Leila Chebbi: Divê em jin ji bo armancên xwe bibin yek

Pirsgirêka Tûnisê bi olê ve girêdayî nîn e. Carna mirov dibîne ku yek ji olê tiştek fam nake û dema ku mesele bi mîratê ve girêdayî be axaftin diguhere. Em ê mijara wekheviya mîrasê bişopînin heya ku were pejrandin.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis- Seroka komeleya "Irtiqa" Leila Chebbi di wê baweriyê de ye ku ji bilî zîhniyeta desthilatdar a rê li ber pêşketina têgeha azadiya civakê digre, tu tişt nikare gefê li destkeftiyên jinan bixwe û teqezî li ser berdewamiya yekitiya jinan ji bo bidestxistina armancên xwe kir.

Seroka Komeleya Irtiqa Leila Chebbi di hevpeyvînek ji ajansa me re behsa xebat û projeyên xwe yên di komeleyê de û rastiya jinên gundewarên Tûnisê kir.

Bi riya platformên we yên dîjîtal, hûn nexşeyan dipejirînin da ku çend aliyên cihêkariyê di danûstandina bi jinan re diyar bikin, we tu bersiv ji jinan dît?

Nexşe dê di çarçoveya projeya me ya bi saziyek din re bibe broşurek ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî jinan û têkoşîna li dijî zîhniyeta baviksalarî riyek nûjen e. Tişta me dît ew e ku li Tûnisê tevî qanûnan, jinan ji dema kolonyalîzmê ve her tim parastina mafên xwe kirine ku dîrok şahidê têkoşîna jinan e di rizgarkirina welat û beşdarbûna tevgera neteweyî de. Ev qanûn di parastina tevahî jinên Tûnisî de bi ser neket. Delîla wê jî kiryar û reftarên tundutujiyê yên ku jin rojane dijîn e, çi karmend bin, çi xwendekar bin, çi perwerdekar çi jî çalakvanên siyasî bin.

Bi danûstandinên me yên bi mezhebên cuda re, zagon bi tenê têr nakin, ji ber vê yekê divê em kar li ser guhertina zîhniyetê û belavkirina ruhê hemwelatîbûnê li Tûnisê bi rêbazên modern û hêsan bikin. Piştî ku me bala xwe da hin komên Tûnisî ji tiştên ku bi awayekî akademîk tên weşandin ji bo şerkirina fenomenek girîngî nadin. Lê gava ku em bi xêzên nirxên mirovahiyê radigihînin û girîngiya wekhevî, hemwelatîbûn, dadmendî û beşdariya aktîf dikin bixebitin, ev yek dikare bi awayekî zûtir û bikêrhatîtir bi riya peyamên telegramê were pejirandin, dûrî pêşkêşkirina xutbe û dersên dirêj. Her wiha em zêdetir li ser amadekirin û perwerdekirina ciwanan li ser nirxên mirovahiyê yên ku bi prensîba rêzgirtina ji jinan re û baweriya bi rol û berpirsiyariya wê re dixebitin.

Gelo destkeftiyên jinan ên li Tûnisê di bin xeterê de ne?

Ez metirsiyê li ser destkeftiyên ku jinan bi dest xistine û ji bo wan têdikoşin nabînim. Ew amade ne û em ji bo bidestxistina destkeftiyên din têdikoşin. Ji bilî hemû destkeftiyên ji dema serxwebûnê ve ku bi Qanûna Rewşa Kesane dest pê kir û gihîşt asta qanûna têkoşîna  şîdetê ya 2017'an. Piştî wê qanûna li ser mafê kurtajê û zewaca bi biyaniyek ne misilman re û gelek mafên ku jinên Tûnisî bi dest xistin. Lê ya ku van destkeftiyan nerehet dike zîhniyetên baviksalarî yên mêtinger û paşverû ne ku em di nav partiyên siyasî, hikûmet, rêveberî û meqamên bilind ên dewletê de dibînin. Ya ku divê ji bo pêşvebirin û têkoşînê were kirin ev e lê destkeftiyên ku me weke jin bi dest xistine parastî ne û tu aliyek newêre dest dayne ser wan em ji bo bidestxistina wekheviyê dixebitin.

