Li Meksîkayê biriyara ku jin kêfxweş kirin

Dadgeha Bilind a Meksîkayê cezayê ji ber kurtajê tê dayîn weke li dijî zagonê binav kir û cezayê kurtajê rakir.

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Bilind a Meksîkayê bi yekdengî biryar da ku cezayê kurtajê li dijî destûra bingehîn e. Li eyaleta Coahuilayê ji bo betalkirina qanûnê dadger li hev kom bûn, ku ev qanûn jinên ku ji ber destavêtinê kurtajê dikin heta sê salan cezayê girtîgehê li wan dibire. Dadgeran qanûna cezakirina kurtajê li dijî destûra bingehîn pênase kirin.
Serokê Dadgeha Bilind Arturo Zaldivan biryara ku bi yekdengî hatiye wergirtin ji bo jinan hemûyan bi taybetî jî ji bo yên herî zêde bêparastin in weke 'biryareke dîrokî' pênase kir. Arturo Zaldivar destnîşan kir ku biryara hatiye dayin ji bo dadgerên li welêt hemûyan pîvaneke mecbûrî ye û jinên kurtajê dikin êdî bi ti awayî nikarin ji ber vê yekê bêne darizandin.