Hiqûqnasan bang kirin ku Întîsar Al-Hammadî serbest were berdan

Hiqûqnasan bang li rêxistinên navneteweyî û herêmî kirin ku ji bo serbestberdana modelîsta Yemenî Intisar Al Hammadi û hevalên wê ku niha bi çarenivîsek nediyar re rûbirû ne, mudaxele û zextê bikin.

NOOR SURİB
Yemen- Hunermend û modelîsta Yemenî, Intisar Al-Hammadi nêzî heft mehan e di zindanên Hûsî yên li Sanayê de girtî ye. Li gorî agahiyan li rojavayê Sanayê di 29'ê Tebaxa 2021'ê de hatiye darizandin.
Dadgeha Rojavayê El-Amanah a di bin kontrola Hûsiyan de rûniştina heftemîn a dozê di 15'ê Tebaxê de li dar xist lê hat ragihandin ku rûniştin taloqî  22'ê Tebaxê hatiye kirin lê Intisar Al-Hammadi ji ber serhildanên li girtîgeha jinan a li Sanayê, nikaribû amade be.
Çavkaniyên taybet ji ajansa me re ragihandin ku nîqaş di rûniştina heştemîn de li ser sedema ku dadger berevaniya prosedurî û dadrêsî dernaxe ve girêdayî ye. Girtiyan jî gilî kirin û êşên xwe yên rojên borî li girtîgehê pêşkêş kirin. Ew ji 9 roj berê ve ji îşkenceyê êşê dikşînin. 9 rojan dest û lingên wan girêdayî bûn û ji xwarin û vexwarinê bêpar mabûn. Her wiha ew bi cixareyan hatin şewitandin û lêdan xwarin. Dadger ev destdirêjî piştrast kir û ji parêzeran xwest ku giliyên fermî bikin.
“Keçên ciwan ji kolanan digrin û ber bi deverên nediyar ve dibin”
Seroka Weqfa Akoun ji bo Maf û Azadiyan, Lina Al-Hassani, got; "Tiştê ku li deverên di bin kontrola Hûsiyan de diqewimin tirsnak in, ji ber ku keç ji kolanan tên girtin û ber bi deverên nediyar ve wan dibin da ku bi wan re di karsaziyek gumanbar de danûstandinan bikin. Piştî ku ew teklîf tê redkirin, dozên xedar ên ku bandorê li rûmetê dikin tên çêkirin ku keçan biçûk bixin û bitirsînin û wan ji ber xerabiya dozên exlaqî bêyî parêzvanî û piştgiriyê bi tenê bihêlin. Ya ku bi taybetî bi Întisar Al-Hammadi re diqewime ev e binpêkirinek mezin û bikaranîna Hûsiyan ji kontrola xwe li ser dadrêsiyê dê rastiya binpêkirinê veneşêre û em ji daxwaza azadkirina wê namînin."
Ji bo parêzeriyê neke mehaneya wê hat birîn û nehiştin daxuyaniyê bide
Çavkaniyan ji ajansa me re gotin ku zextên mezin li ser şêwirmendê dadrêsî Khaled Al-Kemal, parêzerê parastinê yê Întisar Al-Hammadi hene ku dev ji dozê berde û parastina wê rawestîne. Mehaneya wî hatiye birîn û nehiştine ku têkildarî dozê daxuyaniyên çapemeniyê bide.
Seroka Komeleya Parastina Jinên Bindest, Nûra El-Carawî, diyar kir ku nerazîbûn ji Întisar Al-Hammadi û hevalên wê re berdewam dike, ji ber ku milîsên Hûsî israr dikin ku wê bidarizînin da ku cezayek ne dadmend û neqanûnî li wan bibirin. Bi vî rengî ji bo ku girtina wê bi salan berdewam bike mîna gelek mexdûrên ku ketine destên wan.
Bi awayê ne qanûnî bi du hevalên xwe ve hat girtin
Modelîst, Întisar Al-Hammadi, digel du hevkarên xwe, Yasmine û Yusra Al-Mokadam, li kolanek li Sanayê, dema ku ew ber bi pêşangehek wêneyan ve diçûn, di 20’ê Sibatê de hatin girtin û ew bi awayekî ne qanûnî birin girtîgehê da ku wan lêpirsîn bikin. 
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Întisar Al-Hammadi dema ku çavên wî girtîbûn, rastî lêpirsînê hat, rastî îşkenceya fizîkî û devkî, heqaretên nijadî hat û neçar ma bi gelek tawanên li ser qebûl bike ku di nav wan de madeyên hişbir û fuhûş heye."
Heta vê kêliyê, Întisar Al-Hammadi û hevalên wê bi çarenûsek nediyar re rû bi rû dimînin piştî ku koma Ensar Allah Hûsî berdewamiya girtîgeh û dadgehkirina wan ragihand, Întisar çendek berê ji bo beşa zindanê ya bi navê "Keçên şer ên nazik” ve hat veguheztin.