Ji bo rojnameger Nurcan Yalçin cezayê girtîgehê hat xwestin

Di îddeanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji bo rojnameger Nurcan Yalçin hatiye amadekirin de, dozger heta 15 salî cezayê girtîgehê xwest. Danişîna ewil dê di 17ê Gulanê de bê dîtin.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 4'ê sibatê de polîsan bi ser mala rojnameger Nurcan Yalçin de girtibûn û kiribûn bin çavan. Rojnamevan Nûrcan Yalçin bi şerdê kontrola edlî di 7'ê Sibatê de hat berdan. Dozgeriyê derbarê Nurcan Yalçin de bi hinceta "Alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê" îddianema amade kir. Di îdianameyê de roportajên Nurcan Yalçin ên di dema pevçûnên Sûrê de û îfadeyên jinên ku di roportajan de axivîn weke hincetên sûc hatin hesibandin.

Sûcdarkirinan qebûl nekir

Nurcan Yalçin di parastina xwe de diyar kir ku ew di navbera salên 2014-2016'an de di JINHA'yê de (Ajansa Nûçeyan a Jinan) xebitiye, kesê di vîdeoyê mijara gotinê de cih digre  ew e û van roportajan ji JINHA'yê re şandine. Nurcan Yalçin anî ziman ku ew nizane vîdeoyên mijara gotinê nehatine weşandin yan na û di gotina ev xebateke çapemeniyê ye sûcdarkirin red kir.

Serdozgeriyê di beşa nirxandina îdianameyê de roportajên Nurcan Yalçin ên bi kesên  di navbera salên 2015-2016'an de li navçeya Sûrê dijîn û weşandin xendek û barîkatên li navçeyê cih digrin ji weke sûc nirxand. Serdozgeriyê di îdianameyê de cih da azadiya çapemeniyê û diyar kir ku hevdîtinên hatine kirin nakevin nava azadiya çapemeniyê û yekparebûna welat tehdîd dike.

Danişîna ewil dê di 17'ê Gulanê de bê dîtin 

Her wiha dozgeriyê da zanîn ku di çarçoveya dosyayê de tu delîlên ku dibêjin Nurcan Yalçin “di hiyerarşiya rêxistina çekdar de cih digire” de nehate dîtin. Serdozgeriyê ji bo Nurcan Yalçin bi hinceta "Alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê" heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Îddianameya hat amadekirin ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil dê di 17'ê Gulanê de bê dîtin.