Nefeqe çi ye, çi nîn e?
Mafê nefeqeya jinan ji rojeva mêran dernakeve. Hin ji wan mêrên “mêxdûr” çi di dest wan de hebû firotin; hinekan gurçikên xwe derxistin bazarê, hinek jî di nava xizaniyê de bêçare ne. Mêrên ku heta TBMM’ê çûn û dengê xwe bilind kirin, di her firsetê de “mexdûriyeta” xwe tînin ziman. Bêguman wekîlên li meclisê jî vala namînin, li hemzayendên xwe guhdarî dikin û amadekariya zagonan dikin lê tu hincet rastiyê nîşan nade!
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Fikra rakirina mafê nefeqeyê, bi çalakiyên mêrên ku xwe “mexdûr” nîşan didan hat nîqaşkirin. Rojnameya Akît bi hevokên “Jin ji bo nefeqeyê hevjînê xwe berdidin” dengê mêran
da bihîstin. Piştî demek kurt, rakirina nefeqeyê ket rojeva wezîran û wan bi dorê daxuyanî dan, gotina dawî dîsa serokomar Erdogan got. Dema ku behsa plana xwe kir diyar kir ku ew ê pergala nefeqeyê jî bikin rewşeke “adil.”
Nîqaşên li ser rakirina nefeqeyê di esasê xwe de ji sala 2016’an ve didomin. Di rapora ku ji aliyê “Komîsyona Pêşîlêgirtina Hevberdanê” ve hatiye amadekirin de, mafê nefeqeya ji bo jinan, bi dema zewacê re tê girêdan û tê xwestin ku kêm were dayîn. Ji bo ku jinên ku dibêjin “Ger ez berdim, ez ê çawa bijîm” dev ji hevberdanê berdin hin gavên ku werin avêtin hatibûn rêzkirin. Her wiha komîsyonê zagonek nû pêşniyar kiribû. Li gorî wê ger ku jin di nava salek an jî du salan de doza parvekirina mal venekin dê mafên xwe bi temamî ji dest bidin.
Zagon çawa ye?
Benda 175. a Zagona Medenî, nefeqeya xizaniyê, mukelefiya “aliyê ku ji ber hevberdanê xizan bibe” ji ailyê din bi qasê hêza madî bixwaze digre bin humkê xwe. Di zagonê de yên ku vî pereyî digrin wekî “alî” tê zanîn jî di civakî de jin in. Bersiva pirsa “Çima jin?” qet jî zor nîn e lewre jin li gorî mêran pir kêm dixebitin li Tirkiyeyê. Mêr nahêlin ku jin bixebitin, sîgortaya wan tune ye û bêdadiya di warê mûçeyê digrin, nîşan didin ku di rewşa hevberdanê de dê jin bikevin rewşeke çawa. Ji derveyî vê, rol û bandora polîtîkayên hikûmetê yên jinan dixin malê û behsa hejmara zarokan dikin jî heye.
Nefeqe çima maf e?
Ya ku di rastiyê de tê xwestin were guhertin ew e ku nefeqe “heta dawiyê” were xwestin. Belê nefeqe çi ye? Destpêkê divê were zanîn ku nefeqe ji bo jinan “wisa ji xwe re xwe dirêj bikin û razên” nîn e; maf e. Baş e lê çima? Polîtîkayên zayendperest jinan mehkûmê nava malê dikin. Pergaleke ku jin bikaribin tê de li ser piyên xwe bisekinin, ji xwe e bixebitin tune ye. Ji ber ku rolên zayendiya civakî di roja me her dema derfetê dibînin tên nîşandan, karkeriya li malê, nedîtina keda tê dayîn bêmafiya herî mezin e. Li aliyê din ji her 5 jinan 1 heta dawiyê naçin dibistanê. Bêkariya jinan êdî heta tu bibêjî her roja diçe zêdetir dibe. Rêjeya îstîhdama jinan, ji nîvî mêran jî kêmtir e.
Nefeqe çawa tê hesabkirin?
Nefeqe di ser beyankirina mal de tê hesabkirin. Xala zagonê jî bi awayê vekirî dibêje “dema aliyek dewlemend dibe, aliyê din jî bi awayê ku dewlemend nebe bi heqaniyet tê diyarkirin.” Ango dest nadin ser hemû malê tu kesê. Jixwe dadger jî biryarên ku mêran mexdûr bikin îmze nakin lê em wan mêrên qurnaz ên ku ji bo nefeqe nedin mala xwe, wesayida xwe didin ser kesên din û hebûna xwe kêm nîşan didin baş dizanin.
Çiqas nefeqe didin jinan?
Li gorî hiqûqnasan nefeqeya didin jinan di navbera 300 an jî 400 de ye. Bifikirin di mercên roja me de dema jin li tu cihî nexebitin bi serê xwe debara jiyanê bikin dê ev hejmara pere çiqas têr bike.
Jin çiqas dem dikarin nefeqe bigrin?
Destpêkê ji bo hûn bikaribin nefeqe bigrin, divê mercên hûn tê de ne werin zanîn. Ango hema ji kesê re nabêjin “ha ji te re ewqas pere.” Di zagona medenî de jî ji bo tu bibî xwedî vî mafî, mercên diyarkirî hene. Mînak ger di doza hevberdanê de jin bi qusûr hatibe dîtin, nikare daxwaza nefeqe bike. Di pergaleke ku jin ji ber medyaya civakî bi kar tînin tên kuştin û mêr ji vê yekê mafdar tên dîtin yan jî ji ber xwarin bê xwê bûye “pir axiviye” heta ji ber li kesek nihêriye bi qusûr hatiye dîtin de, em ê bibînin ku ji bo jin daxwaza hevberdanê dikin gelek zor e ku bê qusûr werin dîtin. Ango zagon di lehiya mêran de dixebitin. Ji bo jinan jî şertê xizaniya ji ber berdanê tê danîn. Ango divê hebûna mal û hatineke jinan tunebe. Em bibêjin ku piştî hevberdanê jinan dest bi kar kirin, wê demê jî ev maf ji destê wan derdikeve. Ger pîşeyek jinan hebe, ne mumkun e ku mafê wê yê nefeqeyê hebe. Tenê ji bo zarokan “nefeqeya îştîrakê” tê girêdan.
