Jin li Misrê ji mîratê bêpar dimînin

Tundiya li Misrê ya li ser jinan, ne tenê bi sinetkirina wan a di temenê zaroktî û zewca wan a di temenekî biçûk de ye, di heman demê de ji mîratê jî bêpar dimînin dema ku mezin dibin.

NÊRMÎN TARIQ
Qahîre – Jina bi navê Eza Abd El-Sebûr a 43 salî ji parêzgeha Sohacê ye diyar kir ku dema wê mafê xwe yê mîratê piştî mirina bavê xwe xwest, birayê wê ji mîrata bavê wê tenê 20 hezar lîre (pereyê Misrê cinêh e) dayê û wiha got: "Dema bavê min berî pênc salan jiyana xwe ji dest da, erdê wê yê çandiniyê ne kêmtirî sê milyon lîre hebû, min mafê xwe yê erdê bavê xwe xwest lê birayê min red kir û got ez erd nadim ez ê pera bidim te û tenê 20 hezar lîre da min û dema min ev yek red kir, wî ji min re got ku tu derfeta wî ya aborî tune ye û ji bo min erdê bav û kalê xwe nafiroşe."
"Ji min re gotin tu mûçeyê birayê xwe yê wefatkirî distînî besî te ye"
Enxam Mehmûd a 45 salî ji parêzgeha Sohacê ye û hevjînê wê berî çend salan jiyana xwe ji dest daye wiha got: "Ji ber ku ez jinebî bûm, mûçeyê birayê xwe yê ku di Wezareta Elektrîkê de wekî endezyar dixebitî û berî ku bizewice jiyana xwe ji dest da, min digirt. Piştî ku bavê min wefat kir, min mafê xwe yê mîratê xwest, birayên min ji min re gotin tu mûçeyê birayê xwe yê wefatkirî distînî, besî te ye û mafê min ê mîratê nedan min. Ez mûçeyê birayê xwe ji dewletê distînim ji ber ku birayên min hemû mezin bûne û ne, mafê wan tune ye ku mûçeyê birayê xwe yê wefatkirî bistînin."
"Li Misrê qanûnek ku jinan biparêze tune ye"
Sabrîn Abd a 38 salî ya ji Qenayê wiha axivî: "Çûyîna jinan a dadgehan ji bo bidestxistina mafê xwe, li Misrê nayê qebûlkirin, ji ber ku mirovên vê derê li jina ku diçe dadgehan ji bo ku dozê li birayê xwe veke ji bo bidestxistina mafê xwe yê mîratê, heman nêrîna ku li jina bêyî zewac zarokek aniye, dinêre. Bav berî mirina xwe, ji bo zarokên xwe yên mêr peymanên kirîn û firotinê îmze dike da ku keçên wî neçin dadgehê. Her wiha bav tu dirav naxe bankeyan ji ber ku bank piştî mirina bav, li gorî qanûnên pere dabeş dike lê li Misrê qanûnek tune ye ku jinan biparêze."
"Birayê min ez neçar kirim ku hemû para xwe ya mîratê bidimê" 
Ebîr Cabir a 35 salî ji Sohacê ye wiha got: "Dema bavê min jiyana xwe ji dest da, birayê min ji min re got ku dê para te ji erd tenê wê pere be û para te ji heywanan dê şîr û kîloyek goşt be dema ku em eydê qurban bikin. Sala çûyî dema ku ez nexweş û hewceyê emeliyatê bûm min mafê xwe yê erd xwest, birayê min 15 hezar lîre da min û şert kir ku ez li ser kaxezekê imze bikin ku hemû mafê xwe yê mal û erd bidimê û ez mecbûr bûm ku vê yekê qebûl bikin ji ber ku ez hewceyî emeliyatê bûm."
"Dayika min got mafê birayê te ji hevjînê te pirtir di erd û milkên bavê wan de heye" 
Fadiya Abd El-Mecîd a 30 salî got ku wê texmîn dikir ku ji ber dayika wê hîn sax e dê alîkariya wê bike ku mafê xwe yê mîratê bi dest bixe û wiha pê de çû: "Lê dayika min ji min re got piştî ku jin ji nav malbata xwe derkeve û bizewice, mafê wê yê mîratê tune ye û mafê birayê te ji hevjînê te pirtir di erd û milkên bavê wan de heye û her eyd em pere didin zarokê te û di rojbûna pêxember de em şîraniyan dişînin mala we û gava hûn serdana me dikin em ji zarokê te re xwarinê amade dikin."
"Birayê min got em xaniyên xwe nadin kesên xerîb"
Mûna El-Salim a 49 salî ji El-Minya ye ew jî ji mafê xwe yê mîratê bêpar maye û wiha got: "Min tiştek ji mîrata bavê xwe ku bi milyonan bû û ji zêrên dayika xwe bi dest nexist. Piştî ku dayika min wefat kir birayê min zêrên wê desteser kir û ji min re got ku min gelek pere li dermankirina wê daye û zêrê wê ji mafê min e, tevî ku wî ji pereyên ku bavê min jê re hiştibûn, li dermankirina diya min xerc kiribû. Her wiha birayê min ê mezin ji min re got ku ji mîratê bavê te xaniyek te heye lê tenê dema ku ti ji hevjînê xwe were berdan mafê te heye ku te têkevî hundurê wê de da ku tu li kolanan ranezê û dema min jê re got ez dikarim bifroşim da ku kurê xwe pê bizewicînim lê wî ji min re got em xaniyên xwe nadin kesên xerîb.”