Rastî û kêşeyên hebûna femînîst di sendîkayan de
Sendîkayên Cezayîrê di perwerdekirina karkerên jin, belavkirina hişmendiyê, bi taybetî têkildarî mafên wan a di qada kar û çareserkirina pirsgirêkên wan de rolek girîng dilîzin.
NECWA RAHİM
Cezayîr - Sendîka hewl dide pirsgirêkên karkeran çareser bike, lê hebûna wan ji ber gelek ramanên civakî, di nav de adet û zîhniyeta civaka Cezayîrê, tê asteng kirin. Reformên salên 1990’an ji ber gelek sedeman, wekî serdestiya sektora xizmetguzariyê û pîşeyên lîberal, piçûkbûna saziyan, rêbaza kevneşopî ya kirêkirin û rêvebirinê û zîhniyeta baviksalarî ya kardêran li hember karmendan, rê li ber derketina ezmûnek sendîkayî ya yekta girt.
Tevgera sendîkayan di sektora taybet de piraniya hêza kar li Cezayîrê temsîl dike, ji ber ku ji sedî 61 ji hêza kar, ango 6.95 mîlyon karkerên mêr û jin, li gorî Ofîsa Statîstîkên Neteweyî dixebitin.
Çalakiya sendîkayî li Cezayîrê di navbera têkoşîna bi rêveberiyê re û redkirina civakê de ye
Cîgira Komîteya Niştimanî ya Jinên Karker di Sendîkaya Neteweyî de Zeyneb Belhamel hebûna nûnerên sendîkayan di nava saziyan de red kir û wiha got: "Nakokî û redkirina eşkere ya hebûna sendîkavan bi giştî heye. Têkilî bi kardêran re xirab in. Çalakiya sendîkayan dem û hewldan hewce dike, wek tevger û bi şev beşdarî civînan. Civak jî xebata sendîkayan teşwîq nake û wê wekî karekî siyasî dihesibîne û rêveberî jî hewl dide li dijî xebata sendîkayan îzole bike. Her roj em rastî zextan tên, carinan em digihîjin asta ku li baxçeyê giştî bixebitin. Jinên sendîkavan ji aliyê rêveberiyê ve rastî tacîzê tên û ev jî ji ber lawazbûna avakirina rêveberiya Cezayîrê û nezanîna qanûna kar e. Di rêxistinên sendîkayan de hebûna femînîst pir kêm e. Lê li gorî mêran jin wek endam çalaktir in û di warê nûnertiya karkeran de jî piraniya wan mêr in."
Hebûna jinan di sendîkayan pêşketiye û jimar û statîstîkên li Cezayîrê diyar dikin ku di sala 2000'an de Enstîtuya Neteweyî ya Lêkolîn û Lêkolînên Sendîkayan 62,000 sendîkavan perwerde kirine, ku ji sedî 40 ji wan jin bûn.
Di nava rêxistinên sendîkayan de kêşe û astengiyên li pêşiya jinan
Derbarê amarên Yekitiya Giştî ya Karkerên Cezayîrê de, endamê Encûmena Niştimanî ya Serbixwe ya Mamostayên Xwendina Navîn û Teknîkî ku bi sendîkaya “El-Knabest” tê naskirin, Hicra Nayt wiha got: "Li gorî salên berê, di nûnertiya jinan de pêşkeftinek berbiçav heye, lê wergirtina wan di postên bi prestîj de pir hindik e, jin tenê wekî navbeynkar di navbera karkeran de tevdigerin. Li navçeya Bejayê ya li rojhilatê Cezayîrê 48 jinên sendîkavan hene. Sendîkayên jin di nava rêxistinan de rastî gelek kêşeyan tên ku kar û xebatên wan asteng dikin û rêya kariyera wan tehdîd dikin. Sendîkayên Cezayîrê di perwerdekirina karkerên jin, belavkirina hişmendiyê, bi taybetî têkildarî mafên wan di qada kar de û çareserkirina pirsgirêkên wan de rolek girîng dilîzin. Yek ji astengên herî girîng ên li pêşiya sendîkavanan nebûna jinan di navendên biryargirtinê de an jî maseya diyalogê ye û di zagona kar an jî peymanên kolektîf ên sazî û dezgehan nebûna bendekî ku tacîza li cihê kar sûcdar dike."
"Berpirsiyariya ducarî ya jinan nahêle ku ew tevlî rêxistinên sendîkayan bibin"
"Komîteya Kar a Neteweyî destkeftiyek neteweyî ye ku divê were parastin"
Sendîkva û endama Komîteya Neteweyî ya Jinên Kedkar a Yekîtiya Giştî ya Karkerên Cezayîrê Sûad Şerît da zanîn ku jin di nava komên muzakereyê de cih nagirin û wiha anî ziman: "Hebûna jinan di asta muzakereyê de destkeftiyek e ji bo parastina wan di nava civaka kar de. Yekîtiya Giştî ya Karkerên Cezayîrê bi rêgezên xwe hewl dide ku dadmendiya civakî û derfetên wekhev pêk bîne û mafên maddî û manewî yên karkerên jin û mêr biparêze. Lê axaftineke siyasî maye ku pêdivî bi mekanîzmayên ku hin ji wan di damezrandina Komîteya Neteweyî ya Jinên Kedkar de hene. Komîteya Neteweyî ya Jinên Kedkar, ku di Adara 2002'an de hat damezrandin, karîbû çend destkeftan ji bo karkerên jin bi dest bixe, di nav de beşdarbûna di derxistina qanûnên sûcdarkirina tacîzê li cîhê kar. Berpirsiyariya ducarî ya jinan nahêle ku ew tevlî rêxistinên sendîkayan bibin. Komîte weke mekanîzmayeke tevlîkirina jinan di nava sendîkayan de tê dîtin û hewl dide ku polîtîkaya wekheviyê di nava rêxistinê de aktîv bike. Gotûbêja sendîkayî axaftineke reaksiyonê ye ku mêran dikişîne û tezên alternatîf pêşkêş nake û pirsgirêkên jinan ne xema wan e. Ez bawer dikim ku siberoja jinan di rêxistinên sendîkayan de li Cezayîrê dê baştir be. Pirsgirêkên jinan pirsgirêkên civakê ne."