Parêzerê jina ciwan İntîsar El-Hemadî hat tehdîd kirin

Parêzerê jina ciwan a Yemenî İntîsar El-Hemadî, Xalid El-Kemal ji ber ku parastina miwekîla xwe ya bê sedem dibin çavan de tê girtin dike hate tehdîd kirin. Her wiha Nivîsgeha Dozgeriya Sana yê, ku di bin kontrola koma Ensar Elah El-Husîyîn de ye, pêşniyara berdana jina ciwan İntîsar El-Hemadî red kir.

NÛR SİRÎB
Yemen - Di meha Sibata bûrî de İntîsar El-Hemadî di gel hevalên xwe Yasimîn û Yusra El-Muqedem, li kolanek ê bajarê Sana yê hatin girtin û ji bo lêpirsînê bi bê zagonî ew birin girtîgehek nediyar.
Parêzerê İntîsar El-Hemadî, Xalid El-Kemal, ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ji ber ku min doza İntîsar El-Hemadî dişopand rastî gefan hatim û min ev yek ji Komeleya Parêzera re ragihand."
Der barê îdiayên li ser İntîsar El-Hemadî didin nîşandan de jî, parêzer Xalid wiha got: "Ti sucê miwekîla min tune ye, ew jinek ciwan û bêgunehe, li kolanê bi bê hiquqî hate girtin. Daxwazên serbestberdan wê hene, lê Nivîsgeha Dozgeri ya Sana yê, ku di bin kontrola Koma Ensar Elah El-Husîyîn de ye, ev daxwaz red kir. Ez hêvî dikim ku rêxistinên civaka sivîl dê rabin û bi baldarî piştgiriya miwelîla min bikin."
Çavkaniyên mafên mirovan piştrsat kirin ku rewşa psîkolojîj a İntîsar El-Hemadî xirabe. Tevî kampanyayên ku ji hêla çalakvanên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan ve li Yemenê hatine dest pê kirin, rayedarên Sana yê, binçavkirina jina ciwan İntîsar û hevalên wê heya vê kêliyê berdewam dikin.