Li dijî qirkirina jinan helwesta 74 rêxistin û 181 kesayetiyên femînîst

74 rêxistinên femînîst û ji 181 zêdetir kesayetiyên femînîst li çar aliyên cîhanê, di dema kampanyaya "Bes e ji qirkirina jinan re" bi yek helwest û yek armancê dixebitîn.

BERÎA EL-ELÎ
Reqa – Di 10'ê Gulanê de, 74 rêxistinên jinan, di nav de Kongreya Star û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bêtirî 181 kesayetiyên jin ji Ewropa û Amerîkaya Latîn, kampanyaya "Bes e ji qirikirina jinan re" di bin sernavê "Ka em xwe ji bo jiyanê ava bikin, Bes e ji qirikirina jinan" û "Parastina jiyana karsazên jin, Bes e ji bo qirikirina jinan" ragihandin.
Li ser kampanyaya "Bes e ji bo qirikirina jinan", ajansa me bi berdevka Meclisa Jinan a di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de Xaliya El-Kicwan ku endamek ji kampanyayê ye aixvî.
Kuştin û şîdeta li ser jinan berdewamiya zîhniyeta serdestiya mêr a pênc hezar salan e
Der barê beşdarbûna Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê di Kampanyayê de, Xaliya El-Kicwan wiha got: "Em parçeyek ji kampanyayê ne. Kuştin û şîdeta li dijî jinan li herêm û cîhanê ku me di van demên dawî de dît, encama domandina serdestiya mêr e ku zêdeyî pênc hezar sal e li cîhanê serdest e. Bi hişmendiyên paşverû heya roja îro dixwazin jinan bêdeng bikin û nehêlin ew bigihîjin azadî û mafên xwe."
Li ser hewldanên wan ên rawestandina qirikirina jinan, Xaliya diyar kir ku ew xwe bi rêxistin dikin ku bibin yek da ku têkoşînê li dijî tundî û kuştina jinan bikin û wiha pê de çû: "Divê em ji boitêkoşînek hevpar û berfireh bixebitin da ku bi hemû jinên cîhanê re bigihîjin yekitiyê."
“Raman netewe û zimanê me ji hev cuda bin jî armanc û xewnên me yek in”
Der barê çalakiyên kampayayê de, Xaliya wiha axivî: "Çar sermîner dê li seranserê cîhanê werin organîzekirin. Ji bo danasîna kampanyayê û parastina mafên jinên pêşeng, pergalek zagonî ya mafên mirovan ji bo parastina mafên jinan li hemû herêman. Amadekirina danegehek û tê de vegotina plansaziyên tunekirinê li ser siyasetmedarên jin, çalakvanên jin û şoreşgerên jin ji sala 2000'an heya 2021'ê divê hebe. Damezrandina dadgehek alternatîf ji bo jinan û destnîşankirina roja cîhanî ji bo hemî jinên pêşeng hewce ye.
Xaliya El-Kicwan ji hemî jinên Sûriye û cîhanê re peyamek şand û wiha got: "Raman, netewe û zimanê me çiqas ji hev cuda bin jî dê armanc û xewnên me yek bin, ji ber vê yekê divê em giyan, raman û gotinên xwe bikin yek da ku em parestina mafên xwe yên rewa bikin."