Runiştina doza aktîvîsta TJA yê Zelal Bîlgîn taloqî 2 yê Îlonê bû

Danişîna doza Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgin a girtî tê darizandin hat dîtin û doz taloqî 2 yê Îlonê hat kirin.

Amed - Yekemîn rûniştina doza Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgin a bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" girtî tê darizandin i 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Zelal ji Girtîgeha Jinê ya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Zelalê Sîdar Gumuş û Diyar Çetedir li eywanê amade bûn. Heyeta dadgehê biryar da ku dosyaya berê ya Zelal jê dihat darizandin û ya niha bikin yek. 
Zelal di parastina xwe de diyar kir ku ew berdevka KCD'ê bû û got: "Min di nava KJA û TJA'yê de cihê xwe girtiye. Min bi awayekî çalak li dijî tundiya li ser jin û zarokan û têkildarî  îstismara zarokan xebat kiriye. Di Komeleya Rosayê de min têkildarî jinên bi tundiyê rû bi rû diman xebat dan meşandin. Komeleyên min di nava wan de cihê xwe girt têkiliya wan bi rêxistnekê re tune ne. Di çarçoveya azadiya rêxistinê de ez beşdarî van faliyetan bûme. Ez beyanên şahidên nepen qebûl nakim."
Piştre meqama îddiayê mutalaya xwe ji dadgehê re pêşkeş kir û daxwaza dewamiya girtinê kir. 
Heyeta dadgehê rûniştina duyemîn taloqî 2'yê Îlonê kir.