Ji bo kêmkirina tacîzê li Cezayîrê bangewazî

Parêzvana mafên mirovan Fatima Zawanî dibêje ku jinên rastî destdirêjiyê tên ji tirsa malbatê ku dê rê lê bigirin êdî nikarin biçin ser karê xwe kêm caran serî li dadweriya tawanan didin û daxwaza mafên xwe dikin.

RABIA XERÎS

Cezayîr- Têgîna tacîza zayendî ya li ser kar aliyekî şîdeta li dijî jinan e û dibe sedema bêîstiqrariyê, ji ber vê yekê jî gelek zagonan hewl dane vê yekê bi cih bînin. Qanûnsazên Cezayîrî di xala 341’ê ya zagona ceza de behsa vê diyardeyê kirine û heta qanûna kar a niha di meriyetê de ye, beşeke tevahî li ser destdirêjiya cinsî ya li cihê kar re veqetandiye. Ev jî sûcdar di asta kariyerê wî de rastî cezayê dîsîplînê û şopandina dadrêsî tîne.

Pêşnûmeya nû ya qanûna kar xalên 56, 57, 58 û 59 ji bo sûcdarkirina tacîza zayendî di dema hebûna li cihê kar de bi riya pêkanîna zextê yan destdirêjiya devkî, bedenî, qanûnî ji bo bidestxistina armanca xwe ya kesane vedihewîne. Her wiha pêşnûmeya qanûnê zext û hevokên bi devkî yan jî ne devkî yên ji bo rûreşkirin, heqaret an jî tirsandina kesên tacîzkar ku bandorê li wan dike û rûmeta wan binpê dike jî sûc dibîne

Di serî de jin tên sûcdarkirin

Semîra Allal a ku di temenê xwe yê çil salî de ye, der barê êş û azarên xwe yên di destpêka karê xwe de weke karmendek di saziyeke taybet de, wiha dibêje: "Piştî ku min şeş sal berê dest bi kar êşa min jî dest pê kir. Min gelek li ber çewisandinên xwediyê saziya ku min tê de dest bi kar kir, li ber xwe da. Ji ber redkirina daxwazên wî yên dubare û leza wî ya daîmî, wî dest bi zextên mezin li ser min kir. Wekî bêparkirina min ji asta bilind di kar de ku neçar mam dev ji karê xwe berdim. Min malbata xwe jî agahdar nekir ji bo ku çûyîna kar ji bo min  qedexe nekin.

Ji ber nêzîkatî awir û kirinên rêveber derûniya wê xirab bû

Ji aliyê din ve, Letîfe B. ku wek sekreter bo karmendekî giştî di kompanyayeke taybet de kar dikir, eşkere kir ku ew ji ber kiryarên rêveberê xwe yê berê li ser kar, di rewşeke nîgeranî û nexweşiya derûnî de dijî û wiha dibêje: "Ji ber ku ez wek sekretera wî dixebitîm, min hewl dida bi gelek awayan kar bikim da ku ji awir û reftarên wî yên nebaş li ser min, hewldanên wî yên domdar ên ku dixwest nêzî min bibe û heta hewldanên wî yên ku dest bide min, xilas bibim. Dema ku karê min bi dawî dibû ez diçim malê, şêwaza min û awayê muameleya min a bi kurê min re diguherî lewre vê rewşê bandoreke neyînî çêkiribû. Min gelek tehemul kir û li ber xwe da ku îstifa nekim, ji ber ku bi hewceyî kar bûm, min tenê zarokê xwe xwedî dikir lê di dawiyê de min dev jê berda û îstifa kir. Min şert û mercên pir giran ji bo parastina rûmeta xwe tehemul kir.

Parêzvana  mafên mirovan Fatima Zawanî dibêje ku jinên destdirêjiya cinsî li wan tê kirin kêm caran serî li dadweriya tawanan didin û daxwaza mafên xwe dikin ji ber urf û adetên di malbatan de serdest in û tirsa jinan ji windakirina karê xwe yan rêgirtina xebatê ji aliyê malbatê ve heye.

