Rojnameger Meşale Tolu hat berdan

Rojnameger Meşale Tolu ya bê suc 8 mehan girtî mayî ji hemû dozan serbest hat berdan.

Stenbol – Danişîna doza rojnameger Meşale Tolu a bi hinceta “endama rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” kiriye dihat darezandin li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Di danişîna beriya niha de dozger beraeta Meşale Tolu xwestibû. Li ser mutaleya dozger Meşale Tolu ji her du doza jî serbest hat berdan.
Rojnameger Meşale Tolu ya 30’ê Adara 2017’an hatî girtin 8 mehan bê suc û sebeb girtî ma.