Lamîa Lutfî: Armanca me afirandina nifşê xwedî nêrînek nû ye

Em ji sala 1984'an vir ve dixebitin ku ev demeke dirêj e di saziya me de gelek raman hatin avakirin û pir hêvî bi ser ketin. Gelek doz hatin girtin û hin xewn veguherîn rastiyeke berbiçav ku hebûna jinan di pozîsyonê de piştgirî dike.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Pîrozbahiya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nêzîk bûye û rêxistinên jinan roleke aktîf di çareserkirina dozên jinan de dilîzin. Çend pirs tên bîra me dema em behsa vê cejnê dikin, ya girîng asta bandora wê ya li ser jinan û tiştên ku di sala borî de di mijarên wan de bi dest xistine û yên di sala nû de hedef hatine girtin.
Ajansa me bi Rêvebera Bernameyan a saziya Jinan a Nû Lamîa Lutfî re hevdîtinek pêk anî û ji bo xebatên herî girîng ên saziyê yên ji bo roja 8’ê Adara û her wiha li ser projeyên ku di sala borî de hatine meşandin agahdarî da.
Hin kes dibêjin ku di navbera jinên ku bi riya sazî, partî yan jî komeleyan li ser pirsgirêkên xwe dixebitin û yên din de cudahiyek heye. Gelo cudahiya di navbera jinên rêxistinkirî û yên din de çi ye?
Cudahî bi giranî bi asta hişyariyê ve girêdayî ye, ji ber ku rêxistin bi gelemperî li ser daxwazên taybet tên damezrandin, wek nimûne, partî xwedî armanc in û daxwaz dikin ku beşdarî jiyana siyasî û beşdariya jinan di partiyên xwe de bibînin an jî bi rêxistina ku ew guncaw dibînin, çi sendîka be çi jî komên din bin.
Di her qaîdeyê de îstîsna hene, ev cudahî nayên qebûlkirin û giştîkirin. Di hin rewşên ku em li ser xebitîn de ev yek nebû. Mînak di doza destdirêjiya zayendî ya komî ya li Mensûra de, me dît ku sekretera jinan gotinên bi heqaret ji keçikê re gotin.
Mînaka navborî cudahiya di navbera jinên birêxistinkirî û nerêxistinkirî de car caran ji nav dibe, ji ber ku hin jin nikarin hay û prensîbên ji bo çi hatine birêxistinkirin bi dest bixin û em nikarin bibêjin ku jinên di nava rêxistinan de zanebûneke têr bi dest xistine.
Her wiha hin jin bi biryarek bi zanebûn li gorî dem û şert û mercên xwe yan jî ji ber ku rêxistina ku wan îfade dike nedîtine tevli rêxistinan nabin. Ew ne mijareke ku hewce ye wan ji rastiyê veqetîne, ji ber ku hê jî nêrînek wan li ser bûyerên ku li dora wan diqewimin heye.
Yek ji destkeftiyên hebûna di rêxistinan de di şiyana tevlibûna di atmosfera giştî de û şopandina encamên curbecur aliyên jiyana derdora wan di asta siyasî, aborî yan çandî de ye. Her wiha şiyana ragihandina ramana xwe bêyî tirsa ji encamên wê û her wiha bi hêsanî gihîştina wan ji cîhên ku rê dide wan bêsînor ramanên xwe diyar bikin.
Em her sal Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin, li gorî we ev cejna navdewletî bandorek erênî li ser jinan û pirsgirêkên wan dike?
Belê bandorek heye, rojek e ku jin xwe bi bîr tînin û li tiştên ku heq dikin û dixwazin digerin û li ser paşeroja xwe difikirin û di sala xwe ya nû de armanc û mijarên ku ji bo bidestxistina wan dixebitin destnîşan dikin.
Ev roj xwedî girîngiyeke din e, ji ber ku dihêle cîhan li rola jinan binêre da ku şiyanên xwe û girîngiya beşdarbûna wan di beşên curbecur de, çi aborî, çi siyasî û çandî, nîşan bide.
Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê demeke taybet e ku jin ji bo daxwazên xwe di yekitiyek nepenî de kom dibin, nîşan didin ku ew dikarin ji qeyranên bi wan re rû bi rû dimînin derbas bibin û her wiha ji bo doz û armancên xwe zextê bikin.
