Roja Navnetewî ya di bin êrîşan de parastina mafê perwerdê

Li gelek deverên wekî qadên şer hatine bikar anîn ji ber şer û pevçunan bînasaziyên civakî hatine hilweşandin. Van bûyeran di serî de bandorek mezin li ser pêşeroja tevahî nifşê nû yê ci vakê zarokan kiriye. Bi taybetî jî bandorek neyinî li ser mafê perwerdehiyê yê zarokan kiriye. Ev jî bi armanca afirandina nifşekî nezan, bêjêhatîbûn û bê çand tê kirin.

Navenda Nûçeyan – Di nava şer û pevçûnên her roja diçe mezin dibin de ji aboriyê heya rewşa civakî gelek qeyîranan bi xwe re tîne. Yek ji wan jî bêparmayîna zarokan ji mafê perwerdê ye ku di nava rewşên şer de bi miliyonan zarok ji mafê xwe yê perwerdê bê par dimînin. Li herêmên tevlîheviya şer têde qewimîne mafên zarokan ê perwerdehiyê nayê misoger kirin, ji ber vê yekê Komeleya Giştî ya Perwerdê ya Netewên Yekbûyî 28'ê Hizêrana 2020'an 9'ê Îlonê weke Roja Navneteweyî ya Parastina Mafê Perwerdê ragihand. 
Komeleyê bi minasebeta vê rojê bal kişandin ser rewşa ku 75 milyon zarokên temenê wan di navber 3 heya 18 salî de li 35 dewletan di rewşek ne aram bêyî hebûna mafê xwendinê dijîn. Komeleyê bang li UNESCO û UNİCEF kir ku wêneyên zarokên liwelatên ku êşa şer têde hatiye jiyîn ragihînin. UNESCO, UNICEF, Qatar û saziya Perwerdehiya Berî Her tiştî ji bo pîrozbahiyên yekem ên vê rojê şahî organîze kirin.
Di van pênc salên dawî de, hejmara kualîsyona cîhanî a parastina perwerdehiyê ji êrîşan tekez kir ku  komên çekdar li 17'e welatan zarokên dibistanê tevlî artêşê kirine. Li 34 welatan jî dibistan û zanîngeh weke depoyên çekan bi kar anîne. Di rewşên aloz de bi qasî 22 hezar xwendekar û mamosta jiyana xwe ji dest dane. Li 92 welatan bi giştî 11 hezar êrîş li ser dibistanan hatine kirin.