Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû beraet kir

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ji doza bi îdeaya ‘endamê rêxistinê’ û ‘avakirina rêxistin û birêve birin’ tê darizandin biryara beraetê hate dayin.

Amed- Doza bi hinceta xebatên rojnamegeriyê derheqê Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Rêxistin ava kiriye û birêve biriye” hatibû vekirin berdewam kir.

Danişîna biryarê ya dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de Dîcle Muftuoglû ku 10 mehan girtî ma û di 29’ê sibatê de hatibû berdan û parêzerê wê Resûl Tamûr amade bûn. Her wiha nûnerên MKG, MLSA, HRW, Dîsk Basin-Îş, GGC, TGS, PENa Norweçê û gelek rojnameger jî tev li bûn.

Dîcle Muftuoglû, têkildarî îdiayan parastina xwe kir û da zanîn ku ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin. Dîcle Muftuoglû, got ku 15 sal in rojnamegeriyê dike, hevserokatiya DFG’ê dike, ji destpêkê ve bi xebatên xwe azadiya çapemenî û xweîfadekirinê diparêze, bi nûçeyên xwe hewl daye dengê jinên hatine qetilkirin, ciwanan, Narînan û karkeran bide bihîstin.

Îdea hatin vale derxistin

Dîcle Muftuoglû, diyar kir ku di danişînên berê de îdiayên tên kirina vala derxistiye. Dîcle Muftuoglû, bi bîr xist ku dozgeriyê xwestiye li gorî îfadeyên şahidan ceza were dayin, îfadeyên şahidên eşkere yên li ser arastekirina polîsan hatine dayin rastiyê venabêjin, di dîrokên behsa xeberê de tu qeydên wê yên ku derketibe derveyî welat tune ne, di wan dîrokan de nûçeyên li Amed û Agiriyê çêkirine hene. Dîcle Muftuoglû, da zanîn ku di sala 2012’an de qezaya trafîkê derbas kiriye, hestiyên wê şikestine, 9 mehan nekarî ji malê derkeve û nêzî 2 salan nekarî baş bimeşe û wiha got: “Lewma jî mimkin nîne ku ez bi qaçaxî çûbim derveyî welat.”

Dîcle Muftuoglû, diyar kir ku di îfadeyên şahidê nepen de jî xebatên wê yên rojnamegeriyê hatine krîmînalîzekirin. Herî dawî jî Dîcle Muftuoglû xwest ku dadgeh biryara beraetê bide.

Dadgehê piştî parstina parêzer biryara xwe eşkere kir. Dadgehê, biryara beraetê da.