‘Ji bo wekheviyê divê di Zagona Malbatê de guhertin werin kirin’

Parêzer Fathia Ashtatu diyar kir ku jinên ku doza hevberdanê dikin, rastî gelek bêmafiyan tên û xwest Zagona Malbatê ya Mexribê ji nû ve li ber çavan re were derbaskirin.

HANAN HARITE

Mexrib – Zagona Malbatê ya Mexribê, ne jinan malbatê diparêze û cudakariya zayendî di nava xwe de dihewîne. Bi taybetî jî jinên ku doza hevberdanê dikin rastî gelek bêmafiyan tên û cihekî ku lê li mafên xwe bigerin nabînin. Saziyên civaka sivîl di vê mijarê de demek dirêj e xebatên cur be cur dikin û dixwazin di Zagona Malbatê de guhertinên ku dê newekheviyê ji holê rakin werin kirin.

Têkildarî mijarê endama Federasyona Mafên Jinan û ji Komeleya Mafên Jinan parêzer Fathia Ashtatu, diyar kir ku ew stargehên jinan, navendên wekî mêvanxaneyan vedikin û ji pirsgirêkên jinan re li çareseriyê digerin.

‘Em ji bo wekheviyê dixebitin’

Fathia Ashtatu diyar kir ku saziyên civaka sivîl bi mijarên civakî yên cur be cur re têkildar dibin û wiha axivî: "Bi taybetî rolên mezin dikevin ser jinên parêzer û civaka sivîl. Em komele û bi taybetî rêxistinên mafên mirovan ên li Mexribê, ji bo di zagona ceza de guhertin çêbibe û xalên di Zagona Malbatê de werin guhertin nîqaşan dikin. Ji bo başkirina statuya jinan û guhertin zagonan, di warê parastinê de em toran ava dikin. Bi taybetî ji bo wekheviya di navbera zayendan de pêk were em dixebitin.”

‘Me dît ku ku zagonê de valahî hene’

Fathia Ashtatu, têkildarî daxwazên tevgerên jinan ên li Fasê ku dixwazin Zagona Malbatê were guherandin de jî wiha got: "Em dixwazin Zagona Malbatê ya di sala 2004'an de hat derxistin di ber çavan de were derbaskirin. Çend valahî tê de hene. Rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan û komele, diyar dikin ku ew di zagona malbatê de hukmên ku li hev nakin dibînin. Hem di warê temsîliyeta zagonî de hem jî di warê paşnavê zarokên ku ji derveyî zewacê çêdibin de bi benda 49’an ve girêdayî me dît ku di Zagona Malbatê de hinek valahî hene.”

Fathia Ashtatu, di dawiya axaftina xwe de xwest ku di rewşa hevberdanê de di parvekirina mal di navbera herdu hevjînan de divê zagon careke din di ber çavan de werin derbaskirin û wiha bi dawî kir: “Mixabin ne di warê parvekirina mal de ne jî karê mal de nirxandin nayê kirin. Karên malê wekî ku peywira xwezayî ya jinan be tê dîtin. Ji ber paşverûtiyên heyî nêrîna bi vî rengî hê jî heye. Divê zagon di parvekirina mal de karên malê jî esas bigre.”