Weqfa Subya li parêzgeha Îsmaîliyê piştgirî dide jin û zarokan
Seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Subya ya mafên jin û zarokan Nehla El-Deba li ser xebatên komeleyê yên li hundir û derveyî parêzgehê û sedemên hejmarek qeyranên vê dawiyê yên ku bi taybetî bi parêzgehê re têkildar bûn, axivî.
ASMAA FATHÎ
Qahîre - Yek ji saziyên çalak li parêzgeha Îsmaîliyeyê ku li ser mafên jin û zarokan kar dike Subya ye. Saziyê di van demên dawî de gelek çalakiyên girîng ji xelkê parêzgehê re pêşkêş kir û heta beşdarî civînên giştî dibe, hem li Qahîreyê, hem jî li derve. Me bi seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Subya ya mafên jin û zarokan Nehla El-Deba re hevdîtin kir. Ji bo ku em der barê xebatên komeleyê yên li hundir û derveyî parêzgehê de bêtir agahdar bibin. Ji bo tesbîtkirina qeyranên jinan ên li wir, sedemên hejmarek qeyranên vê dawiyê yên ku bi taybetî bi wê parêzgehê re têkildar bûn û kêşeyên herî girîng ên ku pê re rû bi rû mabûn.
Li ser xebatên Weqfa Subyayê ji ramanê bigre heya xebatên din hûn dikarin ji me re çi bibêjin?
Ez ji sala 2005'an ve di nav civaka sivîl de dixebitim lê bêyî meyleke taybet heta ku pirsgirêka jinan û wekheviyê bala min kişand. Însiyatîfên wiha yên ku ji bo avakirina nirxên wekhevîxwaz di civakan de dixebitin tune ne. Vê yekê hişt ku ez Subyayê wekî însiyatîfek nûjen ku van xewn û ramanan digre nava xwe bifikirim. Li parêzgeha Îsmaîliyeyê ji xeynî di çarçoveya projeyên mezin de tu eleqeya xebatê tune ye û ji bo xebatên medenî jî cih tune ye. Ji ber vê jî min biryar da komeleyek ku li ser mijara jinan û wekheviyê dixebite ava bikim. Weqf bi mafên jin û zarokan, hebûna jinan û mafên wan ên bedenî û derûnî re mijûl e. Em li ser vê yekê bi gelek çalakî û bernameyên ku di nava parêzgehê de pêk tên dixebitin.
Subyayê li li parêzgeha Îsmaîliyeyê di asta hişyariya derdorê de çi pêşkêş kir?
Ji roja ku min di nava saziyê de dest bi xebatê kir ve ez baş dizanim ku beriya jin di warê aborî de bi hêz bibin, behsa mafan nayê kirin. Destpêkê divê pêşî jin karibin debara xwe ya rojane bikin piştre jî xebatên zanistî yên têkildarî pêşxistina hişmendiya gel tê. Ji ber vê yekê, me dest bi însiyatîfek bihêzkirina aborî kir ku tê de rêzek atolyeyên perwerdeyê hatin pêşkêşkirin. Di aliyê zanistî de jî xebat hatin kirin. Di saziyê de yekîneyeke piştgiriya qanûnî heye ku heta niha nêzî 250 dozan girtine. Di aliyê hişyariyê de, sazî di nava parêzgehê de bi awayekî baş hatiye naskirin û dikaribûye bandoreke mezin bike û beşdarî mijarên giştî û danişînên diyalogê yên li ser guhertinên zagonî bibe. Em bi xebata xwe hewl didin hişyariya hin têgînên şaş ên der barê wekhevî û mafên mirovan ên jin û zarokan de bilind bikin.
Parêzgeha Îsmaîliyê navê wê di krîzên van demên dawî de derketiye holê, ji wan krîza bûka Îsmaîliyê, serjêkirina zarokekî û hwd. hene. Hîn wek sazî çawa bi van pirsgirêkên dijwar re mijûl bûn?
Bi destpêkirina krîza bûka Îsmaîliyê re, me daxuyaniyek der barê tundiya li ser jinan, sedemên belavbûna wê û mekanîzmayên rûbirûbûna wê de da û heya demeke dirêj em li ser vê mijarê xebitîn. Me ji bo rastkirina axaftinên medyayê yên ku bandorê li ser hişmendiya kolektîf û çanda giştî dikin, kar kir. Subya platform û amûrên xwe yên cihêreng bi kar tîne da ku bi pirsgirêkên hawirdora xwe re mijûl bibe, bi mebesta ku guhertinên rast û radîkal li ser erdê pêk bîne.
Em dibînin ku herêmên ji paytextê dûr in, bala hikûmet û civaka sivîl nakişînin. Hûn bandora vê yekê li ser rastiya xebata meydanî çawa dibînin?
Bi gelemperî kesên ku li parêzgehan bi karên giştî re eleqedar dibin neçar in biçin paytextê, çi ji bo perwerdeyê be, çi jî ji bo hevkariyê. Bi rastî, saziyên hikûmetê û heta saziyên civaka sivîl baş guh nadin parêzgehan. Em bi gelemperî neçar in biçin paytextê da ku li ser danasîna tiştên ku em di astek mezin de dikin bixebitin. Lewre ew pirsgirêk, pêşî li hewldanan digre û bargiraniyên darayî û psîkolojîk dixe ser xwediyên wê.
Xebata li ser qeyranên herêm û parêzgehên ku carna ji hev dûr in, hedefek medyayî û propagandayê di nava xwe de dihewîne. Nirxandina we li ser nebûna ramana domdariyê ji bo piraniya xebatkarên parêzgehan çi ye?
Mixabin, ev pir rast e, di heyama berê de, ez li ser projeyek girêdayî yek ji saziyan dixebitîm û min dît ku jinên beşdar meraq dikirin ka çima haya wan ji mijarên wiha tune ye. Ez vegeriyam saziyê, bi wan re li ser fikra avakirina ofîsek ji bo wan li wir nîqaş kir ku van xebatan bi awayekî domdar bimeşînin lê ew fikir hat redkirin. Dûrbûna ji domdariyê û hebûna rasteqîn a li kolanan, nemaze li herêmên dûrî paytextê, di navbera civaka sivîl û komên hedef ên li derveyî paytextê de ferqek çêkir, ji ber ku beşek mezin ji wan wateya femînîzmê fam nakin, ji ber vê yekê ew bêyî ku hay ji cewherê karê wê hebin, êrîşî wê dikin.
Em dixwazin rastiya jinan a li parêzgeha Îsmaîliyê bêtir agahdar bin hûn dikarin ji me re bi giştî behs bikin?
Parêzgeha Îsmaîliya bajarekî biçûk e lê taxên wê mezin in û em dikarin bibêjin ku çanda wê jî mîna hemû civakê ye. Diyardeya sinetkirina jinan hê jî li parêzgehê belav e û li yek ji herêman, ev sûc ji aliyê doktoran ve tê kirin. Min raporek li dijî wan pêşkêşî rayedarên pêwendîdar kir. Li gorî statîstîkên herî dawî ku min dît, di rêjeya telaqê de parêzgeha yekem e. Di asta hişyarî û guhertina çandê de xebateke bi xîret hewce dike. Subya bi hemû hêza xwe kar dike di nav parêzgehê de.