Qanûnên nediyar

Mirov dikare bibêje ku diyardeya destdirêjiya cinsî di nav mijarên "bêdeng" ên civaka Cezayîrê de ye, ji ber hesasiyeta vê mijarê, ew ne pir cuda ye ji mijara tundiya li dijî jinan, ji ber van sedeman, mijara destdirêjiya cinsî dê ji tedawiyek rastîn dûr bimîne û beşek mezin ji wê veşartî bimîne.

Fatima Zawanî amaje dike ku zagon ne bes in ku dawî li vê tawana "bêdeng" bînin, tevî ku qanûndanerên Cezayîrê mafê xebatê dane jinan jî wek mêran, li ser bingeha destûrê ku qanûna herî bilind a li welat e prensîba hevsengiyê di bazara kar de û mafê wê yê teşwîqkirinê di sazî û dezgehên îdarî yên giştî de destnîşan kir. Her wiha mafê wê yê parastina bedenî bi danîna temenê herî kêm ji bo karkirina wê heye. Di heman demê de temenê teqawidiyê ji yê mêran kêmtir hatiye diyarkirin û mafê wan ê betlaneya welidandinê, demjimêrên şîrmijandinê hene. Hem dikare lêçûnên teqawidiyê bigre, hem jî maf daye wan ku li pêş dadgeha sivîl daxwaza mafên xwe bikin û bigrin.

Zagona ku niha di meriyetê de ye, ji bo her kesê ku li ser kar, meqamek an pîşeyekê dagir dike, bi gefxwarinê yan jî bi zorê fermanan dide kesên din da ku bersivê bide daxwazên wî, ji du mehan heya salekê cezayê girtîgehê dide lê parêzer Fatima Zawanî dibêje ku qanûndanêrên Cezayîrê di vê gotara taybet de, nasname û kapasîteya tawankar an kesê destdirêjker çi mêr be yan jin be, diyar nekirine, ji ber ku dibe destdirêjî li ser herdu zayendan çêbibe.

“Destdirêjiya zeyendî yek ji xirabtirîn şêweyên zirarê ye li ser jinan”

Ji ber van sedeman, Fatima Zawanî eşkere kir ku destdirêjiya cinsî dê bimîne yek ji xirabtirîn şêweyên zirarê li ser jinan û her wiha dê nîşaneya herî xerab bêedaletiyê li mirovahî û rûmeta wan bike. Nexasim nexweşiyên derûnî yên ku dikarin xemgînî, depresyonê bi wan re çêbikin.

Di raporeke ku di sala 2018'an de ji aliyê komeleya Cezayîrê ya ji bo Berevaniya Mafên Mirovan li Cezayîrê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatibû weşandin de, hat ragihandin ku ji sedî 50 karmendên jin di beşa giştî û taybet de rastî tacîza zayendî ya her cureyî hatine, ji tacîza zayendî ya devkî bigire heta tacîza zayendî ya bedenî.

“Di îsbatkarina tacîza zayendî de astengî li pêşiya jinan hene”

Komeleyê da zanîn ku ji bo îsbatkirina tacîza zayendî ya li hemberî jinan bi belge û rastiyan gelek zehmetî û astengî li pêşiya jinan hene, ji ber ku gelek dosyayên karkerên jin ên li cihê kar rastî tacîza zayendî hatine, gihîştine komeleyê.

Serokê Komeleya Parastina Mafên Mirovan a Cezayîrê matmayîbûna xwe ya li hember sistbûna tedbîrên ku desthilatdarî pê rabûye ji bo parastina jinên karmend di saziyên aboriyê de, anî ziman û di wê demê de, hêdîbûna wê di cîbicîkirina peymana rakirina hemû cudahiyên li dijî jinan (CEDAW) rexne kir.

Serokê Komeleyê teqez kir ku desthilatdariya Cezayîrê dirûşmên pûç derdixe holê ku jinên kedkar naparêze, nemaze di zagona kar a nû de, ya ku kardêran teşwîq dike bi awayekî kêfî karkeran derxin û dihêle jin hemû cureyên tundutujiyê tehemul bikin, ji tirsa ku ji kar werin derxistin.