Mafnasa Tûnisê: Bendên di Kovara Rewşa Kesane de pêwîst e werin guhertin

Der barê babeta têkildarî parêzgeriyê ya ku dikeve nav beşa 154’an, Hazar Ferchichi nirxandin kir û diyar kir ku ev beş cudakariyê li dijî jinan dike û pêşniyar kir ku bê guhertin.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Tevî girîngiya zagonên yekem  ku hin maf dane jinên Tunisê û rola wan a di zêdekirina maf û destkeftiyên de jî femînîst îro bi pêşketina civaka Tunisî re, dibînin ku ew maf ne bes in û hin ji bendên qanûnî pêwîst e werin guhertin. 
Bêguman pêngava serokwezîrê dawî Habib Bourguiba ji bo derxistina Kovara Rewşa Kesane xaleke diyarker bû di riya azadiya jinên Tunisê de. Piştî demên dirêj ên destdirêjî, zorî û biçûkxistinê ku giranî da ser civaka Tunisê, nemaze li ser jinan ev yek girîng bû.
Ajansa me bi parêzvana mafên mirovan û rojnamevan Hazar Ferchichi re hevdîtin pêk anî, ji ber ku ew yek ji wan kesên daxwaz dike di hin beşên Kovara Rewşa Kesane de guhertin bên kirin.
Der barê werza şeşemîn de ku dibêje zewaca di temenê biçûk de bi razîbûna welî ve girêdayî ye, wê got; "Welî divê ku zilam be û di vir de cudakariya li dijî jinan heye. Wê pişniyar kir ku divê di zewacê de dev ji têgîna welî bê berdan da ku bi vekirina werza şeşemîn pêşî li zewaca di temenê biçûk de ku bi bav ve girêdayî ye bê girtin.
“Divê jin dikaribe malbata xwe xwedî bike û hewceyî tu kesê nebe”
Der barê meseleya lênihêrîna malbatê de, di beşa 38’an de ku dibêje divê zilam diravê bide hevjîna xwe, Hazar Ferchichi got; "Peywira zilam ji diravê re li gorî rola wî di malbat û civakê de ye", ew hincetek e ji bo rewakirina newekheviya di mîrateyê de tê bikaranîn, ji ber ku mêr ji jinê bêtir hewceyê pişkek e da ku erka dirava malbatê hildigire. Wê pişniyar kir ku divê ev erk betal bibe ger ku jin karibe malbata xwe xwedî bike û hewceyî tu kesê nebe. 
Li ser pirsa danîngehê ku bi gelemperî li Tûnisê nîqaşên berfireh çêdike û beşên pê ve girêdayî ango beşên 55, 56, 58, 59, 60, 61, 62, 63 û 65, Hazar Ferchichi got; "Min dît ku ew ne werzên ku dibêje danîngeh ji mafê jinan e, zêdebarî vê yekê ew sînordariyên olî û erdnîgarî li ser girtina jinan datîne. Ji bilî îhtîmala ku dê di dema zewacê de ji dayikbûnê bêpar bimîne" û pêşniyar dike ku ev hemû beş bên guhertin da ku pîvana tekane ya ji bo tayînkirina serweriya zarok û berjewendiya zarok be.
Vegerandina adet û kevneşopiyan cudakariya li dijî jinan dixe pratîkê
Hazar Ferchichi bal kişand ser pirsa adetan di peywirên zewacê de ku di paragrafa duyemîn a beşa 23’an de hatiye destnîşankirin ku tê de dibêje jin û mêr li gorî adetan peywirên zewacê bi cih tînin û wiha got: "Vegerandina adet û kevneşopiyan pratîkên cihêkar ên li dijî jinan an jî sînordariyek ji azadiya wan e. Mîna lêçûna ku ew karê malê dikin û hwd. digrin nava xwe... Ji ber vê yekê, em pêşniyar dikin ku ev vegerandin bi tevahî were rakirin.”
Di dawiya axaftina xwe de got ku divê pirsgirêka serokatiya malbatê di ber çavan de were derbaskirin, ji ber ku werza 23’an dibîne ku hevser serokê malbatê ye, pêwîst e têgîna serokatiya malbatê ji holê rabe.