Pêvajoya karantînayê ya 15 rojan ji bo girtiyên nexweş vediguhere îşkenceyê!
Pêvajoya karantînayê ya 15 rojan a ku 2 sal in li girtîgehan tê pêkanîn, pêvajoyên dermankirina girtiyên nexweş vediguherîne îşkenceyê. Girtiyên ku piştî ji nexweşxaneyê vedigerin 15-20 rojan di karantînayê de dimînin, piraniya caran nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînin. Xizmên girtiyan daxwaz dikin ku ev pêkanîn bi awayekî ku bandorê li girtiyên nexweş neke bê sererastkirin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Piştî ku di 11’ê Adara 2020’an de li Tirkiyeyê tedbîrên Kovid-19 dest pê kirin, li girtîgehan bi hinceta “ewlehiyê” gelek rêgez hatin danîn. Tevî ku 2 sal derbas bûne jî jiyana ku li derve asayî bûye, li girtîgehan hê asayî nebîye. Li girtîgehên ku qedexeya hevdîtina vekirî di meha Kanûna borî de hat rakirin, rêgeza karantînayê ku piştî vegera ji nexweşxaneyê, di navbera 15 û 20 rojan de diguhere tê pêkanîn, hê berdewam dike. Prosedûra ku tê pêkanîn herî zêde bandorê li girtiyên nexweş dike, girtiyên nexweş ên ku bi berdewamî neçar in biçin nexweşxaneyan ji ber karantînaya ku di vegera ji nexweşxaneyan de tê pêkanîn naxwazin biçin nexweşxaneyan. Girtiyên nexweş ên ku diçin nexweşxaneyan jî di pêvajoya karantînayê de bi tena serê xwe di hucreyê de tên girtin. Her wiiha di nava du mehan de 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Prosedûrên ku tên pêkanîn herî zêde bandorê li ser girtiyên nexweş dikin. Di nava du mehan de 6 girtiyan hinek ji wan ji ber nexweşiyê hinekan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên herî dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), hê jî li girtîgehan hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Xizmên girtiyan ku xwestin bibin dengê girtiyên nexweş li Amed û Wanê dest bi "Nobeta Edaletê" kirin.
"Rojên xwe di karantînayê de tenê derbas dike"
Xizmên girtiyan ên ku di nobetê de ne bertek nîşanî karantînaya ku ev 2 sal in tê pêkanîn dan, xwestin pêkanîneke ku kêmtir bandorê li girtiyên nexweş bike, bê pêkanîn. Necîme Yaşaer a ku kur û hevjînê wê girtî ne, diyar kir ku hevjînê wê ji ber nexweşiya xwe her dem diçe nexweşxaneyê. Necîme Yaşaer diyar kir hevjînê wê ji ber ku çûye nexweşxaneyê di pêvajoya dawî de 8 mehên xwe di karantînayê de derbas kiriye, wiha got: “Hevjinê min nexweş e û ji ber nexweşiya xwe hertim diçe nexweşxaneyê. Dema diçe nexweşxaneyê û vedigere, 15 an jî 20 rojan di karantînayê de dimîne. Dema ku ji nexweşxaneyê vedigere, piştî ku karantîna wî bi dawî dibe, dîsa diçe nexweşxanê, paşê dîsa dikeve karantînayê, ev pêvajo bi vî rengî dirêj dibe.
“Li tu derê cîhanê kes vê yekê qebûl nake”
Necîme Yaşaer a diyar kir ji ber hevjînê wê nikare bi tena serê xwe li girtîgehê pêdiviyên xwe bi cih bîne, naxwaze di karantînayê de bimîne û got, "Ji ber ku ev pêvajo wekî mecbûrî tê nîşandan, naxwaze biçe nexweşxaneyê û dermankirina wî tê astengkirin. Ji min re dibêje bila çi ji min were bila li gel hevalên min were. Kurê min li Dîlokê û hevsera min jî li Trabzonê girtî ye. Ji ber dûrbûnê ez nikarim hertim serdana wan bikim. Li Tirkiyeyê qanûn tune ye. Edaleta ku em dixwazin jî tune ye, lê em ê vegotina vê berdewam bikin. Li tu derê cîhanê kes vê yekê qebûl nake."
“Qanûn çi be bila ev bê pêkanîn”
Xizma girtî Încî Guler Altindag jî anî ziman ku di nobeta 2 mehan de hikûmet li hemberî wan ker û kor e, bal kişand ku girtî bi salan e di bin zext û zordariyê de dijîn. Încî Guler Altindag diyar kir ku pêvajoya dermankirinê ya girtiyên nexweş li girtîgehan veguheriye îşkenceyê û wiha axaftina xwe domand: “Bila zarokên me berdin, em ê wan tedawî bikin. Bila girtiyên nexweş ên giran berdin. Qaşo ew wan dibin nexweşxaneyê lê wiha hîn xirabtir dibin. Piştî rakirina nexweşxaneyê 20 rojan di karantînayê de dimînin. Ji ber vê pêvajoyê girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyê. Dê kesek bi nexweşiya giran bi tenê di karantînayê de çi bike? Em bang li her kesê dikin û dibêjin em jî zarokên me jî mirov in. Qanûn çi be bila be divê bê pêkanîn, di zagonan de çi hebe bila ew bê pêkanîn. Bila dawî li vê bêedaletiyê bînin.”