Ji bo êrişkarên mamosteyên Bordj Badji Mokhtar, 20 sal ceza hat dayîn

Di doza mamosteyên dibistana seretayî yên li cihê ku lê dijiyan rastî êrişê hatibûn, pêşketinên nû çêbûn.

Cezayîr – Di doza mamosteyên dibistana seretayî yên Bordj Badji Mokhtarê li cihê ku lê dijiyan rastî êrişê hatibûn, pêşketinên nû hati jiyîn.  Dadgeha Cezayê derbarê her pênc êrişkaran de biryar da.

Doza ku di raya giştî de deng veda digihe heyanî Gulana 2021’an. 9 mamosteyên dibistana seretayî ya Barodj Badji Mokhtarê li cihê ku lê dijîn ji aliyê komekî ve rastî êrişê hatibûn.

Di rûniştina yekemîn a Dadgeha Adrarê di 23’yê Adarê pêk anîbû de, ji bo pênc kesên ku di vê êrişê de cih girtine 20 sal cezayê girtinê hat dayîn û bi sûcên ‘bikar anîna kêr û teşebusa destdirêjiyê’, ‘êrişa bi zanebûn’ hatin darizandin.