Bi nêzîkbûna Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, hûn dikarin ji me re behsa bernameya xebatê ya saziyê ji bo pîrozkirina wê bikin?
Xebatên saziyê bi gelemperî ji 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê heta 16’ê heman mehê ku roja jinên Misirê ye; didomin. Di lîsteya bername û projeyên ku em dixwazin di vê rojê de li ser bixebitin de gelek bername û civînên me hene.
Di 8’ê Adarê de em ê platformek li ser Qanûna Rewşa Kesane bidin destpêkirin û têkildarî pêşnûmeya qanûna yekbûyî ya tundiyê ya ku ji hêla saziya Jina Nû û gelek rêxistinên din ve hatiye derxistin, çalakî hene. Her wiha bûyereke me ya têkildarî projeya sûcdarkirina zewaca di temenê biçûk de û merasîma bidawîkirina wê û pêdaçûnek li ser tiştên ku di heyama xebata li ser wê de hatine encamdan heye.
Di vê serdemê de em ê hatina jinan a darazê di Meclisa Dewletê de pîroz bikin, ji ber ku saziya Jina Nû yek ji wan rêxistinên li ser vê dosyayê xebitiye û ev destkeftiyek girîng e ku hêjayî pîrozkirinê ye.
Saziya Jina Nû di sala borî de li ser çi proje û bernameyan xebitî?
Di sala borî de, em li ser çend mijaran xebitîn, di nav wan de zewaca kesên di temenê biçûk de û awayên ku dikarin werin şopandin ji bo mijûlbûna bi çanda ku di civakê de girêdayî zewaca zarokan e. Her wiha me bi jinên ciwan û zarokên di bin hejdeh salî re jî kar kir û me huner bi kar anî, ev jî ji bo saziyê gaveke nû ye, ji ber ku me berê bi kesên di van temenan de kar nedikir.
Di van du salên borî de, em bi ofîsên piştgiriyê re xebitîn ku ev yek jî yek ji gavên nû ye ji hêla saziyê ve hatiye avêtin, bi dozên ku piştgirî daxwaz dikin. Me nexşeyek ji aliyên ku dikarin bi wan re hevkariyê bikin re der barê dozên ku digihîjin destên me, di nav de dabînkirina xaniyên bi ewle ji bo jinan, dabînkirina piştevaniya derûnî û zagonî û gelek navendên parastinê li parêzgehan çêkir.
Her wiha me erêkirin ji bo çend projeyan girt, di nav de piştgiriya saziyê ku bi riya wan me karîn û şiyanên saziyê û tîma wê ya xebatê ji nû ve ava kirin.
Di heman demê de em di saziyê de li ser peymanên navneteweyî jî dixebitin, di nav de Peymana 190 heye û me bêtirî ji yek civînên herêmî û neteweyî ji bo wê li dar xist, ji ber ku ew bi pêkanîna tundutujiyê li cihê kar eleqedar e û hukûmetê berî du salan ew îmze kir lê heya niha ew pesend nekiriye. Ji ber ku bandora wê ya erênî li ser jinan di cihê kar de heye, em zextê li ser pejirandina wê dikin. Bi rastî jî dozên ku ji encamên van kiryaran diêşin hene, di nav wan de tiştên ku vê dawiyê qewimîn, ên ku me çavdêrî li ser gefxwarin û lêdanê li rojnamevaneke jin li cihê xwe kir û dozên din.
Misirê di Cotmeha borî de raporta CIDA’yê gotûbêj kir û em kar dikin ji bo şopandina cîbicîkirina sozên li Misirê. Li gorî raporta wê ya dawî û her wiha şopandina daxwazên komîteyê yên ji bo guhertina zagon û kiryarên girêdayî jinan.
Hukûmeta Misirê gavên prosedurî diavêje, di nav wan de yekîneya tundûtûjiyê ya vê dawiyê hatiye avakirin, li gorî we ev biryar bi bandor in an tenê hewldanek ji bo spîkirina rûyê civaka navdewletî ye?
Jixwe li ser erdê guherînek heye ku bi tu awayî nayê paşguhkirin, dibe ku hêdî be û ev yek ji bo guhertinên civakî normal e, ji ber ku ew bi gelemperî rûbirûyê adet, urf û kevneşopiyên kevnar ên ku ji nifşên cuda re hatine mîraskirin e. Ev tevger û înkarkirina rûdana wê gelek dilgiran e û xebata me ya bi salan dixe nava têgeha namûsê.
