Rastiya cihêkariyê û bandora wê li ser perwerdeyê
Yek ji mijarên dijwar jî rastiya cihêkariya zayendî ye, ku dibe ku li pêşiya xwendin û xebata jinan bibe astenig û herî zêde li gundan belav bûye û pêwîsî bi hişyarî û xebatê heye ji bo guhertina çanda serdest.
ASMAA FATHI
Qahîre – Digel polîtîkayên zayendparêziya civakî ya ku bi taybetî li Rojhilata Navîn girêdayî aloziya ku her ku diçe li heremê tê kurkirin, cihêkarî jî her ku diçe di hemu qadên jiyanê de xwe nîşan dide. Lewra cihêkariya ku bi aqilê mêr tê meşandin, bi pergala dewletê tê kûrkirin. Ev rastiya ku li hemu qadên jiyanê de bi awayekê zanebûn û bi şerê taybet a li ser jinê tê kûrkirin, herî zêde jî bandorê li ser jiyana jinan dike.
"Min ji birayê xwe nefret kir û min got xwezî ez kur bama"
Muna Ebd El-Elîm diyar kir ku birayek û du xwişkên wê hene û wiha pê de çû: "Diya min piştî sê keçan zarokek kur anî dinyayê. Bavê min pir ji birayê min hez dikir û di her tiştî de wî ji me tercîh dikir, ji xwarina ku jê re dihat pêşkêşkirin heya kestina wî ya dibistanê ya ku em hemû jê hatin mehrûm kirin. Birayê min tundî li min dikir û nehişt ez bi xortê ku min jê hez dikir re bizewicim û min bi xortekî din re zewicandin. Min gelek caran bi nefreta birayê xwe hîs dikir, ji ber ku ez ji her tiştî ji bo berjewendiya wî, heta çûyîna dibistanê û heta mîrasê jî bêpar mam. Ez nizanim çima em hene, rola me tenê bi peydakirina hewcedariyên wan ve sînorkirî ye an divê em tiştê ku ew jê hez dikin bijîn. Min digot xwezî ez kur bama. Hevjînê min ji bav û birayê min ne cuda ye, hemû hewl didin ku em negihêjin xewna xwe."
"Li gelek gundan nahêlin ku keç bixwînin an jî bixebitin"
Endezyar Ebîr Ebd El-Rehman, ku li Navenda Pêşkeftina Teknolojiyê ya Rêveberiya Perwerdehiyê li parêzgeha Qena ya li Misrê dixebite wiha got: "Cihêkariya zayendî pir berbelav bûye, lê ji navendan zêdetir li gundan heye. Li gelek gundan nahêlin ku keç bixwînin an jî bixebitin û wan ji hemû mafê wên bêpar dihêlin. Jinan ji xwendinê dûr dixin da ku ew mafê xwe yê mîras nizanibe û daxwaza mafê xwe neke. Gihîştina jinan a li cihên biryargirtinê îmkanê dide wan ku nêrînên xwe bînin ziman."
Wê biryara telaqê da û vegerya xwendinê da ku zarokên wê bi wê serbilind bibin
Îman Receb behsa rewşa xwe û zehmetiyên ku kişandine kir û wiha axivî: "Ji zaroktiya min de malbata min biryar dan ku ez qet neçim dibistanê û tercîh kirin ku min bizewicînin. Ez zewicîm û du zarokên min çêbûn. Min di pirtûkxaneyê de kar dikir. Hevjînê min tundî li min dikir. Rojekê di pirtûkxaneyê de dema ku min malzemeyên dibistanê û çend pirtûk difirot, jineke 55 salî hat cem min û min qet hîs nekir ku ew ji min mezintir e, tevî ku ez bi qasî 20 salan biçûktir bûm û wê ji min qala perwerdê û pêwîstiya wê kir, ez ji axaftina bi wê re pir kêfxweş bûm û min xwest ku ez her roj wê bibînim. Dema ez vegeryam malê hevjînê min li min xist û heqaret li min kir, min wê demê ji xwe pirsî ez çima li vê malê me, ji bilî zarokên xwe min ti sedamên din nedît, zarokên min jî êdî mezin bûne û dikarin berpirsyariyê bigirin ji ber vê yekê min biryara telaqê da. Ez çûm ku li yek ji pirtûkxaneyên mezin bixebitim û min biryar da ku ez vegerim xwendinê û îro ez di projeya xwe ya piçûk de dixebitim. Ez ji daxwaza wan rizgar bûm û niha ez tiştê ku jê hez dikim dikim û zarokên xwe dibînim û wê sibê zarokên min bi tiştê ku min bi dest xistiye serbilind bin."