Rojnamegerên jin ên Misrî behsa cûdakariya zayendî dikin

Rojnamegerên jin ên Misrî diyar kirin ku saziyên çapemeniyê beşek ji civakê ne û nêrîna wan a li ser jinan qalib û ne temam e. Her wiha dan zanîn ku ji bo hilbijartin û cudakirina li gorî zayendê pîvanên zelal nîne.

ASMAA FATHİ

Qahîre - Rewşa navendên nûçeyan ji civakê ne pir cuda ye, ji ber ku di hin rewşan de cihêkarî ne li gorî pîvanên jêhatîbûn an jî şiyana dayînê ye, bi qasî ku di hin rewşan de li gorî zayendê ye. Rojnamegerên jin ên Misrî ji rewşek ku ew wekî beşek ji pêkhate û çarçoweya civakê dihesibînin êşê dikşînin, ku cûreyên cûda cûdakariya zayendî li ser bingeha zayendî pêk tîne. Her wiha ew dihesibînin ku jin ji bo bidestxistina mafên xwe yên herî bingehîn, wek bilindkirin an jî beşdarbûna di biryardanê de, pêwîste ku erkên pêwîst duqat bikin.

Di raporta jêrîn de, em ê bi dîtina rojnamevanên jin li ser tiştên ku di navendên nûçeyan de diqewimin, çi di saziyên hikûmetê de, çi di sektora taybet de, hûrgiliyên zêdetir nas bikin.

"Saziyên çapemeniyê beşek ji civakê ne û nêrîna wan a li ser jinan qalib û ne temam e"

Rojnameger Îman Auf got ku civaka çapemeniyê beşek ji civaka Misrê ye û her tim girîngiya rola jinan û karîna wan a pêşengtî û danûstandina di postên bilind de înkar dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelek jin di postên wek serokên beşan û rêvebirên redaksiyonê hene, ku xwedî arşîveke bihêz in û karên ku ne kêmtir ji mêran in û dibe ku gelek caran ji wan jî derbas bibin, lê sazî hîn qîmet zêde nade wan. Rojnamegerên jin îspat kirin ku dikarin her cure karê rojnamevaniyê pêşkêş bikin, peyamnêrên şer ên jin ên bihêz hene ku karîne şerên dijwar li Iraq, Pakistan û welatên din ragihînin. Saziyên çapemeniyê beşek ji civakê ne û nêrîna wan a li ser jinan qalib û ne temam e."

"Ji bo hilbijartin û cudakirina li gorî zayendê pîvanên zelal nîne"

Rojnameger Madlên Nadir diyar kir ku hebûna jinan di edîtoriya giştî de di çarçoveyek pir teng û qalib de pêk tê û wiha pê de çû: "Di bijartina jinan de cihêkarîyek eşkere heye, nemaze ji bo postên serokatiyê, ku tenê bi rojnameyan re sînordar nabe, têkoşînek dirêj heye bo gihandina wan wek dadgeriyê jî. Derfet peyda nabin û ji bo her du zayendan jî bi awayekî adil nayên pêşkêş kirin. Jinan şiyana xwe ya xebatê û biserketina di hemû deman de wekî mêran û belkî zêdetir jî îspat kiriye. Ji bo hilbijartin û cudakirina li gorî zayendê pîvanên zelal nînin."

"Gotinên li ser şiyana jinan ji mêran kêmtir e, ti têkiliya wan bi rastiyê re nîne"

Cîgira edîtorê rêvebir yê Weqfa Roz El-Yûsif Aliya Ebû Şahiya da zanîn civaka baviksalarî çi qas jêhatî bin û xelatên rojnamevaniyê yên navdewletî û herêmî werbigirin jî qîmetê nadin jinan û wiha axivî: "Jinan di navendên nûçeyan de karîbûn her cure pisporî û di medyayên curbecur de, di nav de deng, wêne û vîdyo pêşkêş bikin. Ez li dijî fikra kotayê me. Rêvebiriya navendên nûçeyan bi xwe guherî û êdî ne wekî berê ye û awayê perwerdekirina xebatkarên çapemeniyê jî gelek cuda bûye. Gotinên li ser şiyana jinan ji mêran kêmtir e, ti têkiliya wan bi rastiyê re nîne. Ez bi hevalekî xwe re di saziyekê de dixebitîm û tevî ku ez seroka wî bûm, wî fon ji min zêdetir digirt."