Hûn li ser projeya "Ew Huner e" dixebitin, tu dikarî ji me re behsa wê bikî û ev proje kîjan aliyan dike hedef?

Projeya "Ew Huner e" projeyek sê salan e. Me ji herêma Babouche ku dikeve bakurê rojavayê Tûnisê li ser sînorê Tûnis û Cezayîrê, dest pê kir û ew dest dide xort û jinên ciwan ên ne girêdayî kategoriya zarok an ciwanan in. Armanca wê aktîfkirina prensîbên mafên mirovan, belavkirina çanda hemwelatîbûnê, xurtkirina çanda femînîst û parastina mafên jinan bi riya hunerê ye. Ji ber vê yekê me navê wê kiriye "Ew Huner e" û  ew ji aliyê Sindoqa Navdewletî ya Dirav ve tê fînansekirin. Ew bi riya qonaxan e, ya yekem ew e ku alîkariya ciwanan bike da ku pirtûkek tê de peyamên mafên mirovan hene ku banga wekhevî û dadmendiyê, garantîkirina mafên mirovan û baweriya bi hemwelatîbûna rast û bi bandor pêk tê. Di qonaxa duyemîn de jî ew bi xêzkirinên li ser dîwaran tê nimandin ku peyamên bi riya wan ciwan digerin tiştên ku dixwaze bigihîjin ciwanên welatên din.

Tirsa we heye ku projeya zagona wekheviya mîras ku ji aliyê hinek aliyên siyasî û civakî û heta hiyerarşiya desthilatdariyê ve hatibû astengkirin, neyê pejirandin?

Pirsgirêka wekheviya mîras li Tûnisê îro bûye pêdiviyek û dema ku aliyê qanûnî tê axaftin, tê bîra min ku Tûnis di dîroka xwe de gelek bendên qanûnî yên zelal rawestandiye lê em dibînin ku israra li ser dernexistina projeya qanûna wekheviyê di mîrasê de tenê ji ber wê zîhniyeta baviksalarî ye. Bi taybetî bi pereyan û bi zîhniyeta ku divê jin di bindestiya mêr de bimînin ve girêdayî ye.

Pirsgirêka Tûnisê bi olê ve girêdayî nîn e. Carna mirov dibîne ku yek ji olê tiştek fam nake û dema ku mesele bi mîratê ve girêdayî be axaftin diguhere. Em ê mijara wekheviya mîrasê bişopînin heya ku were pejrandin. Li Tûnisê jinên me hene ku mafên xwe yên rewa jî nagirin. Em ji bo wan bi koordîneya rêxistinên civaka sivîl û gelek hêzên siyasî yên demokratîk re têdikoşin û em dixwazin qanûnan derxin ku em di wê baweriyê de ne jin hevkarên mêran in.

Hûn bi çi awayî ji bo belavkirina çanda welatîbûnê di Komeleya Irtiqa de dixebitin?

Em li paytext û herêmên kêmderfet, bi taybetî di warê çandiniyê de bi jinan re dixebitin û em di komeleyê de li hev dikin, ji bo jinên wan herêman termînolojiyê hêsan bikin. Tîbûna jinan heye ji bo agahdarî û fêmkirina gelek peyvên ku dibihîzin lê wateya wan fam nakin. Têkiliyek di navbera wan kesan û beşa ku em dixwazin rewşa wan baştir bikin heye. Bi taybetî jinên li gundewaran dijîn, hewcedariya wan heye ku li herêmên wan kesek ku êş û şert û mercên wan fam bike û bi wan re tevbigere heye. Pêwîstiya jinan bi hevkarek ku wan fêm bike û hîs bike heye. Ji ber vê yekê em di komeleyê de xwedî riyên hêsan in em bi riya wan evîn û baweriya jinan li hemû qadên ku em lê geriyane digrin.