Pirsgirêkên jinan li Îsmaîliyeyê tên paşguhkirin

Pirsgirêkên jinan di xebatên saziyên sivîl ên li parêzgeha Îsmaîliyeyê de bi giranî tên paşguhkirin. Li ser jinan û pêdiviyên wan bi rêjeyek mezin marjînalbûn heye, nemaze yên girêdayî xurtkirina hebûna wan û amûrên beşdarbûna di navendên biryardanê de.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Weke gelek deran li Îsmaîliyeyê jî mijarên têkildarî jinan tên paşguhkirin. Ev yek jî dibe sedem ku di gelel rewşan de marjînalbûn çêbibe û pêşî li çareseriyê digre.

Parêzer Şeyme Xezalî got ku ew hebûn û bandora civaka sivîl li parêzgeha Îsmaîliyê li ser pirsgirêkên jinan nabîne, ji bilî çalakiya hejmarek partiyan di hilbijartinên Meclisa Gel û Meclisa Şêwrê de Ji bo ku dengên namzedên xwe zêde bikin û wiha pê de çû: “Di xebatên saziyên sivîl ên li parêzgeha Îsmaîliyeyê de pirsgirêkên jinan bi giranî tên paşguhkirin. Gelek komîteyên girêdayî partî û saziyan ku bi navê "Komîteya Jinan" hene lê li ser erdê bê bandor in û tiştekî nadin. Tevî ku jin bi xwe barê lêgerîna mafên xwe digrin ser milên xwe jî civaka sivîl û saziyên pêwendîdar ên hikûmetê daxwazên jinan li parêzgeha Îsmaîliyeyê pêk naynin û destekê nadin kapasîteya wan a rast û têr ku bigihîjin cihên biryardanê.”

‘Civaka sivîl û saziyên hikûmetê alîkariya jinan nakin’

Şeyme Xezalî diyar kir ku encûmenên pispor hene, di nav de Encumena Niştimanî ya Jinan, Dayik û Zarokan û gelek encumenên din ku dem bi dem xizmetguzariyê pêşkêşî jinan dikin hene û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Gelek sazî hene ku atolye û perwerdeyê pêşkêş dikin û ez beşdarî yek ji wan bi Weqfa Parêzerên Jin ên Misrê ji bo Mafên Jinan bûm.”

Astengiyên ku jin di dema hilbijartinan de bi wan re rû bi rû dimînin

Şeyma Xezalî anî ziman ku dema ku ew tevlî hilbijartinan li parêzgeha Îsmaîliyeyê bû bi gelek astengiyan re rû bi rû ma û wiha axivî: “ Ji astengiyên ku ez rastî wan hatim ew e ku ji 20 salan zêdetir e ku tu jinek li ser kursiya yekîtiyê rûneniştiye, ji bilî xwezaya civaka derdorê ku beşdariya jinan di hilbijartinan de qebûl nake. Çanda neyînî ya li hemberî jinan her kesî dihewîne, ne tenê bi mêran re sînordar e, lê jinan jî piştgirî neda me, heta Encumena Niştimanî ya Jinan û saziyên din jî ên bi alîkarî û hêzkirina jinan re têkildar in. Ji ber ku ez jin im astenga herî mezin e li pêşiya serkeftina min di hilbijartinên sendîkayan de.”

Karmenda bi navê Cemîla El-Silêmanî ku nexwest ku navê wê yê rast were eşkere kirin got ku ew bi hevaleke xwe re çûye çend saziyên ku piştgiriyê didin jinan, da ku gilî li rêveberê xwe bike lê piştgiriya wan nehat kirin û wiha anî ziman: “Mûçeyên me kêm kirin û dema ku wan ji me re got ku divê em gilînameyek îmze bikin, me zanibû ku ev yek dibe ku karê me di saziya ku em tê de dixebitin bixe xetereyê û ez jinek berdayî me û debara malbata xwe dikim nikarim bêkar bimînin ji ber vê yekê ez bêdeng mam.”

Huda Mihemed da zanîn ku sazî deriyên xwe vedikin ku gilî û gazincên her kesî werbigirin û wiha got: “Malbata min nedhiştin ku ez xwendina xwe berdewam bikim, min serî li saziyek ji saziyan da û midaxale kirin ji bo zextê li malabat min bikin da ku ez xwendina xwe bidomînim û bi rastî jî piştî ku malbatê fêm kir ku dibe ku bikeve destê qanûnê, hiştin ku ez xwendina xwe bidomînim. Mafê malbatê nîn e ku keçê ji gelek mafên wê bêpar bike di hikûmeteke ku xwedî qanûnek e ku piştgirî dide mafên jinan tune ye.”