Parêzer Çîgdem Sevîmlî: Daxwazên parastinê yên jinan tên redkirin

Parêzer Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku di 20 Adara 2021’ê de piştî ku Peymana Stenbolê ji aliyê serokomarê Tirkiyeyê ve hat feshkirin, nêzîkatiyên li dozên tundiya li ser jinan, di darazê de guherîne, mînaka herî berbiçav redkirina tedbîr û daxwazên parastinê ye. Çîgdem Sevîmlî, destnîşan kir ku biryarên tên girtin ji bo jinên rastî şîdetê tên wek dezavantaj tên nîşandan.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Peymana Stenbolê ku yekemîn peymana navneteweyî ya mecbûrî ya pêşîgirtina li her cure şîdeta li ser jinan e piştî ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat betalkirin jinan li seranserê Tirkiyeyê li hemû platforman bertekên xwe anîn ziman. Hat diyarkirin ku piştî 1’ê Tîrmehê ku peyman bi awayekî fermî hat betalkirin, gelek caran biryarên parastin û tedbîrê, yên ji bo jinên rastî şîdetê hatine, hatine redkirin. Hat hînbûn ku biryarên parastinê yên nehatine redkirin jî wekî 7 roj bê erk hatine dayîn. Rêvebira Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Çîgdem Sevîmlî pêvajoya ku piştî betalkirina peymanê di darazê de bi pêş ket nirxand û diyar kir ku vê guhertinê zilaman xistiye bin zirxên bêcezatiyê.
"Peyman di têkoşîna li dijî tundiyê de çarçoveyek xêz dike"
Çîgdem Sevîmlî anî ziman ku peyman dli welatên din ji bo aliyên şîdeta li ser jinan çarçoveyek xêz dike û da zanîn ku bi peymanê re li gorî şert û mercên şîdeta li ser jinan qanûnên nû derdixin û tedbîrên nû digrin. Çîgdem Sevîmlî, destnîşan kir ku peyman di çarçoveya têkoşîna bi vî rengî ya li dijî şîdeta li ser jinan de çarçoveyek xêz dike û destnîşan kir ku ew rê dide li qadên ku di vê wateyê de kêmasiyek heye rêziknameyek nû were çêkirin.
"Peyman xeta jiyana jinan bû"
Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku piştî bidawîbûna Peymana Stenbolê bi qanûna hejmara 6284'an re berdewam kirine û destnîşan kir ku ev qanûn bêhtir pratîkî ye. Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku di vî warî de gelek pirsgirêkên wan hene û got; “Tundiya li ser jinan bi taybetî ne statîk e. Piştî ku ev tundî zêdetir xuya bû, ji ber ku rêziknameyên berê qada raya giştî hinekî din parast qaîdeyên li ser qada taybet hinekî kêm bûn. Di peymanê de li ser şîdeta di qada taybet de rêgezên nû hatin danîn. Her wiha di vî warî de erk dan dewletên alîgir. Ji ber ku em hê jî vê biryarê nas nakin, em wekî ku peymanek heye tevdigerin. Ev peyman xeta jiyana jinan bû. Piştî peymanê em bi qanûna bi hejmara 6284'an a “Parastina Malbatê û Pêşîgirtina Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê” parastinê dikin. Ev qanûn hê di meriyetê de ye lê di xala bicihanînê de em rastî gelek zehmetiyan tên.”
“Daxwazên parastinê yên jinan tên redkirin” 
Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku wan di xalên ku di dozan de asê mane, bi amajekirina peymanê parastinek kirine û piştî vekişînê valahiya herî mezin ji bo wan çêbûye. Çîgdem Sevîmlî der barê mijarê de wiha got: “Em niha di rêziknameya 6284’an de asê mane. Ev jî zagonek pir bi nirx e lê dibe ku di hin xalan de kêmasî hebe. Piştî vê biryarê me hinek agahî girtin. Em nikaribûn vê yekê ragihînin lê me gelek rapor bihîstin ku biryarên parastinê demên pir kurt bûne. Demên parastinê yên wekî 7 rojan bi rengekî ku qet naxebite tên dayîn. Dema ku em van deman dihesibînin, dibînin ku ev biryar bi tevahî biryarên bêfonksiyonel in. Me gelek agahî girtin ku tedbîrên parastinê jî rasterast hatine redkirin. Hin dadgeh biryara parastinê di cih de red dikin.”
"Dadgeh di biryara parastinê de li delîlên şênber digere" 
Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku her çend delîlên şênber nayên lêgerîn jî dema ku delîlên şênber tunebin dadgeh biryarên parastinê red dikin û diyar kir ku bi van biryaran re jî şewqvedana vekişîna ji Peymana Stenbolê ya darazê bi zelalî tê dîtin. Çîgdem Sevîmlî diyar kir ku biryarên hatine girtin li ser jinên mexdûrên şîdetê kokê çêdike û wiha got: “Redkirina tedbîrên parastinê ji destpêkê ve şok e. Piştî betalkirina peymanê dîsa dayîna dewreyên tedbîrê kurt şokeke din a li ser jinan e."
"Biryarên hatine girtin zilam bi zirxên bêcezatiyê diparêzin" 
Çîgdem Sevîmlî bi van gotinan tiştên ku qewimîn bi gotinên; "Hem berê û hem jî di pêvajoya heyî ya Peymana Stenbolê de di mijara binpêkirin û di pêkanîna biryarên parastinê de astengî derketin" di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Ev astengî bi heman awayî berdewam dikin. Lê me wek parêzer dît ku piştî peymanê pirsgirêk an jî helwesta darazê gelek guherî. Ev guhertin ji bo jinan kêmasî û ji bo mêran jî avantaj e. Dema em li pêvajoyeke niha dinêrin, dema ku jinên mexdûrên şîdetê serî li yekîneyeke darazê yan jî cihekî din didin, her çend pêşî li mêr neyê girtin jî di civakê de rewş wisa bûye ku ger hewl bide jinan aciz bike wê were cezakirin. Her wiha jin fêrî serlêdanên ji bo tedbîr û parastinê bûn. Tecrubeya van mêr li cihekî sînordar dihişt. Lê belê em dikarin bibêjin ku ger biryarên parastinê neyên dayîn û di binpêkirinan de pêvajo sist bibe, ev rewş ji darazê rehetiyê dike û em dikarin bibêjin ku zilam bi zirxên bêcezatiyê tê pêçandin." 
"Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin" 
Parêzer Çîgdem Sevîmlî, diyar kir ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û wiha axivî; “Em dibînin ku êdî pêvajoyek îxracî namîne. Em serlêdanên xwe li ser bingeha xala qanûnê ya 6284’an dikin. Em vê biryara vekişînê nas nakin û di her qadê de îfadekirina peymanê didomînin. Li ser vê yekê em hê jî daxwazên xwe yên tevlibûna dosyayan pêşkêş dikin. Bêguman, dadgehan gav bi gav dest bi paşguhkirina vê yekê kirin. Em pêvajoyan di çarçoveya xala 6284’an de dişopînin. Ji ber ku em rêxistinek mafdar in û em di qada dadrêsî de cih digrin, ev pêvajoya ku em niha di xebata xwe de armanc dikin ev e."