Li Tunisê 586 jin ji welat koç kirin: Sedema wê ya herî girîng tundî ye

Li Tunisê gelek sedemên koçberiya bêrêkûpêk tê jiyîn heye. Sedemên wê ya herî girîng xizanî û tundî ne. Îstatîstîkan, piştrast kir ku ji destpêka sala 2022’an û vir ve 586 jinên Tûnisî koç kirine. Îslam El-Gharbî bal kişand ser polîtîkayên şaş.

NAZIHA BOUSSID

Tunis – Mirovan ji ber şer, qeyrana aborî, tundî, bêewlehî, bêkarî û gelek pirsgirêkên din, neçar dimînin ku welatên xwe biterîkinin. Di mehên dawî de Tûnisî jî ji ber koçberiya bêrêkûpêk rastî pirsgirêkan tên. Çavdêrên pirsgirêkên jinan ên li Tûnisê diyar kirin ku jinan di salên dawî de ji bo debara xwe û malbata xwe dabîn bikin, di warên cuda de dixebitin. Di deh salên dawî de jin ji bo debara xwe bikin neçar dimînin ku bi mûçeyên kêm li zeviyan û kargehan bi xebitin. Mûçeyên kêm dibe sedem ku mirov koçber bibin û li welatên din bikevin lêgerîna kar peyda kirine. Ev yek jî gelek xetereyan bi xwe re tîne.

Bi sedan jin di rêyên koçberiyê de ne

Gelek sedemên ku rê li ber koçbûna jinên Tûnisî vedike heye. Hin sedem bi rewşa navxweyî ya welat ve girêdayî ne, hin jî ji ber dûrxistina jinan ji jiyanê ye çavkanî digre. Zehmetiyên aborî û diyardeyên tundiya nava malê pêşiya koçberkirina jinan vedike. Endama Forûma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê Îslam El-Gharbî, diyar kir ku hebûna jinan ya di dubendiya koçberiya bêrêkûpêk de bi taybetî di sê salên dawî de derdikeve holê. Îslam El-Gharbî ku behsa 73 jinên ku di sala 2019’an de hatine peravên Îtalyayê, da zanîn ku di sala 2020’an de 300 jin di navbera 2021 û 2022’an de di navbera hezar û 100 û hezar û 200 de û ji destpêka sala 2022’an û vir ve jî 586 jin gihiştine herêmê.

Yek ji sedemên sereke yê koçberiyê tundî ye

Îslam El-Gharbî a destnîşan kir ku tundî di biryarên koçberiya bêrêkûpêk ya jinan de mijareke bingehîn e û got ku dema çîrokên jinên koçber bi kûrahî werin lêkolînkirin, tê tesbîtkirin ku rastî her cure tundiyê tên. Îslam El-Gharbî her wiha qala neparastina qanûnan ya jinan jî kir. Îslam El-Gharbî da zanîn ku rewşa aborî, civakî û siyasî wê teşwîk nake ku li Tûnisê bimîne, diyar kir ku li gorî Saziya Îstatîstîkê ya Neteweyî jinan ji bêkariya ku digihêjê ji sedî 20’ê êş dikşînin. Îslam El-Gharbî anî ziman ku jin ji bo ku ji welat derbikevin bihayêk mezin ya pere ku heta digîhijê 14 hezar dînar didin û medyaya dijîtal jî rê li ber koçberkirina jinên ciwan vedike.

Divê jin bên bihêz kirin

Îslam El-Gharbî di berdewamiya axaftina xwe de behsa mirinên di rêya koçberiyê de yên jiyîn kir, bal kişand li ser zehmetiyên li ser rêya koçberiyê tên jiyîn. Îslam El-Gharbî diyar kir ku piraniya kesên koçberbûne ji ber zehmetî û şert û mercên xerab poşmanî dijîn û destnîşan kir ku divê tundî bê kêmkirin û jin bên parastin. Li aliyê din Îslam El-Gharbî ya destnîşan kir divê jin di warê aborî de jî bên bihêz kirin, da zanîn ku divê dayîna mafên jinan bên dayîn.

Polîtîkayên şaş

Îslam El-Gharbî ku hikûmeta Tûnisê ji şopandina siyaseteke şaş a derbarê koçberiya nerêkûpê de berpirsyar dibîne, difikire ku hikûmeta ku nikare hêviyê bide jinên welata xwe, divê herî kêm rêyên dîplomatîk ji wan re veke. Îslam El-Gharbî dest nîşan kir ku civaka sivîl rola xwe di mijara perwerdekirin û hişyarkirina giraniya vê diyardeyê, şopandina hejmaran û gihandina dengê malbatên windayan de dilîze.

Nîşaneyên koçberiyê

Cîgira Seroka Komeleya Dayikên Winda Latîfa El-Turkî jî diyar kir ku jiyana jin û zarokên keç dixin xeteriyê. Latîfa El-Turkî anî ziman ku komele rojên borî bi awayekî hevpar bi rêxistinên Ewropa û Afrîkayê re der barê koçberiya veşartî de civînek li dar xistiye, qala çîroka koçberiyê ya jinekê kir. Latîfa El-Turkî dest nîşan kir ku nîşayên giran ên koçberiya bêrêkûpêk ya li ser jinan bi mirinê naqede û li gorî rewşa hin welatên Ewropî, Îtalya û Almanya ku gelek ji wan rastî qedexeya derketina derve tên, nîşaneyên felaket heye. Latîfa El-Turkî got ku ew bûye şahidê rewşa gelek koçberan û ev jî rewşeke karesat e.

https://youtu.be/6X7xcdM1xJA