‘Ji bo xirakirina guherîna Zagona Rewşa Kesane têkoşîn divê’

Mamosteya zanîngehê Rûbar Mecîd têkildarî erêkirina guherîna Zagona Rewşa Kesane wiha got: “Divê çalakvan, parlementer û tevahî beşên civakê ji bo xirakirina guherîna Zagona Rewşa Kesane xebatan bimeşînin û têbikoşin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di 21’ê Çileyê de, Parlamentoya Îraqê proje yasaya guherîna Zagona derbarê Rewşa Kesane ya Îraqê ya hejmar 188 a sala 1959’an pejirand. Guherîna zagonê rê li ber zewicandina zarokên keç ên 9 salî vedike, jiyana tevahiya civakê bi taybetî jî ya jin û zarokan, dixe xeteriyê û jin û zarok ji hemû mafên xwe bê par dimînin. Erêkirina guherîna Zagona Rewşa Kesane, rastî bertekên tund ên jinan û çalakvanên mafên jinan hat.

‘Erêkirina zagonê pirsgirêkên civakê û qetilkirina jinan zêde dike’

Mamosteya zanîngehê Rûbar Mecîd diyarkir ku guherîna Zagona Rewşa Kesane dibe sedemê têkçûna hemû çînên civaka Îraqê û jin ji hemû mafên xwe bê par dimînin û got: “Guherîna Zagona Rewşa Kesane li parlementoya Îraqê bi amadebûna parlementeran ji bo stendina mafê jinan, zarokan û qirkirinê, hatiye pejirandin. Tê de dibêje ku zarok beriya mezin bibin, dikarin werin zewicandin. Di zagonan de xala 5’an a madeya 10’an dirûxîne. Erêkirina zagona Rewşa Kesane, pirsgirêkên civakê û rêjeya qetilkirina jinan û tundiyê ber bi zêdebûnê ve dibe. Divê bi riya çalakiyan, hemwelatî hewla pêşîlêgirtina vê yekê bidin. Divê li herêma Kurdistanê ev zagon neyê pêkanîn. Biryardana zagona derbarê Rewşa Kesane de, bi lihevkirina parlementeran, Kurdan û aliyên din bi encam bûye. Li ser jiyana jin û zarokan li hev kirine. Parlementerên Kurd ji bo girtina zeviyan hewla qirkirina jinan didin. Kesên diçin parlementoyê, nikarin nûnertiya rasteqîn a gel bikin. Erêkirina vê zagonê, ji bo berjewendiya Şîayan e.  Ji ber zêdebûna hejmara  Şîayan li parlemtoyê û berjewendiyên wan, ev biryar di parlementoyê de hat erêkirin.”

‘Divê her kesek ji civakê têbikoşe’

Rûbar Mecîd destnîşan kir ku parlemento nikare li gor berjewendiyên xwe li ser zagonê kar bike. Mamoste Rûbar diyar kir ku guherîna zagonê jiyana zarokan û jinên herêma Kurdistan û Îraqê dike metirsiyê û wiha got: “Piştî encamdana pirjinî ya li Îraqê, li herêma Kurdistanê biryara Îraqê bû diyarde û mêrên herêma Kurdistanê ji bo jina dûyem yan a sêyem bînin, berê xwe didin Îraqê. Guherîna Zagona derbarê Rewşa Kesan de jî wê bi heman awayî bibe sedem ku mêr ji bo bicîhkirina vê yekê, cardin berê xwe bidin Îraqê. Ji ber ku nifûsa Îraqê tuneye, li herêma Kurdistanê dibe sedema encamdana vê zagonê. Guherîna zagonê zarokan ji xwendin û jiyana wan a asayî bê par dihêle. Ev guherîna zagonê ne li gor pêşketinên niha ya mirovatiyê ye. Divê bi riya çalakî û hişyarîkirinan, rê li vê yekê were girtin. Divê em bi riya ragihandinê jinan û tevahiya civakê hişyar bikin. Em semînerên xwe yên hişyarkirina jinan berfirehtir bikin, bi riya xwendinê em ji bo hişyarkirina zarokan û malbatan hewl bidin. Çalakvan, parlementer û tevahî beşên civakê ji bo betalkirina guherîna Zagona derbarê Rewşa Kesane de, xebatan bimeşînin û têbikoşin.”