"Tiştên tên jiyîn bêtehamuliya 8'ê Adarê ye"

Ji 24 jinên ku 3 roj berê li Amedê hatibûn binçavkirin duh 7 jê hatin girtin. Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat, pêvajoya ku biryara sînordarkirina dosyayên jinên bi hinceta beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê hatin binçavkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Di 16’ê Adarê de bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê di serdegirtinên malan de, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl û rêveberên sendîkayan jî di nav de 24 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên ku di derbarê dosyayên wan de biryara sînorkirine hat dayîn, duh 7 jin di dadgeha hatibûn derxistin de, hatin girtin. Dema ku li edliyeyê îfadeya 9 jinan dewam dikir, jinên din ên îfadeya wan hat girtin jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat, derbarê 24 jinên ku bi hinceta ‘tevlî çalakiyên 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê bûne’ hatin binçavkirin axivî, bal lê kişand ku pêvajo ji serî heta binî bê hiqûqî ye. Berfîn Polat da zanîn ku bi van binçavkirinan hewl tê dayîn jin bên bêdengkirin.

“Azadî û ewlekariya kesane hat binpêkirin”

Berfîn Polat anî ziman ku jin bi awayekî neheq û bêhiqûqî hatine binçavkirin û da zanîn ku piştî binçavkirinê yekser li ser dosyaya jinan biryara sînordarkirine hatiye dayîn. Berfîn Polat diyar kir ku jin bêyî bên agahdarkirin ji malên xwe hatine girtin û binpêkirinên di vê pêvajoyê de hatine jiyîn wiha rêz kir:

“Bêyî ku hikma di CMK 98’an de hatiye diyarkirin bi cih bînin, rasterast serdegirtin û lêgerînên li malên hevalên me yên jin hatine kirin, binpêkirina eşkere ya mafê azadî û ewlehiya kesane ye ku bi destûra bingehîn û AÎHM hatiye misogerkirin. Demên ku hevalên me di binçavkirine de derbas kirin û hemû muameleyên neheq ên ku di vê heyamê de rast hatin asta vê binpêkirinê zêde kiriye. Dîsa li dijî prensîba wekheviya çekan, mafê me yê gihandina dosyayê hate astengkirin û pêşiya xwe parastina muwekîlên me yên ku bi van sûcan re rû bi rû mane hat girtin.

“Armanc bêdengkirina jinan e”

Berfîn Polat bal lê kişand ku tevî biryara sînordarkirine jî bi pirsên ji jinan re hatine pirsîn, çalakiyên 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê yên ku jin tevlî bûne, bûye mijara sûcdarkirin û got ku jin ji ber têkoşîna jinan dimeşînin tên darizandin. Berfîn Polat da zanîn ku di vê pêvajoya ku êrîşên li dijî jinan û destkeftiyên jinan gihiştiye lûtkeyê, armanca sereke ya vê darizandinê bêdengkirin û krîmînalîzekirina jinan e.

Berfîn Polat axaftina xwe wiha domand:

“Berê jî dinavbera dîrokên 22’ê Gulana 2020’an û 5’ê Nîsana 2021’an de li dijî Komaleya Jinan a Rosayê operasyon hatibûn kirin û di encama van tacîzên daraz yên sîstematîk de gelek endam û rêveberên komeleya me hatibûn binçavkirin. Seroka komeleya me Adalet Kaya di nava sal û nîvekê de 3 caran rastî van tacîzên herî giran yê darazê hat, lê tevî her tiştî jin dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedan.”

"Tiştên tên jiyîn bêtehamuliya 8'ê Adarê ye"

Berfîn Polat axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Bi van tacîzên darazê û binpêkirinên mafan ne tenê hevalên me yên jin, heman demê ferdên din ên malbatê yên ku bi wan re li malê dijîn jî rasterast mexdûr dike. Dema ku hevalên me yên jin ên ku li dijî her cure tundiya li ser jinê têdikoşin hatin binçavkirin, di heman dîrokê de kesê ku li kolanê tundî li dijî hevjina xwe pêk anî, hat berdan. Di vê pêvajoya jin dibin hedefa polîtîkayên dijminatiya jin de ev tiştên tên jiyîn, bêtehamuliya 8'ê Adarê ye ku me bertekên xwe bi awayekî bihêz nîşan da.”

Navê 7 jinên hatin girtin wiha ne: Jale Okkan, Hazal Yildirim, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Emîne Kaya, Sakîne Karadenîz, Fatma Kavmaz, Hevseroka HDP'ê ya navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer û Esma Efşen. Li edliyeyê ku 9 jin sewqî dadgehê hatin kirin de, kar û barê îfadegirtinê hê jî didome.