Rojnameger Sedef Kabaş hat girtin

Rojnameger Sedef Kabaş, ji ber gotinên ku ji serokomar Tayyîp Erdogan re gotibû hat girtin.

Stenbol– Li Tirkiyeyê gelek kes ji ber gotinên ku dibêjin der barê wan de doz tên vekirin û dûre jî tên girtin. Yek ji wan jî rojnameger Sedef Kabaş e. Sedef Kabaş ji ber gotinên der barê serokomar Tayyîp Erdogan de şeva borî di serdegirtina mala xwe ya li Uskudarê de hatibû binçavkirin û wê biribûn edliyeya Çaglayana Stenobolê. Piştî ku îfadeya wê ji aliyê serdozgerê komarê yê Stenbolê ve hat girtin, sewqî dadgeha nobedar hat kirin û dû re hat girtin.  
Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ve der barê Sedef Kabaş de bi sûcdariya “heqareta li serokomar” hatibû destpêkirin, li aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat dewrgirtin.