Rûniştina doza rojnameger Ayşe Kara taloqî mijdarê kirin

Rûniştina doza rojnameger Ayşe Kara ji bo amadekirina mutalayê taloqî 9’ê mijdarê kirin.

 
Amed - Rûniştina yekem a doza Rojnameger Ayşe Kara ya ji ber şopandina nûçeyan, meş, meşandina faliyetên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamtiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) û Kongreya Jinên Azad (KJA)  doz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lê hatibû vekirin hat dîtin. Ayşe û parêzerê xwe beşdarî rûniştina li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin bûn. Rûniştin bi tespîta nasnemeyê dest pê kir û bi xwendina sûcdariyên di îdianemeyê de dewam kir. Ayşe bi rêya tercuman parastina xwe bi Kurdî kir û da zanîn ew rojnameger e û ne endama KCD'ê ye. Ayşe bi lêv kir ku ew ji bo şopandina nûçeyan çûye avahiya KCD'ê û destnîşan kir ku tu eleqeya wê bi agahî û belgeyên li wir tune ye. 
Heyeta dadgehê sewala qerta Ayşe ya çapemeniyê heye yan tune ye kir. Ayşe li ser vê yekê da zanîn ew rojnemegereke serbest e û meşa Partiya Demokratîk û Aştiyê (BDP) ya 2016'an a li Mêrdînê wekî rojnamegerekê şopandiye û wê sûcên li wê hat kirin red kir. 
Meqama iddiayê di mutalayê de biryara berdewamiya şertê kontrola edlî da û qedexeya derveyî welat ranekir. Parêzer Resûl Temûr daxwaz kir ku qedexeya derveyî welat bê rakirin. 
Heyeta Dadgehê biryara navberê eşkere kir û ji bo amadekirina mutalayê ya têkildarî esasê biryar da dosya ji bo makama iddiayê bê şandin û rûniştin taloqî 9'ê Mijdarê kir.