Ji bo dosya Pakîze Oztaş a mirina wê bi guman hat ditîn biryara neşopandinê!

Dosyaya lêpirsîna ya Pakîze Oztaş a ku li Agiriyê piştî ji aliyê Abdulkadîr Oztaşê ku pê re zewicîbû rastî tundiyê hat bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da bi neşopandinê bi encam bû. Tê payîn ku parêzer îtîraz bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Agirî - Pakîze Oztaş a 23 salî ya ku li gundê Qerexalita Jêrê yê navçeya Dutaxa Agiriyê dijiya, di 19'ê Gulana 2020'an de piştî ku bi Abdulkadîr Oztaşê ku pê re zewicî re nîqaş kir bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku dayika du zarokan Pakîze Oztaş di dema zewaca xwe de rastî tundiye hatiye û piştî mirina bi guman malbata jina ciwan der barê Abdulkadîr Oztaş û birayê wî Nadîr Oztaş de gilî kir. Di lêpirsîna ku li ser giliyê hat amadekirin de îfadeyên şahidan û rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) cih girt. Piştî lêpirsîna ku du salan temam nebû, dosya bi neşopandinê re encam bû.

Ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê hat dayîn

Lêpirsîna ku piştî mirina bi guman hat destpêkirin du sal berdewam kir. Di rapora ATK'ê ya piştî lêpirsînê hat amadekirin de hat diyarkirin ku mirin di encama darvekirinê de pêk hatiye. Li ser rapora ATK'ê, Serdozgeriya Komarê ya Dutaxê bi biryara ku îfadeyên di mirinê de tu guman nayê dîtin cih digre ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê da.

Şahid tundiyê piştrast dikin

Di dosyaya ku biryara neşopandinê hat dayîn de cihgirtina gelek nakokiyan nabe ku ji nedîtî ve werin dîtin. Şahida bûyerê Kibarê ku di dosyaya lêpirsînê de der barê bûyerê de îfadeya xwe da, diyar kir ku Pakîze Oztaş nîv saet beriya ku bimire, Abdulkadîr Oztaş bi lêdana bi pehînan wê biriye malê. Şahida ku got Abdulkadîr Oztaş piştî ku ket malê derket balkonê û piştî 20 deqîqeyan ma dîsa ket hundirê malê gotiye "Kîbar bireve, biraziya te întihar kiriye" û got ku dema çûye male Pakîze Oztaş ne darvekiri, li erdê direjkirî dîtiye.

Gumanbaran di navbeyna rojekê de îfadeyên xwe guhertin

Gumanbar Abdulkadîr Oztaşê ku berovajî îfadeyên şahidan îfade da, di îfadeya ewil de got ku ew ne li cihê bûyerê bûye û întihara hevsera xwe ji kesekî din bihîstiye. Gumanbarê ku salek piştî îfadeya xwe ya ewil dîsa îfadeya xwe da, diyar kir ku bi hinceta ku di travmaya bûyerê de bûye îfadeya xwe ya ewil xelet daye û di dema bûyerê de li malê bûye. Parastina gumanbarê ku di dîrokên cuda de 2 îfade da, bi îfadeyên şahidan re li hev nekir, birayê Abdulkadîr Oztaş Nadîr Oztaşê ku ji heman sûcî tê darizandin jî di vê demê de 2 îfadeyên cuda da. Di îfadeya her du birayan di navbeyna rojek de dan, Nadîr Oztaş di îfadeya xwe ya ewil de diyar kir ku Abdulkadîr Oztaş ne li cihê bûyerê bûye û di îfadeya duyemîn de jî diyar kir ku gumanbar li cihê bûyerê bûye û bi dengê qîrînê çûye malê. Di îfadeya duyemîn a Nadîr Oztaş de gotina "Ji bo tiştek bi serê birayê min neyê min îfadeya derew da" ji nedîtî ve nehat.

Îfadeya tundiyê wekî delîla ku bibe sedema întiharê nehat hesibandin!

Di encamnameya biryara neşopandinê ku derveyî îfadeya şahid û gumanbaran rapora ATK'ê jî cih digre de, wiha hatiye gotin:

“Dema ku nêrîna lijneya pispor a saziya Tiba Edlî ya 27’ê Îlonê tê lêkolînkirin; di beşa dawî ya raporê de, di otopsiya bedena mirî de şikestina parsû nehat tesbîtkirin, şikestina sternum di dema mudaxeleya hewldanên zindîkirinê de çêbûye, ji bilî darvekirinê tu delîlên tibî nehatin ditîn ku kes bi bandorên trawmatîk miriye. Tu delîlên tibî nehatin dîtin ku kes ji ber jehrê miriye û çalakiya darvekirina kesî dema zindî bûye pêk hatiye. Di encamê de hat fêmkirin ku di çarçoveya dosyayê de raporek hatiye amadekirin û bi yekdengî hat dîtin ku mirina kesa mirî di encama darvekirinê de pêk hatiye.”

Tê payîn ku parêzer li dijî biryara neşopandinê ya ku tevî tundiya sîstematîk û îfadeyên hevnegirtî ya gumanbaran hat dayîn, îtîraz bikin.