Li Tahranê piştî 4 mehan kesê tecawizkar hat girtin

Li Tahranê du mêrên ku ketibûn malekê û tecawizê jinekê kiribûn, di encama lêpirsîna hat destpêkirin de piştî 4 mehan yek ji tecawizkaran hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Tehran paytexta Îranê jina ku navê xwe eskerê nekir, li mala xwe rastî tecawizê hat. Herdu mêrên ku xwe wek muşteriyên hatine ji bo "radestkirina parfumê" dan naskirin, tecawizê wê kirin û karta wê ya bankayê dizîn û reviyan.
Di encama lêpirsîna ku li ser giliya jina rastî tecawizê hat destpêkirin de, piştî 4 mehan tenê yek ji tecawizkaran hat girtin. Di doza ku li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tehranê hat dîtin de mêrê tecawizkar hat girtin û wî şandin girtîgehê. 
Werger: JINHA