Ji bo girtiya nexweş Dayika Aştiyê Încîle Fîdan banga tehliyekirinê

Dayika Aştiyê Încîle Fîdan a ku bêyî delîlên şênber li ser îfadeyên şahidê veşartî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girt, li girtîgehê ji ber nexweşiya dil, rewşa wê girantir dibe. Xizmên wê gotin ku divê beriya rewşa wê zêdetir xerab bibe, bê tehliyekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdin – Dayika Aştiyê Încîle Fîdan a 65 salî ku bi îdiaya “Endama Rêxistina terorê ya çekdar e” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji ber nexweşiya dil nikare jiyana xwe li girtîgehê bidomîne. Încîle Fîdan a ku di sala 2016'an de di dosyayek hat vekirin de bi hinceta îfadeyên şahidê veşartî ceza girt, di 3'ê Çileyê de li gundê Elfan (Yeşîlalan) ê Stewrê piştî hat binçavkirin hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Hat hînbûn ku Încîle Fîdan a bi nexweşiya dil a giran di girtîgehê de her dem nexweş e, di dosyaya ku jê hatiye cezakirin de der barê wê de tu delîlên şênber nîn in.

Bi îfadeya şahidê veşartî ceza girt

Di sala 2015’an de piştî teqîna li navenda Mêrdînê, biraziyê Încîle Fîdan Feyzî Fîdan berpirsyarê teqînê hat dîtin û hat binçavkirin. Şahidê veşartî yê bi navê Yildirim di îfadeya xwe ya der barê Încîle Fîdan ku bi hinceta Feyzî Fîdan bi Încîle Fîdan re dijî, bi biraziyê xwe re hat binçavkirin de wiha got; “Feyzî û kesên din di mala xwe de veşartiye. Ev kes li mala wê diman." Piştî îfadeyên şahidê veşartî der barê Încîle Fîdan de bi hinceta "Ya ku hemû çek û cebilxane di mala xwe de veşartiye" îdianame hat amadekirin.

Delîlên şênber tune ne

Di dosyaya ku ji bilî îfadeyên şahidan tu delîlên şênber der barê wê de tune ne de, li Încîle Fîdan bi sûcdariya "Endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. Di biryara hincet a ku piştî biryarê hat ragihandin de ev agahî hatin dayîn:

"Hat qebûlkirin ku kiryarên bersûc Încîle yên ku destûr daye bersûcên din ên endamên PKK’ê ya rêxistina terorê li mala wê kom bibin û li wir bimînin, sûcê bi zanebûn û dilxwazî alîkariya kiriye ​​endama rêxistinê terorê ya çekdarî ye ku di xala 220/7ê ya TCK’yê de hatiye tertîbkirin û bi şandina xalên 314/3, 220/7 ên TCK'ê re biryar hat dayîn ku li gorî xala 314/2'an a TCK'ê were cezakirin û li gorî bi xala 220/7 ya TCK'ê ya berçavgirtina xwezaya çalakiya alîkariyê bersûc jî cezayê wê 1/6'an were kêmkirin.”

"Divê beriya ku rewşa wê xirab bibe bê tehliyekirin"

Hat hînbûn ku Încîle Fîdan a di meha Çileyê de piştî erêkirina ceza hat girtin, ji ber nexweşiya dil her dem nexweş dikeve. Li gorî agahiyên ku ji xizmên wê hatine girtin, Încîle Fîdan a ku neçar e berdewamî derman bi kar bîne û nikare her xwarinê bixwe, pirsgirêkên mezin dijî. Xizmên wê dan zanîn ku ew di nava fikaran de dijîn. Her wiha gotin ku ji ber temen û pirsgirêkên tenduristiyê di girtîgehê de zehmetiyan dikşîne û divê beriya ku rewşa wê zêdetir xerab bibe bê tehliyekirin.