Karima Shabo: Divê biryara zanîngeha Lubnanê were betalkirin

Biryarên ku ji hêla rayedarên fermî yên li Lubnanê ve tên dayîn baviksalarî ne, ew pirsgirêkên jinan, di rêza duyemîn de dibînin û ger ew bi biyaniyekî re bizewicin mafên wan ên bingehîn tên binpêkirin.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Tedbîrên cudakar ên herî dawî yên ku Lubnanê girtin, biryara ji hêla Serokê Zanîngeha Lubnanê ve hat girtin û ji hêla Wezîrê Perwerde û Xwendina Bilind ve hatiye îmzekirin, xwendekarên Ereb û biyanî mecbûr dike ku xwendina zanîngehê bi dravê biyanî, ango dolar bidin. Biryarê xwendekarên biyanî yên ji dayikên Lubnanî ji dayik bûne ji hukmên xwe dûr nexist. 
"Biryara zanîngeha Lubnanê cudahiyê dixe navbera zarokên jin û mêrên Lubnanî"
Rêvebera kampanyaya "Netewebûna min mafê min û malbata min e", Karima Shabo, di hevpeyvînekê de ji ajansa me re got ku her biryar an tedbîr ku ji hêla rayedarên siyasî ve hatine dayîn ji bo jinan erênî nîn in û wiha bi lêv kir: "Der barê biryara serokê zanîngehê ku ji hêla Wezîrê Perwerdeyê yê cudakar û ne dadperwer ve der heqê zarokên jinên Lubnanî de hat îmzekirin, ji me re ne ecêb bû ji ber ku jinên Lubnanê dema ku bi biyaniyekî re bizewicin û malbata wan ji derveyî ve biryarê hatine hiştin." 
Karima Shabo, di domandina axaftina xwe de wiha got: "Her gav dema ku em vedigerin rayedarên fermî der barê vê celeba ji biryaran de, sedema şîrove dikin ku ev mijar bi nezanî bûye, yan jî ew îdia dikin ku der barê zarokên jinên Lubnanê de pirsgirêk tune ne. Em her gav hewl didin qanûn an biryarnameya ku ji hêla wan ve hatiye derxistin û neheqî û cudakariya ku tê de heye, hewcedarî û mecbûriyeta derxistina îstîsnayek e ji bo bidawîkirina neheqiya li jinan û malbatên wan tê kirin, ji rayedarên têkildar re vebêjin."
Ew diyar dike ku divê cudahî neyê kirin li ser tu komê ne li ser bingeha zayend, netewe, nijad û hwd. û divê wekhevî di navbera her kesê de hebe. Lê belê, biryara ku hatiye dayîn pîvanek e li dijî Ereb û biyaniyan e û ji ber vê yekê zarokên jinên Lubnanî di vê kategoriyê de ne ji ber ku qanûna netewbûnê, netewbûna Lubnanî neda wan. Em tev dizanin diravê biyanî tê çi wateyê, tê vê wateyê ku mirov dê serî li bazara paralel bide, yan jî ya ku wekî bazara reş tê zanîn da ku diravê biyanî (dolar) bikire. Li gorî Karima Shabo ev biryar hemû pîvanên mirovahî binpê dike, ji ber ku ew cudahiyê dixe navbera xwendekarên mêr û jin, yanî ji wan tê xwestin ku diravê Lubnanî bidin û yên din jî diravê biyanî bidin.”
Karima Shabo bal dikşîne ku cudakariya li dijî xwendekarek biyanî ne nû ye lê ji mêj ve ye ku di zêdetirîn yek pîvan û tedbîrê de heye û ev biryar asta cudakariyê li hemberî biyaniyan, nemaze li dijî zarokên jinên Lubnanî yên ku bi biyaniyan re zewicîne, bilind dike.
