ku me 10 halet tomar kirine, ji bilî tomarkirina haletên destdirêjî û tehrîkirina cinsî li dijî wan di şeş nûçeyên çapemeniyê de. Zêdebarî armanckirina wan bi riya ketina elektronîk û rûreşkirina wan li ser medyaya civakî. Bi rastî 104 êrîşên li dijî rojnamevanên jin hatin kirin, ji sedî 20 ji wan li ser bingeha zayendî bûn.

Bûyerên êrîşa li ser rojnamevanên jin jî bi riya hakirina hesabên wan ên şexsî li ser malperên tora civakî hatine tomarkirin û bûyerên ketina hesabê elektronîk jî hatine tomarkirin ku hakerê wêneyên êrîşkar ji çavkaniyên wan ên zanyariyê re şandiye. Zêdebarî hakirina hesabê rojnamevana jin û têkbirina daneyên wê yên şexsî di nava saziya ku tê de dixebite, bi rastiyê êrîşa li ser jinên rojnameger ên li ser bingeha zayendî, ew êrîşên ku li ser wan tên kirin dema ku di rewşek tenê de bin.

Ev cure êrîşan ne girêdayî ya ku weke ewlekariya pîşeyî ya rojnamevanên jin tê zanîn, di  heman demê de rojnamevanên jin li Tûnisê rastî êrîşên cureyên din jî tên ku nav de êrîşên aborî jî hene. Em dibînin ku bi taybetî mûçeyên rojnamevanên jin di nav dezgehên taybet de, ji ya rojnamevanên mêr kêmtir e, ji bilî kêmbûna îmtiyazên wan ên ku cewher û berpirsiyariyên wan ên civakî li ber çavan digirin ku li pêşiya wan dibe asteng ji bo pêşveçûna kariyerê. Ew jî di têkiliyên pêşxistina qanûnên Tûnisê û mafên rojnamegerên jin û parastina wan di warê aborî, civakî û qadê de yek ji pirsgirêkên herî girîng e.

Gelo qanûna kar a Tûnisê rêzê ji mafên aborî û civakî yên jinên Tûnisî re digire?

Di rastiyê de, pîvanên ku ji bo qanûna kar hatine destnîşankirin hê ne temam in û divê ji bo pêşxistina wan ji bo temînata mafên aborî yên jinan kar bê kirin. Hebûna kovareke xebatê ne bes e lê divê di nav saziyên taybet de mekanîzmayên dîjîtal bên aktîfkirin. Ji bilî aktîfkirina gelek temînatên diyarkirî yanî divê zagona kar bê guhertin ji ber ku cewhera zayenda jinan û erkên wan ên civakî li ber çavan nagire. Wek rojên betlaneya jidayikbûnê û damezrandina temînatên din ên girêdayî hebûna cihên taybet ji bo bicihkirina zarokan di nav saziyên taybet de. Her wiha pêkanîna mûçeyên wekhev, bi berçavgirtina şert û mercên bilindkirinê û erkên civakî yên jinan.

Pêwîst e ev xal di qanûnên giştî de û di asta zagonên navxweyî de bên sererastkirin û ya herî girîng jî rûbirûbûna hemû cureyên cudakariyê li dijî jinan e. Yên ku ji mafê xwe yê perwerdekirinê bêpar in, da ku pêşketineke kariyera serkeftî û asayî misoger bikin.

Tevî hebûna zagona li dijî tundiya li ser jinan, ji destpêka belavbûna koronayê ve ev rêje 7 qat zêde bûye, hûn vê bilindbûnê çawa rave dikin û gelo di mekanîzmaya cîbicîkirina vê zagonê de pirsgirêk hene?

Li Tûnisê gelek astengî hene ku rê li ber cîbicîkirina vê zagona girîng digrin, ji destpêka derxistina qanûnê ve 60 yekîne li ser mijarên tundiya li ser jinan rawestiyan û çavdêriya neteweyî ya li dijî tundiyê di bin çavdêriya Wezareta Jinan hat avakirin. Ev di warê balkişandina mekanîzmayeke ku kar li ser cîbicîkirina vê zagonê bike de bû lê cîbicîkirina wê li ser erdê gelek xal û gavên din hewce dike. Ji ber ku em hê jî bi astengiyek mezin re rû bi rû ne, dema ku jin ji bo gilîkirinê diçin navenda ewlehiyê, bi riya çend gotinan bandor li ser ramana wê çêdibe, wek nimûne; "Divê hûn li tacîzkarê xwe biborînin, her çend ew li we bide jî hûn ji bîr bikin.”

Divê bê zanîn ku jinên mexdûrên şîdetê hewcedarî lênerîna psîkolojîk û penageheke bi ewle ne ku hê hejmara wan kêm e, ji ber ku dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi keda têrker ranabe. Hin jin piştî ku giliyên xwe dikin, di hawirdoreke ne bi ewle de xwe li ber destdirêjkarên xwe dibînin û ev yek jî wan dike ber tolhildanê ku ev jî xaleke metirsîdar e. Ev her du xal di cîbicîkirina qanûnê de krîtîk in, ji ber vê yekê em dibînin ku îro cîbicîkirina qanûnê di warê mekanîzmayên temînata karîgeriya wê û kêmkirina rêjeya tundutujiyê de hê jî ne temam e.

Civaka Tûnisê hê jî xwe ji sînordarkirinên civakî û nerîna kêm a li ser jinan li hin qadan û kombûnên civakî rizgar nekiriye, ev yek jî bandoreke neyînî li ser parastina jinan di jîngeha wan a civakî û aborî de dike. Ji ber ku cîbicîkirina qanûnê pêdivî bi plansaziyeke berfireh heye ku aliyê qanûnî, derûnî û civakî yên jinên mexdûrên tundiyê li ber çavan bigire.