Gelo jin ji bo nefeqe bigrin hevjînên xwe berdidin?
Li gorî daneyên 2018’an a Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê 142 hezar û 442 kesan hev berdane. Dema bi sala 2017’an de tê muqayesekirin, tê dîtin ku hevberdan zêde bûye. Hevberdana gelek ji kesan di nava 5 salên destpêkê de pêk tê. Gelo jin çima hevberdanê dixwazin? Sedema herî mezin şîdet e. Dûre sedemên wekî tacîza zayendî, dizî, bikaranîna madeyên hişbir û xapandin (îxanet) e. Jin hene tevî ku şîdetê dibînin jî dema dixwazin hev berdin, bi sedemên cur be cur neçar dimînin ku zewaca xwe bidomînin. Îcar tevî ku rewş wiha ye jî tê îdiakirin ku jin tenê ji bo nefeqeyê bigrin hevberdanê dixwazin. Tevî ku saziyên dewletê van rêjeyan diyar dikin, rakirin an jî kêmkirina nefeqeyê tê wateya ku ji jinan re dibêjin “hûn çi bijîn jî razî bin.”
Desthilatdarî çima guh nade dengê jinan?
Gelo AKP çima ewqas girîngî dide mexdûriyeta mêran? An jî bi rastî jî tişta ku girîngî didê çi ye? Ji roja hatiye ser desthilatdariyê û vir ve di her firsetê de bi gotina “malbatê” dixwaze jin, di nava malbatê de bimînin. Ji ber ku dema jinan, malbatê mehkûmê muhafezekariyê bike; dikare civakê bi xizaniyê teslîm bigre û bixe bin kontrola xwe. Domandina desthilatdariyê jî ji pergala baviksalar a di nava malbatê de bi cih bûye derbas dibe.
Pêkanînên li cîhanê çawa ne?
Yek ji wan îdiayan jî ew e ku li cîhanê nefeqeya bêsînor tune ye. Ev îdia jî rast nîn e. Nefeqe, li her welatî li gorî rewşa civakî-aborî û bêguman li gorî nêzîkahiya ji jinan re teşe digre. Li DYA û gelek welatên Ewropayê, pêkanîna bêdem a nefeqeyê heye. Mînak li Îngîltereyê nefeqe, dema ku hevjîn bimre jî di mercên diyarkirî de tê dayîn. Li Elmanyayê temen, rewşa tendirustiyê, kar, perwerde û xwedîkirina zarok li ber çavan tên girtin û li wî gorî nefeqe tê diyarkirin. Dibe ku bi dem an jî bêdem be. Jina ku nefeqe digre, dema pîşeyek ji xwe re çêbike berpirsyar tê dîtin. Li Avustralyayê jî di hevberdanê de li rewşa bi qusûr te nihêrîn. Di mercên diyarkirî de nefeqe tê dayîn. Wekî rêgez nefeqe girêdayî demeke diyarkirî nîn e; miqdarê nefeqeyê jî dûre nayê kêmkirin. Li Fransayê ji bo carekê, pereyek zêde tê dayîn. Miqdara wê dadgeh diyar dike û ji bo dayînê rê û rêbaz tê diyarkirin.
Jin çi dixwazin?
Ji roja hatiye nîqaşkirin û vir ve jinan û ji gelek aliyên civakê bertek nîşanî zagona nû ya nefeqeyê dan. Bi vebûna parlamentoyê re dê nîqaş zêdetir bibin. 100 jinên ku di navbera wan de komên pêşeyên cur be cur hene û yên navdar, ji bo mafê nefeqeya jinan dest bi kampanyayê kirin. Jin dibêjin “rêzê nîşanî mafên me bidin.” Kampanyaya jinan her diçe mezintir dibe û îmze gihîştine bi dehan hezarî. Jin balê dikşînin ku ne tenê mafê nefeqeyê, mafên hevberdan û mîrasê yên hatine bidestxistin jî di xetereyê de ne.
Dê zagon çawa be?
Di zagona teklîfê ya bikeve rojeva parlamentoyê de çi hene gelo? Z. agon ji derveyî saziyên jinan tê nîqaşkirin. Tê gotin ku li Wezareta Dadê 5 xebatên alternatîf tên kirin. Li gorî nûçeyên ketine çapemeniyê ev zagon bi pêşniyarên “Komîsyona Pêşîlêgirtina Hevpardanê bi teşe bûye. Tê plankirin ku nefeqe ne heta dawî, li gorî pênc merheleyan were diyarkirin. Dema zewacê, hebûn an jî tunebûna zarok, temenê jinan, rewşa wê ya madî dê li gorî rewşa bi qusûr a hevberdanê nirxandin û nefeqe were hesabkirin. Dadgeh di nava 3 an jî 5 salan de biryara dayîna nefeqeyê bide û dê qusûra jinan a di hevberdanê de diyarker be. Her wiha li cihe nefeqeyê dayîna tazmînata giştî jî di rojevê de ye.