"Di navbera zarokên jinên Lubnanî de ku bi yekî biyanî re zewicîne û zilamek Lubnanî de cudakarî heye" 
Karima Shabo dibêje: "Em ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz dikin ku di navbera zarokên jinên Lubnanî yên ku biyaniyan re zewicîne û zarokên zilamên Lubnanî de wekhevî hebe. Xwendekarên Lubnanê nêzî 250 hezar lîre didin wekî xercên qeydkirinê li zanîngehê bêyî xercên ewlehiya civakî lê xwendekarên ku ji dayikek Lubnanî û bavek biyanî ji dayik bûne, zêdetirî milyonek lîreyên Lubnanî didin, bêyî ku sûd ji tenduristî yan ewlehiya civakî bigirin. Ev cudakariyek eşkere nîşan dide lê rayedar ji vê mijarê nerazî ne. Ew bi biryara dawîn a ku ji hêla serokê zanîngehê û Wezîrê Perwerdeyê ve hatiye dayîn ku binpêkirinan zêdetir dike dikare were gotin ku pêşvetir çû."
"Tedbîrên ku hatine girtin di gel îstîsnaya der heqê zarokên jinên Lubnanî yên bi biyaniyan re zewicîne"
Karima Shabo qala gavên ku ji hêla kampanyayê ve piştî derxistina biryarê hatine girtin dike û wiha dibêje: "Gava ku em bi biryarê hesiyan, me dest bi tedbîrên li ser çend astan kir, di nav de medya, heya ku rola kampanyayê her carê dibû ku mirov ji alî zagonî ve biryara rayedar, zanîngeh an wezaretê bixwîne! Heta ji aliyê hiqûqnas û pisporên medyayê ve pirs ji me hat kirin ku wan der barê cudakariya di biryarê de pirsîn, ji ber vê yekê em neçar man ku ji wan re jî bibêjin da ku hay ji mekanîzmaya pêkanînê ya li ser zemîn ji bo biryarên wiha yên ku cudakarî tê de rasterast nehatine destnîşankirin hebin lê dibe ku bi behskirinê, veqetandin, an nehiştin berfirehtir be. Cudakarî ji bilî vê kategoriyê ye û wê di tu biryarê de nagire, cudakarî bi destnîşankirina ku divê ev kategorî ji her biryarê were derxistin. Li gorî naveroka biryarê, yan em daxwaz dikin ku zarokên jinên Lubnanî ji biryarek werin derxistin an jî bi biryarek din neyên dûrxistin.”
Karima Shabo ev yek anî ziman: "Heta wezîrê ku vê biryarê îmze kir cudakariyê nedît. Her wiha, em êdî ne tenê li ser daxwaza guheztinê disekinin, em bi nivîsandina nivîsê û ya ku divê di guheztina biryarê de hebe de bi pêş ve biçin. Di heman demê de me nivîsa ku divê kopyaya serastkirî ya biryara derketî be pêşkêş kir.”
“Destdilatdarî her roj mafên jinan binpê dike”
Her wiha balê dikşîne ku serokê zanîngehê rasterast bersiv daye daxwaza kampanyayê di medyayê de û sedem ew bû ku haya wan ji mijarê tune ye û wiha didomîne: "Piştre not ji wezaretê re hatin şandin û biryar roja duşemê, ango destpêka vê hefteyê, ji bo wezaretê hat, û biryar ji ofîsek veguhezî yeka din û herî dawî jî gihîşt ofîsa wezîr. Me bi hemû ofîsên wezaretê re danûstandin dikir da ku wezîr biryarê îmze bike. Gelo çima kesên eleqedar bala xwe nedan encamên biryarê yan biryarek ku ji hêla wan ve hatiye girtin û rasterast îmze dikin lê di  dema sererastkirin an guheztina piştî bilindkirina deng de, ew biryar didin ku wê binirxînin û em dikevin nav mij û morana rûtîn a saziyên fermî.”
Karima Shabo dibîne ku desthilatdariya siyasî her roj mafên jinan binpê dike û cudakariyê li wan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heya ku bi jinên Lubnanî re wekî welatiyek çalak wek mêrê Lubnanî danûstandin neyê kirin dê mafên wan her roj werin binpêkirin û ev yek em rojane dibînin. Binpêkirinên rojane hene ku bi biryareke li vir an li wir nayên sererastkirin, ji ber ku ew bi qanûnên cihêkar, kevn û pûç ve girêdayî ne ku divê bên rakirin.”