Serdozgeriya Komarê: Biryara Peymana Stenbolê neqanûnî ye

Serdozgeriya Komarê ya Dewletê mutalaa da û diyar kir ku biryara betalkirin û vekişîna ji Peymana Stenbolê "neqanûnî" da.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku bi biryara Serokomar Erdogan, Peymana Stenbolê hatibû betalkirin û di 1’ê Tirmeha 2021’ê de bi awayekî fermî hatibû betalkirin, bi serlêdana Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ve doz hatibû vekirin. Der barê doza betalkirinê de Serdozgeriya Komarê mutalaaya xwe da. Serdozgeriyê di mutalaa xwe de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ‘ji derveyî hiqûqê’ dît. 
“Peyman bi biryara meclisê dikare bê rakirin” 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî mutalaayê parve kir. Di mutalaayê de bal hat kişandin ku erêkirin û sekinandina peymanê yan jî bidawîkirina wê bi biryara meclisê re gengaz e.