Jinên ji Efrînê koçber bûne bertek nîşanî dagirkeriya Tirkiyeyê dan

Jinên ji kantona Efrînê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku ev demek dirêj e didome wiha gotin; “Hebûna Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyeyê ne qanûnî ye em xwediyên axê û doza mafdar in”

RÛBARÎN BEKIR
ŞEHBA- artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her roj bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi bombebaranê hedef digrin, her diçe êrîş zêde dibin. Balafirên artêşa tirk ên ji ber bêdengiya navneteweyî her roj bajarên Tel Temir  Şehba û gundewarên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê  hedef digrin her wiha navçeyên Efrînê jî di nav wan de ne.
“Tirkiye dixwaze împaratoriya Osmanî vejîne”
Koçbera Efrînê ya bi navê Xecîca Ebû ya 50 salî got; “Em îro li ser axa Şehbayê ku bi xwîna zarokên me hatiye rizgarkirin di bin konên kampan de li ber xwe didin û dijîn. Bi saya şehîdan her bi hostek axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat rizgarkirin. Ev dever di bin rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi ewle ne Tirkiye ev demek e dirêj e bi çeteyên xwe ve bi fuzeyan êrîşê van herêman dike. Her wiha bi êrîş û teqînên şaneyên razayî dikin hedef nîşan dide ku Tirkiye bi vê yekê dixwaze herêmê kontrol bike hewl dide herêmê kontrol bike û bêtir axa Sûriyeyê dagir bike, mîna Efrîn, Serêkaniyê, Ezaz, Cerablus el-Bab û yên din dixwaze qada xwe ya dagirkirî berfirehtir bike.
Rûbera axa ku dewleta tirk li Sûriyeyê dagir kiriye û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dema destwerdana wê di şerê Sûriyeyê de di 2011’an de bi qasî 8,835 km 2 ye. Ev navçe nêzî hezar bajarokî di nav xwe de dihewîne ku yên herî girîng Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, el-Bab, Ezaz, Dabiq, Cerablus, Cindirês û Rajo ne. Tirkeye dixwaze împaratoriya Osmanî ji nû ve zindî bike. Bi van êrîşan, Tirkiye hewl dide li dijî gelên herêmê yên ku ji armancên dijminên xwe haydar bûne û xwe li ser bingehên raman û felsefeya rêber Abdullah Ocalan perwerde dikin ji warê wan derbixe.”
Xedîce Êbû diyar kir ku Tirkiyeyê di berdewamiya krîza Sûriyeyê de dest daniye ser berjewendiyên welatan aliyên ku bi hinceta çareserî û parastinê di nav aloziya Sûriyeyê de cih digrin di rastiyê de dixwazin li ser hesabê gel berjewendiyên xwe pêk bînin. 
"Em bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk bawer in"
Kuçbera Efrînî ya bi navê Fîdan Osman a 29 salî jî li ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk wiha got; “Dagirkeriya tirk û çeteyên wê bi balafirên xwe yên şer 58 rojan bi hovîtî êrîşî kantona Efrînê kirin û bi darê zorê me ji malên me derxistin. Nêzî çar sal in em koçber bûne. Tirkiye ji bo kontrolkirina herêmê her tiştî dike.”
Di 20’ê Çileya 2018’an de artêşa tirk a dagirker bi piştgiriya komên çete êrişî bajarê Efrînê kir û bi dagirkirina Efrînê re di 18ê Adarê de bi dawî bû. Şêniyên wê berê xwe dan kantona Şehbayê û mal û milkên wan ketin destên çeteyan. Ew çeteyên hov niha di malên koçberan de dimînin. 
Fîdan Osman li ser pirsa me ya der barê asta karîna Tirkiyeyê ya ji bo bicihanîna planên xwe yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de wiha got: “Em ji hêzên xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bawer in em amade ne ku li hemberî êrîşên dagirkeriya tirk li ser xaka xwe bisekinin û em ê li ser şopa şehîdan bimeşin ji ber ku em xwedan ax in û mafên me jî heye û hebûna tirk ne qanûnî ye dagirkerî ye.”
Fîdan Osman bal kişand ser berdewamiya têkoşîna li dijî dagirkeriya tirk û berxwedana şêniyên Efrînê yên li ser erdên Şehbayê, heta rizgarkirina bajarê wan û hemû axa Sûriyeyê. 
"Êrîşên dewleta tirk vîna me naşkîne, wê tenê biryardayîna me zêde bike"
Koçbera Efrînê ya bi navê Hîvîn Alûş a 40 salî pişterast kir ku êrîşên dewleta Tirkiyeyê dê vîna wan naşkîne û wê tenê biryardariya wan zêde bike û wiha gotinên xwe domandin: "Divê dewleta tirk bizanibe ku êrîş û tehdîdên wê û hewldana wê a ji bo têkbirina aramî û ewlehiya herêmên me yan jî dagirkirina wê ji xaka welatê me re, bandorê li îrade û projeya me ya gihîştina projeya neteweya demokratîk neke. Me tu carî sînorên dewleta tirk derbas nekiriye û me tu cure êrîş li dijî wê pêk neanîne. Dewleta tirk bi kîjan mafî van êrîşên hov li ser herêma me dike tevî ku em xeta parastinê ya meşrû digrin?"
Hêvîn Alûş wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Em xwediyên ax û doza rastîn in û li gorî vê yekê em serkeftî ne. Tirk û çeteyên wê di binpêkirin, kiryar û êrîşan pêk anîn lê em nahêlin ku dewleta Tirkiyeyê bigihîje armancên xwe û em ê li kêleka şervanên xwe bin."
https://www.youtube.com/watch?v=ph2AXIYvFrQ
https://www.youtube.com/watch?v=NbZwXShqMG0
https://www.youtube.com/watch?v=zQbUh7VfF0c