Li Cezayîrê hevberdan her diçe zêde dibe

Gelek kes qanûna sererastkirî ya malbatê rexne dikin, dibînin ku ew bi rengek hatiye adaptekirin ku rayedar ji rexnekirina rêxistinên navneteweyî dûr dikevin, ji ber ku ew mafê wekheviya zayendî dixin bin temînatê bêyî ku nepeniya civaka Cezayîrê li ber çav were girtin.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Li gorî Wezareta Piştevanî û Malbatê û rêxistinên mafên mirovan ên ne hikûmî, li Cezayîrê rewşên hevberdanê her diçe zêde dibe. Li gorî hejmarên herî dawî, dadgehên Cezayîrê di sala 2018'an de bêtirî 13000 dozên hevberdanê tomar kirine ku ev bi tevahî ji sedî 19 dozên hevberdanê di civaka Cezayirê de temsîl dikin.
Ji bo ku bal were kişandin ser rêjeya bilind a ku dadgehan tomar kirin, nemaze di demên mercên tenduristî yên ku cîhan û Cezayîr piştî belavbûna vîrusa koronayê jiyaye û nebûna hejmarên fermî ji hêla rayedarên pêwendîdar ve ku ji sê salan zêdetir e. Der barê vê mijarê de ajansa me bi pisporên qanûnî re axivî.
Parêzer Aêda Eydûn dibêje; "Zagonsazên Cezayîrî maf dan jinan ku ji hevjînê xwe veqetin ger ku nikaribin bi wî re bijîn û dema ku jin daxwaza hevberdanê bikin mafdar in.
Ew dihesibîne ku xala 53'an a Zagona Malbatê, ya ku dibêje dadwer dikare di rewşa biryara hevberdanê de, ferman bide da ku tazmînata zirarê ji jinan re bê dayîn, ji bo her neheqiyên ku  li wê hatine kirin."
Der barê şertên daxwaza jinan ji bo hevberdanê de Aêda Eydûn dide zanîn û dibêje: “Hevberdan li gorî xala 53'an pêk tê, ew jî  ji ber nebûna lihevhatinê û kêmasiyan an jî ger hevjîn ji salekê ve ne nexuyayî bin, di van rewşan de mafê jinan heye ku hevberdanê bixwaze, ev şert ji bo mêr jî derbasdar e."
Kîjan alî daxwaza hevberdanê bike dikare daxwaza eşya, zêr û pere bike
Her wiha di zagona malbata Cezayîrê, xala 54'an a sererastkirî ku di 2005'an de derket tê de hatiye gotin ku heger jin daxwaza hevberdanê bikin wê demê dikare ji hemû tiştên ku jê re hatine dayîn re tenezil bike û der barê vê mijarê de Aêda Eydûn dibêje: "Kîjan alî daxwaza hevberdanê bike wê tenezilê her tiştî bike (Eşya –zêr û pere) û dema ku jin daxwaz bike wê eynî hejmara pereyan ya ku di dema qelenê xwe de girtibû wê bide zilam an jî herdu alî li ser hejmarek pere li hev dikin da ku jin bidin zilam û heger herdu alî li ser hejmara pere li hev nekin wê dadger biryara vê hejmarê dide." 
Beriya qanûnê dosya li dadgehan hatin sekinandin
Aêda Eydûn diyar kir ku berî sererastkirina qanûna malbatê ya 2005'an, dosyayên hevberdanê li dadgehan hatine sekinandin û dibêje: "Jin di navbera jinên nîv-zewicî û nîv-hevberdayî de dihatin hiştin û ew di wê hêviyê de bûn ku valahiyên qanûnî dikeve berjewendiya parastina jin, zarok û malbatan piştî hevberdanê dê werin hesibandin."   
Femînîst û rêxistinên mafên mirovan ji bo pêşnûmeqanûna malbatê ya 2005'an û ji nû ve berçavkirina qanûna malbatê ya sala 1984'an û bi taybetî jî madeyên têkildarî hevberdanê, pêşniyarî pêşkêş kirin, ji ber ku qanûnên Cezayirê ji bo jinan weke ku her dem temenê wan biçûk dibîne.
Jinên Cezayîr hêvî dikin ku ev sererastkirin xala 56'an ji qanûna malbatê ya ku dayikê ji mafê wê yê danîngeha (xwedîkirina) zarokan bêpar dike di dema ku careke din dizewice de bigre nav xwe.
Aktîvîst Sûmeya Salihî daxwaz kir ku zagona malbatê were rakirin û wiha got, "Zagona malbatê wekheviyê naxe bi temînatê û zilmê li jinan dike tevî ku di 2005'an de guherîn hat çêkirin jî."
Tê zanîn ku du sal berê, li gorî lêkolînên saziyên navneteweyî, Cezayîrê di cîhana Ereb de rêza dehemîn girt û di qada navneteweyî de di hejmara bûyerên hevberdanê de di rêza 78’an de bû.
Sedemên hevberdanê hene nakokiyên jîngeh, rewşenbîrî, civakî û aborî ne
Di heman çarçoveyê de, Seroka Mala Çavdêriya Cezayîrî ya Hevberdanê Şaîha Cafarî dibêje; "Gelek dosyayên hevberdanê hene û ev yek ji dadgeran re dijwar e ku dosyayan bixwînin û li ser wan biryar bidin. Mînak, vê dawiyê, salê zêdeyî 20 hezar bûyerên hevberdanê hatin tomarkirin. 
Şaîha Cafarî wiha li axaftina xwe zêde kir; "Sazûmana zewacê pîroz e. Ciwanên ku dê bizewicin divê hezar carî binihêrin û bifikirin da ku bigihîjin vê biryarê, ji ber ku encamên van bijarteyan bêserûber bûne ku encamên xeternak bi xwe re tînin û bandorê li zarokan dikin." 
Pispora derûniyê Fatima El-Zahra Kişad sedema zêdebûna hevberdanê bi çend sedeman ve girê dide, di nav de nakokoiya jîngeh, rewşenbîrî, civakî û aborî di navbera jin û mêr de, ev hemû tişt bandorê li ser pêwendiyên zewacê dikin.