Ji bo rojnameger Sedef Kabaş 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat xwestin

Lêpirsîna der barê rojnameger Sedef Kabaş a ku ji ber gotinên di bernameyeke televîzyonê ku beşdar bûyî de bi îdiaya "heqaret li Serokomar kiriye" hat girtin, temam bû. Ji bo rojnameger Sedef Kabaş giştî 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hate xwestin.

Navenda Nûçeyan – Lêpirsîna der barê rojnameger Sedef Kabaş a ku meha borî bi îdiaya "heqaret li Serokomar kiriye" hat girtin, temam bû. Di îdianameya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat amadekirin de Sedef Kabaş wek "gumanbar", Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wek "gilîkar", Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu jî wek "mexdûr” cih girt. 
Di îdianameyê de derbarê Sedef Kabaş de bi hinceta "Heqaret li Serokomar kiriye" heta 7 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Her wiha ji bo Sedef Kabaş ji ber gotinên derbarê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu bi sûcê "ji bo karmendek giştî, ji ber erka wî heqaret kiriye " heta 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.
Îfadeya polîsa ya di îdianameyê de cîh digire ku tê de neqşeya axaftina Sedef Kabaş a di bernameyê de jî heyî wiha ye: "Armanca heqaretê tune bû, gotina ku di weşana zîndi de kar aniye gotinên mezinan e. Ew jî ji bo ravekirina rewşê bi kar aniyê, metaforek bûye ku wê wateyê bi hêztir bike û Serokomor jî di nav de kesî mebest nekiriye.” 
Ger îdianameya ku ji Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê re hatiye şandin bê qebûlkirin dê Sedef Kabaş di rojên pêş de derkeve pêşberî dadger.