Komeleya Jinên Demokratîk daxwaza wekheviya parvekirina mîras dike

Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê bang kir ku darizandinên bêserûber û sûcên sexte yên li dijî çalakvana mafên mirovan Turkiya El-Şayibî û jinên cotkar ên xwepêşandanê li Silyana, kirine bi dawî bibin.

ZOUHOUR MECHERGUİ  
Tûnis- Di 17'ê Sibatê de çalakvana mafên mirovan, seroka komeleya "Milyonek cotkarên jin bê zevî ne" Turkiya El-Şayibî li dadgeha Cezayê giran a Silyana sewqî dadgehê hat kirin, ji ber ku ew li kêleka cotkarên jin yên herêma "El-Qesab" li Silyana ku xwepêşandan kiribûn û daxwaza mafên xwe yên xebatê di zeviyên gundên xwe de dikin û daxwaza wekheviya mîras kiribûn, sekinîbû.
“Mafê gelê herêmê heye ku di zeviyên li herêma xwe de bixebitin”
Tekildarî heman mijarê Endama Meclisa Jinên Demokratîk Halîma El-Jowînî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku standa hevgirtinê li ber dadgeha Silyana hatiye vekirin, ji bo piştgirîkirina jinên herêma "El-Qesab" û mafê wan ê xebata di zeviyên wan de heye. Her wiha jinên herêmê yên cotkar piştî destdirêjiya dewletê ya li ser erdên wan û derxistina wan ji nava erdên wan xwepêşandan kirin. Di heman demê de Halîma El-Jowînî bal kişand ku mafê gelê vê herêmê heye ku di zeviyên dewletê yên dabeşkirî de ji bo cotkaran bixebitin û sûd bigrin li şûna ku bidin aliyên din ên ku haya wan jê tune ye û nizanin jê sûdê bigrin.
“Tirkiya El Şayibî berpirsyariya mavên mirovan û komeleyê girt ser xwe”
Halîma El-Jowînî êrîşa li ser mafên karker û jinan şermezar kir û da zanîn ku ew bi dirûşma "Ev axa kal û pîrên me ye" têdikoşin her wiha wê teqezî li ser girîngiya belavkirina mîrasan di navbera herêman de kir û bal kişand ku herêma "El-Qesab" navborî di nava milkê dewletê de ye û di destên dîwana zeviyên navneteweyî de ye, herêma El-Qesab herêmeke ku zeviyên wê di qada navneteweyî de navdar in lê xelkên herêmê ji xizaniyê êşê dikşînin."
Her wiha Halîma El-Jowînî piştgiriya ji bo çalakvan Turkiya El-Şayibî diyar kir û da zanîn ku wê berpirsyariya mafên mirovan û komeleyê girtiye ser milên xwe, li gel cotkarên jin ên Silyanayê sekiniye da ku piştgiriya wan bike û parastina mafê wan ên veberhênanê bi cih bîne. Her wiha ji bo daxwazên pêkanîna edaleta civakî û aborî kir da ku li pêşiya kesên hewl didin fesadî û diziyê bikin di bin navê kesên vebirhênan de bibe asteng.
“Li Tûnisê peymaneke navneteweyî heye”
Halîma El-Jowînî teqez kir ku mafê gihîştina zeviyên navneteweyî û sûdewergirtina ji wan ji hêla cotkarên jin ên ku nêzî van zeviyan dijîn heye û diyar kir ku ji ber ev yek piştgirî dide pêşveçûna rewşa aborî. Her wiha anî ziman ku li Tûnisê peymanek navneteweyî ji bo geşepêdana domdar a berfireh heye, di nav de pêşxistina çavkaniyên av, çandinî û jîngehê hene û îmze avêtine binê vê yekê.
Halîma El-Jowînî got ku divê di pêkanîna prensîba wekheviya derfetên demokrat de, parastina mafê jiyanê bi zagonî were kirin û mafên cotkarên jin were dayîn da ku karibin derfetên kar peyda bikin.