Ji bo Peymana Stenbolê roja biryarê: Her kes axivî, niha dora Dozgerên Dadgeha Bilind e

Parêzer Selîn Nakîpoglu der barê doza betalkirina vekişîna ji Peymana Stenbolê ku dê li 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind bê dîtin de ji ajansa me re axivî.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Dozên ku li dijî Biryarnameya Serokomariyê bi rengekî yekalî vekişîna Peymanê Stenbolê hatibûn vekirin dê îro li 10'emîn Daîreya Dadgeha Bilind bê dîtin.

Piştî betalkirina peymanê gelek komele, weqf, sîyasetmedar û parêzerên mafên jinan serî li Dadgeha Bilind dane; daxwaza betalkirina biryara vekişîne ya teqez kiribûn. Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener û Baroya Amedê jî bi daxwaza sekinandina birêvebirina biryara betalkirina peymanê serî li Şûraya Dewletê dan. Dadgeha Bilind ev daxwaz red kir û serlêdanan ji bingehê lêkolîn kir. Dozgerên ku ji bo van her du serlêdanan dosyayan lêkolîn dikin, destnîşan kirin ku vekişîna ji Peymana Stenbolê dijhiqûqî ye. Dozgerên Dadgeha Bilind, di biryara dan de wiha gotin: “Peymanek ku TBMM’ê bi zagona guncaw ditîye qebûl kiriye, ancax bi heman rêbazê dikare were betalkirin, yanî encax ji peymanê bi qanûnek nû ya ku li meclisê were pejirandin dikare derkeve.

Stenbol, Îzmîr, Amed, Çewlik û Wan jî di nav de 68 baro dê beşdarî danişînê bibin. Navendên mafên jinan ên 68 baroyan diyar kirin ku ji bo parastina Peymana Stenbolê ew ê di 28’ê Nîsanê de li dadgehê bin. Gelek rêxistinên jinan jî banga beşdariya danişîna Dadgeha Bilind kirin.

Parêzer Selîn Nakîpoglu beriya danişînê, pêvajo û bendewariyên ji danişîna Dadgeha Bilind ji ajansa me re nirxand. Selîn Nakîpoglu wiha got: “Bi hezaran parêzerên jin dê bi belgeya destûra dozan beşdarî danişînên Dadgeha Bilind bibin. Bi sedan jin jî dê li ber avahiya Dadgeha Bilind bisekinin. Biryarên bên dayîn ji bo bi milyonan jin, zarok û LGBT’yên li Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ez hêvîdar im ku dadwerên Dadgeha Bilind bi riya prensîba serweriya hiqûqê tevbigerîn. Ez bawer im, em ê îro ji Enqereyê agahiyên baş bidin we.

“Vekişîna ji peymanê cesaret de mêrên kiryarên tundiyê û kujer”

Bi wateya giştî hûn vekişîna ji peymanê û wekî hiqûqî pêvajoya piştî wê çawa dinirxînin? Çi cure binpêkirin/bêhiqûqiyan hatin jiyîn?

Di serî de ez dixwazim bibêjim ku mêrên kiryarên tundiyê hatin cesaretkirin, mînaka vê ya herî zelal, ger were bîra we kujerê Pinar Gultekîn di danişîna ewil a piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê de kêfxweşiya xwe anîbû ziman. Di civakê de têgihîştina ku di têkoşîna li dijî tundiyê mêr de paşve gav hat avêtin ava bû. Ev rast e jî û helbet vê yekê cesaret da mêrên ku ji wekheviya zayendî ya civakê bawer nakin û tundiyê li dijî jin, zarok û LGBT+yan heq dibînin. Vekişîna ji peymanê der barê mudaxeleyî qanûna bi hejmara 6284 jî bike de fikar ava kir. Muwekîlên me diyar kirin ku ew xwe bê ewle hîs dikin. Mixabin hê jî wiha ye. Ji ber ku hinek rojname hema bêje her roj li dijî zagona 6284’an agahiyên derew belav dikin. Tişta ku dikin ne tenê xerabî ye, di heman demê de jî sûc e lê mixabin dozgerên çapemeniyê di ser guhên xwe de davêjin.

“Her kes axivî, niha dora Dozgerên Dadgeha Bilind e”

Hûn ji danişîne çi hêvî dikin? Dê dosya çawa were destgirtin?

Belê piştî biryara serokomar vekişîna ji îmzeyê, dozên ku zêdetirî 200 dozên ku STK, baro, partiyên muxalîf û jinan vekirine hene. Ez jî ji wan kesan im min li ser navê xwe dozê vekir. Daxwaza me ya sekinandina birêvebirinê, hat redkirin. Di berdewamiya pêvajoyê de dozgerên Dadgeha Bilind ramana ji vekişîna îmzeyê “ biryar dijhiqûqî ye” dan. Piştî ku dozgeran nêrînên xwe yên der barê esasê de ji 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind re ragihandin û piştî demek kurt agahî gihîştin kes û saziyên ku doz vekirine, me dest bi hînkirina dîrokên danişînê kir. Her kes axivî, niha dora Dozgerên Dadgeha Bilind e.”

“Dê têkoşîna me bidome”

Ger di danişîna Dadgeha Bilind de encameke neyînî derkeve dê pêvajo çawa bimeşe? Di wateya hiqûqî de têkoşîn dê li ser kîjan xetê berdewam bike?

Dibe ku di dozan de wek daxwazên me biryar jî derbikevin. Yanî dibe ku biryarek vekişîna îmzeyê ne hiqûqî ye derbikeve. Ger dernekeve dê pêvajoya qanûnî berdewam bike. Yanî ger biryareke li dijî derbikeve mafê me heye ku em serî li Daîreyên Doza Îdarî ya Dadgeha Bilind bidin. Piştre mafê me heye ku em serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Ger em ji wir encam negirin, têkoşîna me ya lêgerîna edaletê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê diçe. Ev bêhiqûqî dê her ji cihekî vegere. Bi hezaran parêzerên jin dê bi belgeya destûra dozan beşdarî danişînên Dadgeha Bilind bibin. Bi sedan jin jî dê li ber avahiya Dadgeha Bilind bisekinin. Biryarên bên dayîn ji bo bi milyonan jin, zarok û LGBT’yên li Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ez hêvîdar im ku dadwerên Dadgeha Bilind bi riya prensîba serweriya hiqûqê tevbigerîn.