Malbata tecawizkar xwest bi zewicandina zarok bi kiryar re bûyer veşartî bimîne

Hat hînbûn ku malbata mêrê bi navê F.T ku li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşa zayendî li zarokek kiribû, ji malbata gilîker re gotiye “Em wan bizewicînin, keçek jî berdêlî bidin we û vê bûyerê bigrin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha- Li gorî îstatîstîkên edlî yên sala 2020’an ên ku Wezareta Edaletê weşand, sala borî li Tirkiyeyê di çarçoveya “sûcê li dijî parêzbendiya zayendî” de 49 hezar û 57 doz hatin vekirin. Ji vana 22 hezar û 689 ango nêzî nîvî, sûcên îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan bûn. Li gorî vê di sala 2012'an de di dozên îstîsmara zayendî ya zarokan de hejmara sûcan 17 hezar û 589 bû. Di sala 2019’an de ev hejmar derket 22 hezar û 689’an. Bi gotineke din, di dozên îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan de ji sedî 29 zêdebûn heye. Herî dawî di raporên wezaretê yên îstatîstêkên sala 2020’an de, hat dîtin ku 70 hezar dozên zarokan hene û di raporê de hejmara bûyerên îstîsmarê yên hatine jiyîn jî nehat hînbûn.

Kiryarên bûyerê êrîş tomar kirin

Li vî welatê ku îstîsmara li dijî jin û zarokan roj bi roj zêde dibe, piştî vê sûc û êrîşa xirab, helwesta malbata mexdûr û darazê piştî bûyerê roleke diyarker dilîze. Bûyerek ku li navçeya Pirsûsa Rihayê qewimî jî vê yekê bi awayekî eşkere radixe ber çavan. Li Navçeyê di meha Adarê de xwendekarek dibistana amadeyî ji aliyê F.T. ve rastî êrîşa zayendî hat. Bûyer piştî ku zarok ji malbata xwe re vegot derket holê. Li gorî agahiyên ku me ji xizmên malbata der barê bûyera li navenda navçeyê pêk hat de, êrîşa ku xwendekara dibistana amedeyî rastî hatiye ji aliyê pismamê F.T. M.T. ve bi vîdyoyê hatiye qeydkirin.

Xwestin ser bûyerê bigrin!

Malbata zaroka mexdûr ku ji êrîşê agahdar bûn, der barê kiryar F.T. û M.T. de gilî kir. Hat hînbûn ku piştî giliya malbata mexdûr, malbata kiryar M.T. û F.T ji malbata mexdûr re gotiye; “Em van zarokan bizewicînin. Em jî keçek berdêl bidin we û ser vê bûyerê bigrin. Giliyê xwe paşve bikşînin.”

Piştî ku kiryar hatin girtin, zarokê mexdûr ket bin parastinê

Xizmên malbatê yên em bi wan re axivîn diyar kirin ku piştî piştî malbata zarok gilî kiriye, kiryar hatine girtin. Kiryarên ku piştî giliya bi sûcdariya “Li dijî zarok îstîsmara zayendî ya bi kalîte” hatin girtin, şandin girtîgehê. Piştî bûyerê zaroka ku rastî êrîşê hat, girtin bin parastina dewletê.