Li Tûnisê azadiya çapemeniyê di xeterê de ye

Rojnamegerên jin ên Tûnisî teqez kirin ku binpêkirina azadiya çapemeniyê xeta sor e û bang li rojnamegeran kirin ku ji bo rûbirûbûna pêkanîn û dijminatiyên ku di van demên dawî de bandor li wan kirine, bibin yek.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis- Tûnis di nirxandina azadiya çapemeniyê de di rêza yekem a cîhana Ereb û 73’yan a cîhanî de de bû ku li gorî sala 2020'an pileyek kêm bûye. Tûnisî dihesibînin ku destkeftiya herî girîng a şoreşa 2011'an azadiya çapemenî û medyayê ye lê piraniya riyên din têk çûne.

Rojnameger tirsa zirara li ser vê destkeftiyê tomar dikin piştî sînordarkirinên ku di heyama dawî de bandorê li wan kirine. Ji ber ku meydanê şahidî ji dadgehkirinên ku tê de pisporên medyayê û rojnamegerên ku nêrînên xwe li ser mijarên cihêreng ên siyasî û civakî anîne ziman kiriye.

Li ser bingeha vê yekê Sendîkaya Rojnamegerên Tûnisê roja 2’yê Nîsanê dest bi grevê kir têkildarî karkerên di beşa giştî de, piştî pêngava bilindkirina nîşana sor ku bersiv ji rayedaran re nehat wê îlan kir dê gavên tundtir bavêjin. Ji bo rûbirûbûna ya ku jê re tê gotin adaptekirina medyayê ye û ji bo desthilatdariya heyî ya gef li azadiyan û redkirina destwerdana di rêza redaksiyonê de û karkirina di hin saziyên hikûmetê de dixwe.

Çapemenî di nava krîzek de ye

Rojnameger Sawsan Zaghouanî anî ziman ku binpêkirina azadiya çapemeniyê xeta sor e û bang li rojnamegeran dike ku li hemberî rûbirûbûna pratîkên dixwazin Tûnisê vegerînin beriya sala 2011'an bibin yek ji ber ku beşa çapemeniyê krîzeke rastîn dijî.

Her wiha hişyarî di warê ceribandinên ku bandorê li rojnameger û pisporên medyayê yên wek Xelîfe Qasimî û rojnamevan Amal Al Mannai kiriye, ji ber gotareke ku behsa têkdana operasyoneke terorîstî dike. Wezareta Navxweyî ew wek astengkirina operasyona pêşîgirtinê ya ji aliyê Wezareta Navxweyî ve tê dîtin bi nav kir.

Sawsan Zaghouani diyar kir ku beş rojane di nav pevçûnan de ye ji bo ku parastina destkeftiyên bi hezaran salan ji bo wan têkoşiyaye bike û got ku doz di bingehê de doza parastina perensîb û baweriyan e.

Ji ber weşandina nûçeyek hat lêpirsînkirin

Rojnameger Amal Al Mannaî ku ji ber weşandina nûçeyek li ser jiholêrakirina şaneyeke terorîst a li parêzgeha EL-Qeyrewan hat lêpirsînkirin, di wê baweriyê de ye ku azadiya çapemeniyê wekî pişikek e her kes dikare bê bêhna xwe bigre.

Amal Al Mannaî her wiha da zanîn ku dadgehkirina rojnamegeran di van demên dawî de dubare bûye ku ev yek bûye cihê metirsiyê li cem gelek karkerên di warê çapemeniyê de û bi taybetî saziyên ragihandinê di beşa taybet de û got ku ji ber van şert û mercan hin kanalên televîzyonê dev ji bernameyên xwe yên siyasî berdane, ji ber ku ev ne biryareke kêfî ye.

Der barê dosyaya têkildarî wê ya li gel meqamên edlî de, Amal Al Mannaî  got ku hê jî di pêvajoya lêpirsînê de ye.