Taybetmendiyên fizîkî girtin ber çavan û dosyaya mirina bi guman girtin

Li Farqînî piştî mirina bi guman a Ayşe Tayurak lêkolîna ku dabûn destpêkirin biryara girtina dosyayê dan. Di biryare de kîlo û taybetmendiyên fizîkî yên gumanbar Adem Tayurak girtin ber çav. Di biryarê de şîdeta sîstematîk a 25 salan ji nedîtîve hat dîtin û li gorî gotinên zarokên wê gotin xeyalî ne. Parêzer wê vê biryarê itiraz bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li Tirkiyeyê mirina bi guman her roja ku diçe zêde dibe û ev bûyer baş nayên lêkolînkirin weke întihar dikevin qeydan. Yek ji van jinan jî Ayşe Tayurak a dayika 7 zarokan ku li navçeya Farqîna Amedê di 8’ê Hezîrana 2021’ê de di mala xwe de bi awayek bi guman mirî hatibû dîtin. Piştî mirina bi guman piştî îfadeya zarok û cîranan, Adem Tayurakê gumanbar di 10’ê Tîrmehê de birin dadgehê û hat girtin. Di meha Kanûna derbasbûyî de li gorî rapora saziya Tiba Edlî (ATK) ev mirin weke întihar hat binavkirin û piştre gumanbar Adem Tayurak hat berdan.  
“Şîdeta sîstematîk li ber çavan nehat girtin”
Ayşe Tayurak a ku di 25 salên xwe yên zewacê de rastî şîdeta sîstematîk dihat  piştî mirina wê ya bi guman keça wê Elîf Tayurak ji ajansa me re axivî û got ku ne întihar e cinayet e û da diyarkirin ku gumanbar bavê wê Adem Tayurak e. Piştî giliyan lêpirsîna ku hat destpêkirin ji aliyê komara serdozgeriya Farqînê ve dosya hat girtin. Der barê girtina dosyaya mirina bi guman de rapora ATK’ê sedemên cuda weke hincet nîşan da.
Taybetmendiyên tewanbar ên fizîkî li ber çavan girtin
Di biryarê de şîdeta sîstematîk a ku Ayşe Tayurak dîtibû li ber çavan nehat girtin, taybetmendiyên fizîkî yên gumanbar Adem Tayurak li ber çav hatin girtin. Biryara ku serdozgeriya komarê ya Farqînê da li gorî îfadeya gumanbar û rapora ATK’ê û zanyariyên delîlên dijîtal telefonan cih girt. Serdozgeriyê îfadeyên zarokên Ayşe Tayurak bi nakok dît û îfadeyên zarokan weke barek derûnî û xeyalên zarokan bi nav kir. 
“Şîdeta ku di nava malê de dît li ber çavan nehat girtin”
Li gorî rapora ATK’ê biryarên hatin girtin wiha yne: “Mirina vê kesê ji ber sedama daliqandinê çêbûye û daliqandin ji aliyê wê ve hatiye kirin. Di delîlên tibê de jî diyar bû ku bi zorê ji aliyê kesek din ve nehatiye daliqandin.” Her wiha di biryarê de der barê îdiayên Elîf Tayurak de wiha hat gotin: “Di navbera gumanbar Adem Tayurak û Ayşe Tayurak de ji ber bûyerên şîdeta di nava malê de dadgeha bilind cih neda feraseta gumanber Adem Tayurak bi Ayşe Tayurak daye kirin.” bi van gotinan dan diyarkirin ku şîdeta sîstematîk tu bandorê li ser mirinê nekiriye. 
Di biryarê de wiha hat gotin:
Serdozgeriya ku der barê lêkolînên girtina dosyayê de; bi taybetî dilîlên şênber ên weke rapora otopsiyê, li cihê bûyerê girtina girtekan, keşf, kirokiya cihê bûyerê û fotoyan, beriya daliqandinê dema li ber çavan werin girtin, kesa ku miriye û taybetmendiyên Adem ên fizîkî (kîlo û hwd.) tê dîtin ku Adem nikare Ayşe Tayurak bi ben ve daliqîne. Îfadeyên zarokan ên ku gotibûn derman xistine nava xwarina wan jî; di dema otopsiyê de bi kesa mirî re rastî derman û madeyek wiha nehatiye. Îfadeyên zarokan ên hevnegirtî û tesbîtên li jorê dema ku tên ba hev tê dîtin ku bûyer ne kuştin întihar e. Tu tiştek ku îsbat bike Adem Tayurak Ayşe Tayurak kuştiye tune ye. Ji ber van hemû sedeman biryar hat girtin ku dosya were girtin.” 
Dê parêzer îtiraz bikin.
Parêzerên dosyayê li dijî biryara ku hatiye girtin dê serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê bidin û îtiraz bikin.