Komeleya Jinên Yemenê ji bo jinên girtî bûye hêvî

Komeleya Jinên ji girtigehên Hosiyan rizgar bûne bi armanca alîkarîkirina jinên hatin girtin û parastina mafên wan hatiye avakirin û ji bo yên mayî jî rizgar bibin xebaten xwe didomîne.

NÛR SIRÎB
Yemen - Nûçeyên jinên ji zindanên Hosî sax filitîn gelekî belav bûne û hebûna jinên din ên girtî di wê girtîgehê de hat belgekirin. Piştî hevgirtina zindiyan, ji bo alîkariya jinên girtî komeleya jinên ku ji zindanên Hosî xilas bûne di 26’ê Hezîrana 2021’ê de hat avakirin. Der barê kar û xebatên vê komeleyê de damezrînera Komeleya Jinên ji girtigehên Hosî rizgar bûne Nura El- Carawî ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku aramanca wan rigarkirina hemû jinên ji aliyê koma Hosî ve hatine girtin e.
“Di salên şer de şîdeta zayendî gelek zêde bûye” 
Damezrînera Komeleya Jinên ji girtîgehên Hosî rizgar bûne û Seroka Yekitiya Jinan ji bo Aştiyê li Yemenê Nûra El-Carawî, li ser fikra damezrandina komeleyê ji ajansa me re axivî û got: “Wê ji êş û rewşa ku jin tê re derbas dibin, baweriya bi girîngiya alîkariya jinên ku bi binpêkirinan re rû bi rû dimînin dest pê kiriye, dosyaya jinên di girtîgeha Hosiyan de yek ji dosyayên mafên mirovan ên herî girîng û xeternak e. Ji ber wê jî zêdeyî 1181 jin di girtîgehên Hosiyan de girtî ji mafên xwe tên bêparhiştin, girtî bi îşkence, destavêtin û kuştinê re rû bi rû dimînin. Ji ber wê diviyabû komeleyek taybet ji bo parastin û alîkariya kesên ku ji wan girtîgehan derdikevin û alîkariya girtiyên jin ên ku hîn jî rastî binpêkirinan tên û bi gelemperî jinan tacîz dikin were avakirin. Di salên şer de şîdeta zayendî gelek zêde bûye. Li Yemenê gelek doz hene, çi di asta civakê de, çi di asta partiyên siyasî û asta komeleyê de, di bin banê Wezareta Mafên Mirovan de ye ku dosyeya mafên mirovan ji hemû îstîsmaran biparêze û her wiha ji bo ku mafên jinên ji girtîgehê rizgar bûne biparêze û êşên wan baş bike. Di heman demê de ji hêla hikumeta naskirî ve di qada navneteweyî de piştgiriya pêwîst ji wan re peyda bike.”
“Hejmarek kêm ji girtîgeha Hosiyan hatin rizgarkirin” 
Der barê endamên ku di vê komeleyê de cihê xwe digrin de Nûra El-Carawî got: “Di vê komeleyê de 33 jinên ji zindanên Hosî rizgar bûne hene û ew jî endamên komeleyê ne. Her wiha 50 jin ji tundiyê rizgar bûne. Me gelek caran bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin jinan û komeleyê. Gelek jinên hatine rizgarkirin di Kanûna 2017’an de alîkarî ji wan re hat pêşkêşkirin. Ez bi xwe bi dosya jinên ku ji girtîgehên Hosiyan hatine rizgarkirin re eleqedar im, min bi gelek rê û rêbazan hewl da alîkariya wan bikim da ku serbest werin berdan. Gava em dibihîsin ku jinek hatiye girtin, di cih de em bi riya pêwendiyên ragihandin û pêwendiya bi rêxistinên navdewletî re piştgiriya wê dikin ku serbest werin berdan. Lê mixabin cihê xemgîniyê ye ku hejmarek kêm ji girtîgeha Hosiyan hatine rizgarkirin. Di sala 2017’an de 133 jin hatine rizgarkirin. Hejmara jinên ku niha alîkariya me digihîje wan 33 ye ewlekariya wan jî tê kirin.” 