Ez di van demên dawî de dibînim û dişopînim ku saziyên dewletê bi taybetî jî Serdozgeriya Komarê ji bo şopandina dozan gavên pir baş diavêje û her çend pirsgirêkên ku ez hêvî nakim di demek nêzîk de biguherin hebin jî tevgera dozan ji ya berê pir zûtir bûye.
Niha gavên ku di rastiyê de tunebûn tên avêtin, di nav de tedbîrên li ser mijarên ku bi riya medyaya civakî hatine raberkirin hene tevî ku mexdûr berê xwe neda bi fermî raporê îsbat bike jî. Her wiha li Misirê li çar dadgehan yekîneyên tundutujiyê hatin avakirin û me bi riya yek ji wan li parêzgeha Feyûmê biryarek ji bo yek ji rizgarbûyiyan stand.
Lê ev yek rê nade guhertina hinek zagonên ku heta niha di rojeva dewletê de ne û heta niha behsa wan nehatiye kirin lê rastî ber bi çend mijaran ve bi taybetî tundûtûjiyê ve tê guhertin.
Çend mijar hene ku li dora xwe sekneke herêmî ferz dikin, di nav wan de çewsandin, şantajên li ser medyaya dîjîtal û her cure tundî, bi taybetî li cihê kar, hûn çawa li dijî van pirsgirêkan tevdigerin?
Xebata me tenê bi mijarên ku medyaya civakî girîngiyê dide wan re bi sînordar nîn in û aliyek wê pir kes li ser wê tiştek nizanin, di nav de, wek mînak, destavêtin heye. Rojeveke me ya kevin heye ku li gorî wê kar dikin, ferq nake ka hûrgiliyên dozan tên pêşkêşkirin an na, ji ber ku parastina nepenîtiya daneyên kesên rizgarkirî li gel me mijara esasî ye.
Doz hene ku pêwîstiya wan bi avakirina rewşek geşedanê û gengeşiyê li ser wan heye, çi li ser asta kesan be, çi li ser asta civakê, mîna rûbirûbûna tundûtûjiyê piştî rakirina perdeyê yan jî neçarkirina keçan li ser lixwekirina wê. Ji ber ku ev mijar bi rastî tê wateyekê ji bo gelekan û divê em ji bilî piştgirîkirina mexdûrên wê hişmendiya civakê, derbarê wê de bi pêş bixin.
Rola torên civakî di çêkirin û piştgirîdayîna pirsgirêkan de nayê paşguhkirin, ji ber ku gelek mijar hene li ber çavan nehatine girtin an jî biryarek derketiye yan jî betal bûye û ev yek jî bi yekdengiya li ser wan pêk hatiye.
Dîrokek demdirêj a xebata li ser pirsgirêkên jinan û nifşên ku dest danîne ser babetan heye, tu dikarî ji me re behsa saziya Jin a Nû bikî?
Jina nû bi ramanên komek jinên ciwan ên di salên heftêyî de dest pê kir ku veguherî saziyek ku piştgirî dide radestkirina serokatiyê ji nifşên nû re tiştek ku wê ji yên din cuda dike. Sazî jî ji sala 1984'an û vir ve weke kom li mafên jinan digere, di sala 2004'an de weke sazî hatiye qeydkirin û ji sala 2001'ê û vir ve ez bi wan re dixebitim. Heya ku koma xebatê biryar da komcivînek ji bo jinên ciwan bi mebesta afirandina femînîstên nû ji tevgerê re li dar bixe, ev jî aliyekî baweriya koma xebatê ye ji bo xurtkirina şiyanên nifşên nû ku civakê bi çavên femînîst dibînin.
Ev sazî her dem bi xebata ji bo şikandina tabûyên ku ji ber tevliheviya mijarê di asta civakî de axaftin li ser an jî nêzîkbûna wê qedexe ye hat cudakirin, ji ber aloziya meseleyê di asta civakî de, di serî de behsa sinetkirinê û mijara tundutujiyê.
Jina nû di bin dirûşma "Ji mafên jinan re tawîz nîn e" de dixebite. Em her tim di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên jinan mijareke sereke ne, divê hemû aliyên pêwendîdar li ser bixebitin û li gorî pêşketin û şert û mercên heyî neyên biçûkxistin û tawîz ji wan neyê dayîn.