Serokê berê yê Şûbeya Kizilayê ji ber destdirêjiya li ser zarokan hat girtin

Mêrê bi navê Muharrem Aydin ku demekê li Dêrîkê Serokê Şubeya Kizilayê bû destdirêjî li zarokekê kir. Hat ragihandin ku mêrê bi navê Muharrem Aydin ê piştî bûyer derket holê şûnde hat girtin, li hemberî jina ku pê re zewiciye jî tûndiyek timî pêk aniye.

MEDÎNE MAMEDOGU

Mêrdîn – Derket holê ku li navçeya Dêrîk a Mêrdînê mêrê bi navê Muharrem Aydin ê demekê Serokê Şûbeya Kizilayê ya Dêrîkê bû li hemberî zarokek 16 salî destdirêjî pêk aniye.

Hat ragihandin ku di meha Sibatê de dema zarok biriye nexweşxanê û aniye di nav wesayîtê de destdirêjî lê kiriye. Piştî ku zarok bûyerê ji malbata xwe re vedibêje malbatê giliyê mêrê bi navê Muharrem Aydin kir.

Êrişkar hat girtin

Li gor agahiyên ku derbarê dosyayê ji çavkaniyên heremî hatiye wergirtin êrişkar piştî giliyê ku hefteyek berê hatiye kirin, hatiye girtin û bi sûcê ‘îstîsmara li hemerî zarok” hat girtin û ew şandin girtîgehê. Hate hînbûn ku malbat û zarok piştî binçavkirinê dev ji giliyê xwe berdane, tê payîn ku dozgerî di çarçoveya lêpirsînê de dosyayê ji bo bişîne cezayên giran.

Îdiaya tundiya sîstematîk a li ser jina ku pê re zewicî ye

Muharrem Aydin ê berê jî navê wî bi vî awayî li ser mijarên têkildarî êrîşên zayendî derketî û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye, di nava îdiayan de li ser jina ku pê re zewiciye jî tundiya sîstematîk bikar aniye heye.