“Koma Hosî jinên Yemenê kirine hedefa sereke”
Nura der barê êşên jinên di girtîgehan de wiha dibêje: “Êşên ku jin rast tên şermek mezin e. Li  Yemenê heya niha qet jin li malên xwe nehatine girtin, revandin, rûreşîkirin û kuştin. Wekî ya bi serê Cîhad El-Asbahî, Asîla El-Dudhî û Xîtam El-Beşarî qewimî. Ev tawanên giran in. Koma Hosî jinên Yemenê kirine hedefa sereke, em di komeleyê de raporên jinên di girtîgehan de rastî çi tên amade dikin û radigihînin. Ji ber Cîhad El-Asbahî li hemberî koma Hosî li ber xwe da avêtin ser mala wê û di Hezîrana 2020’an de ew kuştin, heman tişt li Asîla El- Dudhî jî kir û çarenûsa wê jî heman bû.”
Li gorî rapora koalîsyona mafên mirovan a di 8'ê Adarê de hat weşandin, ji bo jinên Yemenê, koalîsyona Jinan a ji bo aştiyê ya li Yemenê, rêxistina têkoşîna li dijî qaçaxkariya mirovan, rêxistina jinan ji bo aştî û hezkirinê (WLPT) û akademiya navneteweyî ya çapemenî û dîplomasiyê (IAMD) bi sernavê ‘Ji Cîhanê Veqetandî, Girtîgehên El-Hosî goristanên jinên Yemenê nehat diyarkirin ku 71 bûyerên destavêtina girtiyan di bin navê Paqijkirina Cîhadê de hat belgekirin. 
“Ev yek nikare me ji alîkariya jinan dûr bixe”
Têkildarî pirsa der barê cudahiyên piştî avakirina komeleyê de derketin holê Nura wiha anî ziman: “Komeleya Jinên ji girtîgeha Hosî Rizgar bûne û Jinên Binpêkirî di bin çavdêriya Wezareta Mafên Mirovan û Wezareta Karûbarên Hiqûqî de ye. Di destpêkê de em rastî hewldanên xirabkirina komeleyê hatin. Ev dosya mezin û xeternak e, ji bo mijar qanûnî be me piştrast kir ku ajansên hukmî berpirsyarê çavdêriya komeleyê ne, her karek bi hin cûdahiyan ve tên xirab kirin. Lê bi demê re rewş dê biguheze û ew ê xebata komeleyê li ser erdê bibînin. Ya girîng e ku divê em ji bîr nekin ev dosya hesas û xeternak e. Hosiyan jinan dikin leşker da ku dosyayê xirab bikin û hewl didin kesên ku ji zindanê rizgar bûne bêrûmet bikin. Lê ev yek nikare me ji alîkariya jinan dûr bixe. Divê em hewl bidin alîkariya wan bikin. Ji ber zêdeyî 64 jin û keç hene ku temenê wan ji 4 heta 10 salan bi tawanên neexlaqî ji hêla Hosiyan ve hatine mehkûmkirin. Hinek kesên din jî bi darizandinên wekî yên bi serê  Asmaa Matir El- Omêsî û Zeferan Zayid re qewimî hatine mehkumkirin. Asmaa Matir El-Omêsî di sala 2016’an de hat revandin. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ew rastî îşkenceyê û dadgeheke neadil hat û di 2018’an de koma Hosî cezayê darizandinê lê birî û piştre dem daxist 15 salan û ew hê jî heya niha di girtîgehê de ye.”
“Koma Hosî rûyekî din ê DAIŞ’ê ye”
Nura El- Carawî der barê karûbarên ku ji hêla komeleyê ve hatine pêşkêşkirin de got: “Bi navgîniya komeleyê, em piştgiriya psîkolojîk pêşkêş dikin û di demên pêş de em ê hewl bidin koma Hosî ji binpêkirinên ku wan kirine lêpirsîn bikin û em ê dest bi rakirina dozên deh jinan bikin. Ji ber ku Hosî li derveyî çarçoveya dadgehên şeriî ne, ev yek dê  bi riya dadgehên navneteweyî  were darizandin û wan ji sûcên şer ên ku pê rabûne berpirsyar bigre. Ez bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hemû aliyên herêmî yên têkildarî karûbarên Yemenê dikim ku destwerdanê bikin da ku hemû jinên girtî bên berdan û hemû kesên ku mafên jinan binpê kirine û tawanên cengê li dijî wan hatine pêkanîn werin dadgehkirin lewre koma Hosî rûyekî din ê DAIŞ’ê ye.”