Kombûna Jinên Zenobiya ya li Dêrazorê ji bo jinan xebatên xwe didomîne

Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê ya li ser bajarê Dêrezorê de jin nikaribûn ji mala xwe derbikevin û ji jinên ku gilî kiribûn re jî gotibûn ku divê di bin kontrola zilamên ku destdirêjî li wan kirine de bimînin.

ZEYNEB XELÎF

Dêrezor- Jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê di encama serweriya civaka baviksalarî ya li ser jiyanê de gelek êş kişandine û kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmê, vê rewşê û bandora wê zîhniyetê zêdetir û kûrtir kir. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêmê ji destên DAIŞ'ê rizgar kirin, di 11'ê Mijdara 2019'an de li Hecînê Kombûna Jinên Zenobya bi armanca piştgiriya exlaqî, aborî, civakî, fikrî û siyasî ji jinan re xebata ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên têkildarî jinan hat vekirin.

Rêveber Saba Dalî, dibêje ku Kombûna Jinên Zenobiya, ji bo jinan teşwîq bike, di nava jiyan û xebata civakê de tevbigerin, xebatên xwe dimeşîne û wiha didomîne: "Kombûna Jinên Zenobiya bi çareserkirina pirsgirêkên jinan re eleqedar dibe, zehmetiyên li pêşiya azadkirina wan sivik dike û astengiyên li pêşiya wan çareser dike.”

“Peywirên her komîteyê cuda ne”

Saba Dalî got ku gelek komîteyên Kombûna jinên Zenobiyayê hene û diyar kir ku komîteya perwerdeyê ji perwerdekirin û hişyarkirina civakê, bi serdanên jinên li malên ku hê jî nikarin kesayeta xwe nas bikin û bi îradeya xwe rabin re eleqedar e.

Her wiha anî ziman ku Komîteya Lihevanînê pişta kombûna jinên Zenobiyayê ye û amaje bi wê yekê jî kir ku karê wê  çareserkirina pirsgirêkên zewacê û lihevkirina di navbera her du aliyan de digire nav xwe lê ger ev yek neyê kirin alîkariya jinan dikin ku mafên xwe bi dest bixin.

Saba Dalî da zanîn ku rojane 5-6 doz ku ji bo Buroya Kombûna Jinên Zenobiyayê tên şandin û wiha got: "Herî zêde pirsgirêkên zewacê û pirsgirêkên malbatî tên cem me. Bûyerên hevberdanê zêde dibin ji ber zewaca keçên temenbiçûk, nemaze yên ku di dema kontrolkirina DAIŞ’ê de neçar man bizewicin gelek in."

“Hişmendiya DAIŞ’ê çanda tecawizê zêdetir kir”

Rîm Lahmûd, yek ji jinên ku xwe spart ofîsa Kombûna Jinên Zenobiya, dibêje; "Ez gelek spasdarê vê ofîsê me ku ji min re bû alîkar ez maf û rûmeta xwe vegerînim. Piştî gelek hewldanên min ji bo serîlêdana dadgehê di dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ'ê yên ku mafê min nedan, dijberî wê li hemberî min rawestiyan. Çeteyên DAIŞ'ê ew derxist û jê re got ku divê li mala xwe bimîne ji ber ku ew jin e. Jixwe zîhniyeta DAIŞ’ê çavbirçîtiya mêran zêde kir û hişmendiya destdirêjiyê zêdetir kir.”

Rîm Lahmûd diyar kirk u piştî rizgarkirina Dêrezorê û vekirina ofîsa Kombûna Jinên Zenobiya derfet dîtiye û wiha got: "Ez çûm Kombûna Jinên Zenobiya, li min guhdarî kirin û endamên wê piştgiriya manewî dan min. Ji ber ku doza min şîdeta nava malê bû. Mafê min hat girtin û paşê min hîs kir ku ez kesek xwedî maf im û min ramana azad nas kir."

Rîm Lahmûd Her wiha destnîşan kir ku ev mijar ne bê kêşe ye, ji ber ku xizmên wê giliyê hevjînê wê red kirine lê guh nedaye van nêrînan û got ku kesa rastî şîdetê tê, divê tu carî bêdeng nemîne û qebûl neke.